Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ’Em li dijî qirkirina jinan,  jiyanek azad diafirînin’

01/08/2023
in NÛÇE
A A
 ’Em li dijî qirkirina jinan,  jiyanek azad diafirînin’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêxistin û saziyên jinan yên bakur û rojhilatê Sûriyê, ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efganistanê, bi dirûşmeya  ’Em li dijî qirkirina jinan,  jiyanek azad diafirînin’dest bi kampaniyekê kirin. Ahîn Siwêd diyar kir ku ew ê bi tekoşîn û fikirê azad hemî jinan azad bikin.

9 sal di ser komkujiya Şengalê re derbas dibe, di 3’ê Tebaxa 2014’an de, çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî komkujiyên mezin pêk anînin. Çeteyan li pêşiya çavê cîhanê tevahî bi hezaran jin, zarok, pîr û kal qetilkirin, herwiha bi 10 hezaran gel hatin koçberkirin û ji cih û warê xwe hatin derxistin. Çeteyan bi hezaran jin û zarok revandin û li bazarên koledaran firotin. Di sedsala 21’an de, li pêşiya çavê cîhanê, civaka Êzidî rastî hemû kiryarên dermirovî ji kuştin tecawiz û revandin û tevahiya  rengên siyaseta qirkirinê hatin. Hêjayî gotinê ye ku bi hezaran jinên ku hatine revandin hîn jî çarenûsa wan ne diyar e.

Li aliyekî din heman siyaseta qirkirinê, heman hovîtî, li ser jinên Efgan di Tebaxa 2021’an de, bi riya Talîbanan ku piştî vekişandina Emerîka ji Evganistan hate kirin, pilana teslîmkirina jinên Efgan ji Terora Talîban re, her weha teslîmkirina jinên Şengalê ji DAIŞ’ê re ev siyaseta qirkirina sîstematîk ku bi pîlanên qirêj ji hêzên hegemon li ser jinê tê meşandin,  dixwazin vîna jina azad bi kirasê tarî bipêçin.

Derbarê mijarê de cîgera Encumane Cibcîkar a herêma Cizîrê Ahîn Siwêd ji rojnemeya me re axivî.

Ahîn siwêd diyar kir ku jinên bakur û rojhilatê Suriya yê pişgiriya jinên  Şengal û Efgistanê dikin û wiha got: “Em wekî jinên di nava Rêveberiya Xweser de, bi gelek rêxistin û saziyên jinan ên bakur û rojhilatê Sûriyê, ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efxanistanê, me dest bi kampaniyekê kiriye, kampaniya me bi salvegera 9’mîn a komkujiya Şengalê hat destpêkirin. Herwiha em piştgiriya jinên Efigistanê yê ku di heman demê di komkujiyê re derbasbûn,dikin.”

‘10’ê Tebaxê wê çalakiyên mezin bên lidarxistin’

Ahîn Siwêd da xuyakirin ku wan kampaniyek bi durşmeya ‘Em li dijî qirkirina jinan,  jiyanek azad di afirînin’ dane destpêkirin û wiha domand: “Kampaniya me ji 31’ Tîrmehê, hat destpêkirin, wê çalakiyên kampaniyê yên cûr bi cûr bê domandin. Di  2’ê Tebaxê de wê li hemû mal û saziyên jinan  piştgiriya bi jinê Şengal û Efxanistanê re bê ragehandin. Di 10’ Tebaxê de çalakiya herî mezin li ser asta her herêmekê were lidarxistin.”

Ahîn wiha berdewamî da axaftina xwe û got: “Êrîşên ku bi taybet li ser jinan tên meşandin, armanc jê qirkirina jinan e. Hêzên desthilatdar her dem ji hêza jinê ditirs e. Ew dizanin ku jin bingiha civakê ye, ji ber wê her dem li dijî jinan êrîşan pêk tînin.”

‘Hêzên faşîst ji jina azad ditirsin’

Ahîn Siwêd da zanîn ku dewleta tirk ya dagirk tu carî qebûl nake ku jin xwedî îrade be  û wiha pê da çû: “Dewleta Tirk a dagirker bi armnca têkbirina vîna jinê, êrîşên xwe yên ser pêşengên jin dewam dike, ev desthilatdariya faşîst ji guherînên ku bi destê jinan pêk tên,ditirse. Em wekî jinên bakur û rojihilatê Sûriyê di guherînên ku pêk tên , pêşengiyê dikin. Em bi durişmeya JIN JIYANA AZADî ji tevahiya êrîşên li dijî jinan dibin bersiv.”

’Emê tevahiya jinan azad bikin’

Cîgera Encumane Cibcîkar a herêma Cizîrê Ahîn Siwêd di dawiya axaftina xwe wiha qedand: “Wekî jinên bakur û rojhilatê Sûriyê, em ê bibin bersiv ji hemû êrîşan re, herwiha ji civakê re bibin ronî. Tekoşîn û berxwedanî ji me tê xwestin û erka me ya serke ye. Emê bi dirûşmeya JIN JIYAN AZADÎ piştgiriya hemû jinên ku li ser wan tundî tê kirin, bikin û tevahiya jinan azad bikin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.