Rojnameya Ronahî

Jinên Şehba: Bi vîna  Jinên Azad wê tecrîd têk biçe

Fikr û felsefeya azad ya Rêber Abdullah Ocalan li tevahiya  cîhanê deng vedaye û ji bo gelên azadîxwaz bûye çiraya azadiyê. Jinên Şehbayê diyar kirin ku felsefeya Rêber Apo ji bo gelên bindest  hêviya jiyaneke azade û gotin, bi vîna jinên azad wê tecrîda girankirî têk biçe.

Zana Roj/ Şehba

Faşîzma Tirkiyê ji bo qirkirina gelê kurd  polîtîkeyên herî qirêj  zirav yên qirêj dide meşandin. Dewleta Tirk a qirker  li girtîgeha Îmraliyê di şexsê Rêberê gelên azadîxwaz Abdullah Ocalan de qirkirina vîna gelê Kurd dike armanc. Bi meşandina tecrîda derveyî pîvanên mirovî û exlaqî ya ku tu têkiliya wê bi tu zagonan re nîne, hewildana tepisandina îradeya gelan dike. Ev zêdetirî 28 mehan e ku dagirkeriya Tirk nahêle parêzer û malbata Rêber Apo hevdîtinê pê re bikin, herwiha tu agahiyên zelal yên girêdayî rewşa wî nayên dayîn. Li hember van polîtîkeyên faşîzmê gelê Kurd û dostên wan  li her aliyê cîhanê rabûne ser piyan û banga azadiya fîzkî ya Rêber Apo dikin.

Têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya felsefeya wî jinên Şehbayê ji rojnameya me re axivîn.

Jiina bi navê  Zehra Kalo diyar kir ku tu mafê faşîzma Tirkiyê nîne ku tecrîdeke bi vî awayî pêk bîne û wiha got: “Rêber Abdullah Ocalan ji 24 salan ve di girtîgeha Îmraliyê de ye, têkoşîneke dîrokî dide meşandin. Dewleta Tirk a dagirker her xwestiye Rêbertî ji gel qut bike. Rêber Abdullah Ocalan girtiyekî siyasî ye û mafên wî yên rewa hene. Lê belê sîstema faşîst her dixwaze Rêbertî weke girtiyekî ji rêzê pênase bike û ji tavahî mafên wî yên rewa bê par bike.”

`Destkeftiyên hatine bidestxistin ne di hesabê faşîzmê de bûn`

Zehra diyar kir ku siyaseta tecrîdê encama lawazbûna dewleta Tirk a dagirker e û wiha domand: “Dagirkeriya Tirkiyê ji destpêka avabûna Tevgera Azadiyê de dixwest vê tevgerê tasfiye bike û Kurdan di nava qirkirinê re derbas bike. Bi girtina Rêbertî xwest xwe bigihîne armancên xwe, lê belê ev yek pêk nehat.”

Her wiha Zehra bal kişand ser êrîşên li ser Qadên Berxwedanê û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker li kêleka girankirina tecrîdê, li dijî Qadên Berxwedanê yên Girîlayên Azadiyê jî, êrîşên hovane dike. Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku destkeftiyên kurdan têk bibe, li her derê êrîşî kurdan dike.”

`Felsefeya Rêber Apo hêviya jiyana nû ye`

Jina bi navê Yesmîn Mislim jî destnîşan kir ku felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bû hêviya jiyaneke nû û wiha pê da çû: “Rêbertî ji bo jinên cîhanê û bi taybet ji bo jinên Kurd têkoşîna azadiya jinê da meşandin. Li hember desthiladarên ku bi hezarê salan jin bindest kirine, rêbazê jiyanê, felsefeya azadiya jinê pêşxist û pêşkêşî me kir. Di roja îro de bi vê felsefê re jiyankirin û pêkanîna wê ji bo me bû hêviya jiyaneke nû. Her çi qas tecrîd bê girankirin li hember wê jî têkoşîn û berxwedanî jî wê bê meşandin.”

`Em ê bi îradeya jinên azad tecrîdê têk bibin`

Yasmîn Mislim axaftina xwe wiuha qedand: “Bi îradeya jinên azad wê asta tekoşînê bilidtir bibe û tecrîda li ser Rêber Apo têk biçe. Serkeftinên ku niha em tê de jiyan dikin mîrasê tekoşîna bi deh salan e. Ji bo parastina van nirxan divê asta tekoşîn û berxwedaniyê bilinditir bibe û êdî jin xwedî li hebûn û nasnameya xwe ya ku Rêbertî jê re desnîşan kiriye derbikeve.”