Rojnameya Ronahî

Pirojeyên pêşxistina aboriya jin

Li herêma Şehbayê xebatên koparatîf yên ji bo xurtkirina aboriya gel û peydakirina derfetên kar, tên pêşxistin. Bi armanca xurtkirina abooriya jin di civakê de, Komîteya Aborî ya Kongira Star li herêmê dest bi avakirina pirojeyên çandinî û xebatên koparatîv kirine.

Esma Mistefa/ Şehba

Di şert û mercên koçberî û dorpêçê de, gelê Efrînê li herêma Şehbayê bi kêmderfetan dabara jiyana xwe dike. Guhartina war û rewşa koçberiyê yekser li ser aboriya gel bandor kir. Ji bo derbaskirina van zehmetiyan û peydakirina derfetên kar, Rêveberiya Xwesert di milê aborî û çandiniyê de hin pirojeyên koparatîf vekirin û ev piroje bi ser ketin. Li gorî rewşa heyî hat dîtin ku divê jin ji aliyê aborî ve were xurtkirin û hin pirojeyên taybet ji bo jinê bên pêşxistin. Bi wê armancê Kongira Star li herêmê derfetên kar ji jinan re vekirin, herwiha pirojeyên çandiniyê û kargehan dan avakirin.

Têkildarî pêşxistina pirojeyên koparatîva jin her wiha armanc û hedefa wan ji van pirojeyan çi ye berpirsê komîteya aborî ya Kongira Star Xezalê Hesen ji rojnameya me re axivî.

`Pirojeyên koparatîfê ji bo gel hatin pêşxistin`

Xezalê Hesen di destpêkê de bal kişand ser girîngiya pêşxistina pirojeyên aborî yên  ji bo  gel û wiha got: “Herêma Şehbayê bi zengînbûna xwe ya çandiniyê tê naskirin. Bi taybet piştî derbasbûna gelê Efrînê ji herêmê re divê ev erd û zevî ji bo gel bêne bikaranîn. Li ser wî esasî Rêveberiya Xweser û Rêxistina Jin gelek pirojeyên çandiniyê ji gel re avakirin û ev yek bû sedem ku gel di wan pirojeyan de kar bike û debara jiyana xwe bikin, ev piroje bi awayekî erênî hatin dîtin û ji aliyê gel ve hat qebûlkirin, herwiha divê em di demên pêş de pirojeyên mezitir bidin avakirin.”

`Jin kargehan bi rêve dibin`

Xezala derbarê pirojeyên ku Kongira Star li herêmê bi pêşxistine wiha domand: “Di herêmê de bi taybet ji bo jinê, me kargeheke ya avê da vekirin, di wê kargehê de 4 jin kar dikin, her wiha ji ber gelek jin karê dirûnê dikin, me kargehên dirûnê amade kirin û hejmareke mezin ji jinan tê de cih girtine, di heman demê de cihê çêkirina xwarinan û dondirme hat vekirin, her wiha firoşgehek ya pêdiviyên zarokan hat amedekirin û jin wê bi rêve dibin”

`Pirojeyên koparatîf ji jinan re bû destek`

Xezala anî ziman ku di aliyê çandiniyê de pirojeyên koparatîf hatin pêşxistin û wiha got: “Di aliyê çandiniyê de erdekî girydayî komîteya aborî ya jin heye, nêzî 26 hêktar e û 2 sal em wî erdê bikar tînin, lê îsal me  pirojeyên koparatîf ji bo malbatan dan destpêkirin. Di salekê de me 4 piroje dan pêşxistin; çandiniya pîvaz, sîr, kartol û çandiniya sebzeyan. Her pirojeyek 5 hêktar in, di nava van pirojeyan de malbat kar dikin, ji 5 heyanî 7 malbatan tê de cih digirin. Bi riya van pirojeyan em hewil didin bi jinan re bibin destek da ku debara jiyana xwe bikin”.

`Armanca me jin bi xwe aboriya xwe ava bike`

Xezala diyar kir ku armanca wan ji van xebatan ku jin aboriya xwe bi xwe bidest bixe û zihniyetên civakî derbas bike û wiha domand: “Di hundir civakê de di aliyê aboriya malbatê de her tim mêr tê esas girtin, ji bo derbaskirina van zihniyetan em xebatên taybet ji bi aboriya jin pêşxistin hedef digirin. Jin êdî bikeve wê rastiyê ku ew dikare aboriya xwe bi xwe pêşbixe û xwe di milî aborî de ayidî mêr nebîne. Di heman demê de em bikaribin ji zehmetiyên malbatê re bibin destek û ku jin û nêr bi hev du re kar bikin û zehmetiyên aborî di malê de derbas bikin. Li ser van bingehan wê di demên pêş de pirojeyên mezintir wê werin pêşxistin”.