Saturday, May 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê çawa bijîn?

02/08/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr Pale

Rêber Abdulah Ocalan di destpêka avakirina Tevgera Azadiyê de pirsa em çawa bijîn xiste rojeva gelê Kurd û derbarê wê de pirtûk bi navê em çawa bijîn? nivîsand. Ev pirs ji pirsgirkên jin û civakê re dikare bibe yek ji rêbazên çareseriyê.

Civak û civakbuyîn ji bo jinê stargeh e, lê piştî ku zîhniyeta mêr ê desthilatdar bû, li gorî berjewendiyên xwe sîstem û zagon ji cavakan re diyar kirin, jin rojane rastî tûndiyê tê û encamên qirêj ku mejî û dilê kesekî ranake derdikevin holê. Rêbazê destdirêjî, îhanet, lêdan, girtin, kuştin û hwd ku têgeha tûndî îfadeya wê dike, di nêzîkatiya ji jin re ev buye 7 hezar sale ku berdewam dikin. Li beramberî vê zîhniyetê û van rêbazên ku di encama vê zîhniyetê de têne bikar anîn, wê jin çawa bijî? Di vir de pirsa Em çawa bijîn gelekî watedar dibe û ji bo me girîng e. Li hemberî vê zîhniyetê girî, xeydandin, xwe kuştin, berdan, an jî bêdeng mayîn ne çareserî ye, lê pirsa Em çawa bijîn? dikare çareseriyê bi xwe re bîne.

Em hemû jin şaş jiyan dikin, mîna ku civaka cinsiyetparêz nêzî jin dibe, em jî bi heman awayî nêzî jin dibin. Di navbera nêzîkatiyên me ji hevre û nêzîkatiya mêr ji me re gelekî cûdayî nîne. Li gorî jinê mêr hêza ku pişta xwe bidiyê de. Dema ku mirov bersiv bide pirsa Em çawa bijîn? Bersiva yekemîn ew e ku gelek tiştên em fêrbûne êdî pêdivî heye em bugherînin. Zagonên mejiyê jin sînordar kirine û nahêle ku bifikire pêwîste ku em xwe jê rizgar bikin. Civak bi giştî jinê zeyîf û lewaz dibîne, dibêjin lazime kesek hebe wê biparêze, wê çawa bijî jêre zagonan diyar dikin û jin dibe qurbanê van zagonên jê re hatine dayîn û fikrandina wê sînordar kirine.

Mijara dîtir ku em tê de şaş jiyan dikin; hewldanên me yên xwe ji mêr û civakê re isbat kirin e. Jin heyanî ku saxe her tim di piskolojiya xwe isbat bike dijî. Tu dibêje qey sûc kiriye, gunehbare û heyanî saxe divê xwe isbat bike û bide efû kirin. Dîrokeke jin a gelekî kûr û bi wate heye, li hemberî sîstema baviksalarî têkoşiyaye û li ber xwe da ye, li dijî civaka cinsiyetparêz bêdeng nemaye. Çima koletiya li ser me tê ferzkirin em ji kokê nabirin û rast jiyan nakin?

Jin ji bo xizmetkirina mêr nayê dunyayê, di berdewamiya mirovahiyê de xwedî rolekî sereke ye. Cûdahî di navbera jin û mêr de nîne, eger jin nebe jiyan jî berdewam nake. Niha siloxana Jin, Jiyan, Azadî li ser asta cîhanê bûye reng û hîma têkoşîna jin. Eger em dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî jiyanî bikin, êdî dê mumkin bibe ku em rast bijîn. Jina rêxistinkirî, berpirsyartî radike, têkoşîn dike, xwe perwerde dike, pêşdikeve, jinê digre û ji mêr qut dibe dikare rast bijî. Rêber Abdullah Ocalan yekemîn Rêberê ku azadiya civakê di azadiya jinê de dît û kedekî mezin dide jina azad û têkoşînvan were afirandin. Ji bo em rast bijîn em ê têbikoşin û evîndarê azadiyê bin.

Post Views: 76
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.