Rojnameya Ronahî

Tecrîd nûhkirina lozanê ye!

Cîger Dilşad

  Çima dewleta faşist vê carê jibinî ev derfeta hevdîdtina bi Rêbertîyê re holrakir?

Piseke din ku ji ya berê girîngtir; gelo dewleta şefê faşist biryara tecrîda dawî  da, an efendîyên wî biryar dan û ew pêk tîne?

Ji bo ku em bersiva vê pirsê  bidin û nekevin şaştîyê, divê em hinekî pêvajoya girankirina tecrîdê bînin ber çavên xwe;

1-Rêber Apo bi kedeke mezin pêvajoyek bi pêş xistibû bi mûtabaqata Dolma Bahçe bi encam bûbû. Ango hemû rê li ber pergalê girtin û ew anîbû rewşa bersivê bidin.

A-Rastîya Rêber Apo cara yekem bû ku ji hêla gelên Tirkîyê ve dihat nasîn û DTP`ê bendava ji %10 derbas kiribû.

B-Li bakur rêxistinên Kurd hatibûn cem hev û ne li gorî tê xwestin be jî,yekitîyek derketibû holê;wê yekitîyê hem PDK`ê hem jî dewleta Tirk tirsand û heger li gorî dîtinên Rêbertîyê bi pêş ketiba wê bûbûya derbeyeke mezin ji  gîyana Lozanê re .

C-Li hêla rêxistinên Tirk ve cara yekem bû  ku nêzîkbûneke rast ji Tevgera Azadîyê û Rêbertîyê re derketibû holê ku bi pêşbiketa wê şoreşa demokratbûna Tirkîyê misoger bikire û kefenê Lozanî ji ser gelên Tirkîym biçiranda,

2-Berxwedana Kobanê bi ser ketibû û felsefa Rêbertîyê bi lezeke mezin belav dibû û bala  gelên cîhanê kişandibû ser xwe; Tê zanîn ku di sala 1848’an de gava Marx û Engels Manîfesto ya Komînîst belav kirin ,hate gotin ku;” li ezmanê Ewropa xeyaleta komînîzmê digere”,lê di sala 2015’de ne xeyalet rastîya felsefe ya Modernîyeya Demokratîk ne li ezman, di nava gelan de bi cih dibû.

Bi kurtasî tecrîd ji hêla Gladyo ve hate veferz kirin (ku Gladyo mêjîyê birdozî û pratîkî yê Modernîteya Kapîtalîst e) Çimkî;

 

A-Vîn û kesayeta Jina Kurd ya berxwedêr ku bi felsefa Rêbertîyê derketîya holê dibû hêz ji jinan re û tevgerên Feminîst didîtin ku ,di rastîyê de jî çawa azad dibe , dibe xwedî vîn, kesayet û rêxistin;di tu qada jîyanê de ne kêmî mêr ne jî zêde! Vê yekê ji kûrahî ve pergal dida hizirandin,

B- Ji çar alîyên cîhanê keç û xortan berê xwe didan Kurdistanê û tevlîbûneke mezin çêdibû, heger ew  tevlîbûnî bi wî awayî bidome, wê êdî qet û qet nikaribin pêşîya belavbûna felsefa Rêbertîyê bigirin,

C-Feylesof û zanyarên cîhanê dîtinên Rêber Apo nîqaş dikirin, bi awayekî zanistî goftogo dikirin û ji boyî gelan tê çi wateyê. Bi rêya wan dîtinên Rêbertîyê  baştir belav dibûn,

D-Ne bi tenê Dîtinên Rêber Apo dihatin nîqaş kirin, di hêla karwerîyê de jî gav dihatin avêtin, wek mînak gelek şaredarên Îtalya Rêbertî wek Welatîyê xwe pênase dikirin , û rêxistinên di xeta Modernîteya Demokratîk de dihatin sazkirin,

E- Derewa hêzên emperyal ya ku dibêje “PKK`ê tevgereke terprîst e” û gotinên derbarê Rêbertîyê de yên derewîn ku belav dikirin tev vala derdiketin.

Ê-Her diçû girtina PKK di lîsteya “terorê “de bê wate dibû û dîtin ku heger wisa biçe wê nikaribin hêştina PKK di wê lîsteya derewîn de biparizin.

3-PDK  ( lingê Lozanê yê hemdem e) ketibû rewşa xwe ya herî lewaz ;

A- Pêşmergeyan bi fermana Malbata Barazanî Ji Şengalê bazdabûn û şervanên azadîyê bi awayê Derwîş’an  gelê me yê Êzîdî ji qirkirinê parastibû,vê yekê hem perstîja PKK bilind kiribû û hem jî ya PDK xistbû bin erdê!

B-Şervanên Azadîyê bi parastina Maxmûrê re rê li ber ketina Hewlêrê girtibû (dîmenên reva dewlemendên Hewlêrê endamên mala Barzanî li ber çavan e),

C-PKK`ê bi têkoşîna xwe ya Kurdistanî raberî gelê me yê başûr kir ku çawa Tevgereke berxwedêr  û ne bi tenê ji boyî bakur têdikoşe, ji boyî wan jî têdikoşe,

4- Çi qas dengê DAÎŞ’ê belav dibû dengê Tevgera ku li dijî wê li ber xwe dide jî belav dibû, gelan bi çavên xwe hovîtî û wehşîyeta DAÎŞ’ê didîtin, ji hêla din ve jî berxwedan û mirovahîya Tevgera Azadîyê didîtin, (ji xwe tam di wê demê de, ango gava hêzên emperyal dîtin ku Rêber Apo bi hemû hebûna xwe li derva ye û dibe hêvîya gelan û hemû beş/kesên ku ji pergala kapîtal bêzar bûne, biryara mûdaxelekirinê dan û qaşo hatin alîkarîya Kurdan. bingehê de ew nehatin alîkarîyê,wan bi wê yekê serkerfetin û deskeftîyên şoreşa Modernîyeta Demokratîk dizîn û rê li ber vebûna birdozî ya Rêber Apo ber bi gelên cîhanê ve girtin), ev e tam di wê kêlîyê de hêzên emperyal ketin dewrê.

5-Dewleta Tirk ji her alî ve ber bi hilweşînê ve diçû;

A-Divê neyê ji bîrkirin ku ji sala 1985`an ve NATO di dewrê de ye û yên şerê Tevgera Azadîyê dikin ew hêz bi xwe ne. Dewleta Tirk dijminekî taktîkî yê stratejîka NATO û GLADYO bi xwe ye,

B-Yên ku Rêbertî girtin û radestî dewleta Tirk kirin dîsa heman hêz bûn, ku serokwezîrê Tirk yê wê demê Bulent Ecewît li xwe mikur hatibû û gotibû” me fêm nekir ka çima rêber Apo radsetî me kirin “.

Di gel wan sedemên ku me li jor anîn ziman tecrîd hate giran kirin, ji bo;

1-PKK`ê ji Dîtinên Rîbertîyê qut bikin, ku PKK`ê têkeve şaşitîyan û nikaribe xwe  sererast bike,

2-Ji boyî Rojava jî ji PKK`ê qut bikin ( di sersala qirkirina Kurdan û gelên Tirkîyê li Lozanê) di 24’ê Tîrmeh a 2015’an de dewleta Tirk têvedana ser PKK û dest bi şerê qirkirina Kurdan ya ku di sala 1925`an de nîvço mabû, kirin. Li gorî wan wê  PKK bi şerê xwe ve mijûl bibe û nikaribe perspektîfan bide û wê bi wî rengî bandora Tevgera Azadîyê  li ser Rojava bişkînin.

A-Gava Rojava bê perspektîf ma, wê bikaribin bi hêsanî şoreşa Rojava daqurtînin,

B-Bi têkbirina Felsefa şoreşa Rojava  re wê raberî gelan bidin ku, felsefa Rêbertîyê neçareserîye ji gelan re û dervayî wan tu rêyeke din ya jîyanê tuneye.

C-Bi vî awayî wê xwe ji dijminê herî dijwar PKK`ê û Pêşengê Gelan Rêbertîyê xelas bikin,

Bi kurt û kurmancî;bi tecrîdê re PKK’yek bêyî Rêbertî  û Rojava’yeke bêyî PKK armanc kirin .

Wê demê divê em çi bikin?

1-Wek milîtanên  Tevgera Azadîyê ji her demê pitir di xeta Rêbertîyê de kûrbûnîyê pêk bînin  û di kesayeta xwe de bijîn û bidin jîyan kirin.

2-Wek pêkhate, xebatkar û pêşengên şoreşa Rojava pirtir  perspektîfên Tevgera Azadîyê ji xwe re bingeh bigirin û bidin jîyan kirin.

3-Divê em wekî gelên cîhanê jî ji her demê zêdetir Felsefa Rêbertîyê hembêz bikin û li her derê bidin jîyan kirin.

Wekî din jî divê em baş bizanibin ku, tecrîd nûhkirina Lozanê ye û ne bi tenê Kurd têne hesibandin, her wiha mirovatî jî tê tunekirin.

Herî dawî wek pêşniyarekê dixwazim vê bêjim;pir caran  gelek kes ji me dibêjin; ” Silav ji berxwedana  Îmralîyê re”Her çiqas tê fêm kirin jî, lê heger em wisa bêjin ” Silav ji berxwedana Rêber APO re!”, wê rastir be. Çimkî yê li wir li ber xwe dide ne Îmralî ye, Rêber APO ye!