Rojnameya Ronahî

NY hevkarê sûcên ku dagirkerên tirk dike

Dılyar Cızîrî

Hevserokê Mudîriyeta Avê ya Kantona Hesekê Îsa Yûnis, derbarê danûstendinên di navbera UNSCO’yê û dewleta Tirk a dagirker li ser rewşa ava vexwarinê ya Hesekê hin agahî parve kir û got ku danûstendinên UNSCO bi dewleta Tirk re têk bûne. Wan jî nikarîbû pirsgirêka qutkirina ava vexwarinê ji Stasyona Elok ku çavkaniya sereke ya peydakirina ava vexwarinê ji zêdeyî milyonek şêniyên Hesekê, Til Temir û bi sedan gundên wan re, çareser bike. Yûnis careke din jî bang li NY’yî û hemû saziyên navdewletî kir, li beranberî rewşa mirovî ya metirsîdar li Hesekê dengê xwe beriz bikin û erka xwe ya mirovî pêk bînin. Ev banga Yûnis berdewama sedan bangên berê yên Rêveberiya Xweser û şêniyên Hesekê ye.

Lê mixabin saziyên navdewletî heta niha tevî rewşa hewa ya gerim û kêmbûna çavkaniyên avê yên nêzî Hesekê û tevî Rêveberiya Hesekê, bajar, navçe û gundên wê wekî herêmên Karesatê ragihaand, hîn jî  saziyên navdewletî naxwazin van rastiyan bibînin. Naxwazin bi aliyekî mirovî li mijarê binêrin. Berûvajî bi dûrbîna siyasî li meselê dinêrin û hemû helwestên xwe dixin xizmeta razîkirina dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan de.

Tişta balkêş, di vê dema em kirîza mirovî ya ava Hesekê û tî hiştina zêdeyî milyonek welatiyên berê ji ber têkçûna Lîreya Sûriyê beranberî nirxê pereyên cîhanê, gelek zehmetiyên jiyanê dikşînin. Berê di bin banê zagona Qeyser a qaşo li dijî hikûmeta Şamê hatiye ragihandin, bê hal hatine hiştin. Niha jî bi rewşa avê re, bar û zehmetiyên wan çend qat zêdetir dibe. Berpirsyar jî dewletên mezin û civaka navdewletî û saziyên girêdayî wê ne. Ew dikarin pir bi rehetî zextê li Tirkiyê bikin, Stasyona Elok ji bin bazarên siyasî derxîne û rêveberiya xeta avê bikin û avê li xelkên belav bikin. Lê nakin!

Di vir de ji hemû gelê Herêmê tê xwestin li ser van herdû gotinan raweste û pirsa ÇIMA NAKIN? Ji xwe bike. Ma qey ewqas hesab ji Erdogan, dewleta Tirk û çeteyên wê dikin? Bê guman bersiv na ye, ew bi tu awayî hesabê Erdogan nakin. Ji bo bersivdayîna pirsê divê em sed sal berê vegerin û Peymana Lozanê bibîr bînin. Tiştê niha li Hesekê dibe, beşek ji berdewama komkujî û qirkirinê di encama Peymana Lozanê de hatine kirin.

Yenî ne şaşe em bêjin biryara tî hiştina xelkên Hesekê ya Îro sed sal berê di Peymana Lozanê de hatiye dayîn. Ji ber bi Dewleta Tirk re peymana qirkirin û tunekirina kurdan û gelên din di herêmê de dane, hîn jî pêkanîna wê didomînin. Ji ber wê jî kilîta çareserkirina pirsgirêkê di serî de di destê gelê herêmê de ye. Bi tekoşîna li dijî Lozanê û vala derxistina wê, wê pirsgirêka Tî hiştina zêdeyî milyonek şêniyên Hesekê û hemû pirsgirêkên din ên di herêmê de çareser bike.

JI ber wê divê tu carî em di bendewariya hêzên navdewletî û saziyên girêdayî wê de nemînin. Ya rast em asta tekoşîna li dijî plan û peymanên wan xurt bikin, em ê wan û hemû dijminên gelan neçarî çareseriyê bikin.