Rojnameya Ronahî

Partiyên Siyasî: Bi Yekrêziya Kurdan wê peymana Lozanê hilweşe

Reşo Mihemed/Qamişlo

Di sedsaliya Peymana Lozanê de, partiyên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyê diyarkirin ku dewletên desthilatdar bi armnca qirkirina gelê kurd peymana Lozanê imze kirin û gotin, bi yekrêziya kurdan wê peymana Lozanê hilweşe û neghêje armanca xwe.

Peymana Lozanê yek ji peymanên xeternak ya li dijî hebûna gelê kurd bû. Herwiha ev peyman di 24’ê Tîrmeha 1923`yan de, di navbera dewleta Tirk ya dagirker, Berîtaniya, Ferensa, Yaban de hat lidarxistin. Armanc jê parçekirina welatê kurdan û pêkanîna berjewndiyên dagirkerî û desthilatdaryê bû.  Di encamê de, van dewletan nexşeya Kurdistanê li gor siyaseta xwe ya qirêj kirin çar parçe. Her parçeyek kete bin zext û zordariya dewletekê de. Ev herçar dewletên desthilatdar ji destpêka Lozanê heya roja îro di derheqê gelê kurd de  gelek komkujî, kuştin, talankirin û hwd… pêk anîne. Di hema demê de jî çand, dîrok, perwerdeya bi zimanê kurdî, qedexe kirine.

Gelê kurd li dijî siyaseta dijminên Kurdistanê rabûne ser piyan, herwiha dest bi gelek serhildan, şoreş û raperînan kirine. Weke Şoreşa Dêrsimê ya ku bi pêşengtiya Şêx Se’îdê Pîran pêk hat. Hêjayî gotinê ye ku Şoreşa Dêrsimê, piştî li darxistina Peymana Lozanê  yekem şoreş bû ku li dar ket. Lê ji ber sîxur û kurdên xwefiroş yên ku di xizmeta dagirkeriya Tirkiyê de kar kirin, ev şoreş bi sedema xiyanetê hat têkbirin.

Ev bû sed  sal ku Peymana Lozanê hatiye imze kirin, gelê kurd dest ji berxwedan û têkoşînê bernedaye. Herwiha şoreşa herî dawîn ya ku gelê kurd bi gelên eereb, siryan, aşor û hwd…çirûska şoreşê pêxistiye, Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Hêjayî gotinê ye ku vê şoreşê hêza xwe ji Şoreşa Tevgera Rizgariya Kurdistanê wergirtiye. Ev şoreş bi saya felsefeya Rêber Apo, jin, gerîlayên berxedêr û şehîdên azadiyê li Rojava dest pê kir.

Herwiha guhertin û vejandin  di warê civakî, siyasî, aborî û hwd… bi xwe re anîn. Bi domana demê re vê şoreşê bala gelanên cîhanê kişand û ketin bin bandora fikr û felsefeya Netewa Demokratîk. Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî mînakeke berbiçav e, ku hêz û bingeha xwe ji Şoreşa 19’ê Tîrmehê girit. Şoreşa 19’ê Tîrmehê û ya Jin, Jiyan, Azadî bi fikrên azad û yekrêziya gelê kurd dibe bersiva  sedsaliya Peymana Lozanê.

Têkildarî sedsaliya Peymana Lozanê de, partiyên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyê ji Rojnameya me re axivîn.

‘Lozan di xizmeta berjewendiyên dagirkeriyê de hat îmzekirin’

Sikretêrê Partiya Roj a Demokrat a li Sûriyê Kovan Keni’o diyar kir ku  desthilatdaran, Peymana Lozanê li gor berjewendiyên dagirkerî û parçekirinê îmze kirin û wiha axivî: “Em di sedsaliya Peymana Lozanê de ne, ku dema ev peyman hat îmzekirin, peymaneke girêdayî berjewendiyên desthilatdaran de bû. Dewletên desthilatdar biryarên ku  di vê peymanê de dan, ne ji  bo berjewendiyên gelê kurd û gelên herêmê. Herwiha dewlet Tirk ya dagirker bi hevkariya Berîtaniya, Ferensa û hwd… Kudistan kirin çar peçe. Di encamê de jî gelê kurd li tevaya Kurdistanê rastî komkujî, kuştin, zordarî, koçberî û talankirinê hatin. Gelê kurd ev sed sal in ku li hember hişmendî û kiryarên desthilatdaran yên  dagirkeriyê, li ber xwe dane. Di dema niha de pêwîstî bi yekrêzî û yekhelwestiya gelê kurd heye. Di heman demê de divê em dev ji doz xwe bernedin. Hem jî divê pirasgirêkên gelê kurd li ser asta civînên cîhanî were gotûbêjkirin û çareserkirin.”

 

‘Bang me, yekîtiya gelê kurd û partiyên siyasî ye’

Endamê Partiya Çep a Kud li Sûriyê, Selîm Mihemed anî ziman ku divê gelê kurd, herwiha partiyên siyasî jî helwesta xwe bikin yek û wiha got: Dema ku Peymana Lozanê hat lidarxistin, bi sedema lîstokên dewleta Tirk yên qirêj, gelê kurd ji mafê xwe bêpar man. Yên ku wê demê di peymanê de qaşo bi navê kurdan beşdar bûn, mixabin hatin xapandin. Ku Hesen Xeyrî yek ji wan kesan bû ku . Di derheqê gelê kurd de, em vê yekê weke xiyanetê dibînin. Niha gelê kurd û partiyên siyasî yên kurdî siyaseta desthiladar û dagirkerên Kurdistanê naskirine. Pêwîste gelê kurd careke din bi siyasta ku li dijî wan tê kirin nexape û li her çar perçên Kurdastanê helwesta xwe bikin yek. Di heman demê de jî partiyên siyasî yên tevaya Kurdistanê ne ji bo berjewendiyên desthilatdarên Kurdistanê kar bikin. Herwiha  Em weke partiyên siyasî yên bakur û rojhilatê Sûriyê bang dikin ku hevgirtina partiyên kurdî çêbibe. Hem jî divê gelê kurd jî helwesta xwe bikin yek û em bigihêjin armanca xwe, ku Kurdistanê rizgar bikin.”