Rojnameya Ronahî

Îxaneta PDK û malbata barzaniyan

Cîger Dilşad

Ya rast ev mijareke hem pir kevne hem jî pir “nûh”e.Kevne ,çimkî ji îxaneta Ehmed Barzanî bi Mahmûd Berzencî re dest pê dike,”nûh”e ji ber ku her roj bi awayekî mezin îxanetê li kurdan dike.Heger em bêjin ;îxaneta Barzanîyan qet kevin nebûye wê rastir be!Çimkî wek nexweşîya penceşêrê (zeletanê) her xwe nûh dike û di nûkirina xwe de bûne pispor. Dibêjin;”Av, tişta herî erzan e”Lê mixabin li Kurdistanê îxanet ji avê jî erzantir e.

Hin caran hin kes ku agahîya wan ji dîroka PDK`ê û malbata Barzanîyan tune be  dibêjin; “Heger PKK`ê ji Başûr derkeve wê PDK`ê li kêleka dewleta Tirk cih negire”

Gotina dawî em di serî de bêjin;yên wisa dibêjin nîyeta wan baş an xirab e, ev ewqas ne girînge, lê divê bê zanîn ku ew rasterast di çerçoveya polîtîkî de ya. Îngilîzan di derbarê Kurdistanê de xeber didin. Li gorî sîyaseta Îngiltereyê Kurdistan tenê ji parçeyê Başûr pêk tê û ne Bakur e,ne Rojhilat û ne jî Rojava. Her wiha ew dibêjin îxanetê rewa dikin,lê em baş dizanin ku tu tişt îxaneta li doza gel rewa nake.

Tişta Îngiltera kirî ne tenê parçekirina Kurdistanê ye, ji wê zêdetir kir. Di raya giştî de wek ku Kurdistana Başûr ragihand  û di vê sîyasetê de heta astekê bi ser ket. Serketina wan ji gotinên kesên ku dibêjin”bila PKK`ê ji Başûr derkeve “dîyar dibe “.

1-Başûr ne malê bavê PDK’ê ye ne jî ya kesekî din e,Her wiha ne bi tenê ya Kurdane jî. Ya hemû Kurdistanîyan e.

2-Ev bû 50’î sal ku PKK`ê heye. Lê îxaneta Barzanîyan ev dused sale didome.

a- Kê îxanet li Mahmûdê Berzencî kir û ew bi tenê hişt, di encamê de Mahmûdê Berzencî dîl kete destê Îngilîzan û ew mişextî Hindistanê kirin?

b- Kê Îsmaîlê Sîmko yê Şikakî bir  û ew xist dehfika Îranîyan û da kuştin?

c- Kê Saîd Elçî da kuştin?

d- Saîd KIRMIZÎTOPRAK li ku hate kuştin û kê ew kuşt?

e- Kî Silêman MUAÎNΠ kuşt û cendekî Şehîd Silêman MUAÎNÎ radestî Şah kir?

ê- Kê Elî Esker û dused pêşmergeyên pê re bi destê eşîra Mamxûryan da kuştin?

i-Kê Necmedîn  Bûyûkakaya  da girtin û bû sedema Şehîdbûna wî di Zîndna Amedê de?

î- Kê di wasîyetname ya xwe de gotiye;”Tirk birayên me ne, Kî bi wan şer bike îxanete li Kurdan”(Ev di wasîyetname ya M.Mistafa de heye ,Wî bi xwe nivisî ye).

Bêguman lîsteya qurbanîyên PDK`ê û mala Barzanîyan ji vê dirêjtir e. Ev bi tenê çend mînakin.

Kiryarên wan bi tevahî ji berîya ku PKK`ê derkeve sîyaseta Kurdistan’ê qewimiye.

Di pêvajoya PKK`ê de îxaneta PDK`ê

*Di pêvajoya ku pêşengên Tevgera Azadîyê berê xwe da Kurdistanê (ji Enqerê ber bi bajarên bakurê Kurdistanê ve)kê rê girt û got:”Em nahêlin ku hûn gava xwe ber Kurdistanê ve bavêjin?

*KUK`ê, DDKD`ê, KAWACÎ, Rizgarî û ala Rizgariyê li gorî sîyaseta kê tev digerînin û çekên xwe ji kê digirtin?

*Kê bi dehan rapor ji tevgerên Filistînî re şandin û cih nedin milîtanên PKK`ê li Libnanê?

*Kê Ji Rêber Apo xwest ku li dijî dewleta Tirk şer nekin?

*Kê Hozan Sefkan û hevalên pê re şehîd xistin (sala 1985) an de?

*Kê eşîretên Bakur teşwîq kirin û ji wan xwest ku bibin cerdewan?

*Kê tesfîyetkarê M.Şener hewand û derfet pêşkêşî wî kir ku PKK`ê parçe bike û belavokên Vejîn yên M.Şener belav kirin?

*Meclisa kê piştî ku ji hêla DYA`ê ve hate avakirin û biryara yekem (ku cih şermê ye)Zagona şer li dijî PKK`ê da(sala 1992)an de?

*Bêrîtan (Gulnaz KARATAŞ;jineke û şervaneke Kurd bû) ji bo nekev destê kê, xwe ji ser latan ve avêt û dawî li jîyana xwe anî?

*Kê di operasyonên dewleta Tirk yên salên 1994-1995-1997-1998  an de cihê xwe li dijî PKK`ê girt?

*Kê bi dehan birîndar û nexweş ji nexweşxaneya Hewlêrê kom kirin û tev şehîd xistin?

*Kê Şemdîn Sakik hewand û li dijî PKK`ê xist tevgerê û pişt re ew radestî dewleta Tirk kir ku baştir xizmeta dewletê bike?

*Kê peymana 17 Îlona 1998 an di bin çavdêrîya Olbrayt (wezîra karê derva ya DYA`ê )îmze kir û bû lingê pêşîn ji komploya navdewletî re?

* Sî û sê qaşo “rewşenbîrên” Kurd ji kê perspektîf girtin û belavoka şermê ji bo ku dewleta Îtalya mafê îltîcayê nede Rêber Apo weşandin?

*Piştî dîlketina Rêbertîyê bi rêya parêzer Okçûoglu, kê ji  Rêbertîyê xwest ku radest bibe û “berxwedaneke”klasîk bike?

*Kê Osman-Botan teşwîqî îxanetê kir? Pişt re kê îxanetkar û tesfşyekar hewandin û derfet pêşkêşî wan kir?

*Kê piştî şoreşa Rojava  ji roja yekem ve dijminatî kir û heta roja îro bi hemû hêza xwe dijmanîya xwe li dijî destkeftîyên gelên me yên Rojava  didomîne?

*kî nahêle ku tu dewlet Rêveberîya Xweser binase û têkilîyan pê re li dar bixe?

*Kî sîxortîyê (Ajantîyê) li bakur û li Rojava  bi pêş dixe?

*Kê di sala 2013-15`de xwe ji îmzekirina peymana Kongra Netewî da alî ?(Balkêşe ku şêwirmendê Mesûd Barzanî Yê Îngilîzî li xwe mikur hat ku ,Wî nehiştîye Mesûd peymanê îmze bike).

*Kê piştgirîya dagirkirina Efrîn’ê kir û heta berîya Dewleta Tirk êrîş bike ew biteşwîq bû?

*Kê ji dewleta Tirk re pêşniyar kir ku dengê Rêbertîyê ji binî ve bibirin?..

Bi rastî jî, bi rêzkirina kiryarên îxaneta PDK`ê dilê mirov diêşe. Xwezî di şûna rêzkirina kiryarên îxaneta PDK`ê mirov Çîrokên berxwedan û lehengtîya wan li dijî neyaran bianîya ziman.

Lê divê bê zanîn ku îro heger Başûr heye ew xêra têkoşîna PKK`ê û Rêber Apo ye.

Ew gotina ku Barzanî dibêjin ;”me têkoşîn kir û îro em  gihan van destkeftîyan”ji binî ve derewe.

Çawa?Bi kurtasî em bi lêv bikin;

Tê zanîn ku piştî Peymana Cezairê M.Mistafa BARZANÎ teslîm bû. Kî çi dibêje bila bêje,aşî  batala teslîmîyete û qebûlkirina teslîmîyetê ye. Elî Esker û hevalên Wî ji ber ku Aşî  Batala qebûl nakin û pişt re gava xwestin di ser bakur re derbasî başûr bibin û careke din şer bikin, lê Barzanî bi destê eşîra Mamxûryan wî û dused pêşmergeyên pê re dikujin.

Piştî qebûlkirina AŞÎ BATAL tu xebatekê PDK`ê neman. Heta kengê? Heta ku di 15’ê Tebaxa sala 1984 an de PKK`ê dest bi têkoşîna çekdarî kir.Heta wan salan PDK`ê ji hêla hêzên Emperyal ve di cemedanê de hate parastin. Lê em dibînin ku çiqas têkoşîna PKK`ê li bakur û  çar parçeyên Kurdistan’ê bilind bû,ewqasa “qedra” PDK`ê zêde bû.

Pêşîya pêşîn fermandarên di asta jêr de li ser sînor bi Mesûd û Mam Celal re “hevdîtin” dikirin.Lê piştî ku pêvajoya serhildanan dest pê kir û Gerîla qadên berfereh xistin bin serwerîya xwe,”qîmeta” wan li cem rêveberên dewleta Tirk zêde bû. Ew “qîmet” jî di çarçoveya sîyaseta îngêltira de çê bû, Îngêltira -DYA bi dewleta Tirk dan fêmkirin ku bêyî PDK`ê-YNK`ê wê nikaribe li dijî Tevgera Azadîyê serkeftinekê bi dest bixe. Di wê demê de êrîşa tunekirina PKK`ê di Cotmeha sala 1992’an de dane dest pêkirin.Li ser wê îxanetê,wek “xelat” ji wan re dewletoka başûr ava kirin.

Gava hate dîtin ku ,PKK`ê ber bi dewletbûnê ve diçe,DYA-Îngiltere her du hêzên başûrî kirin yek û komploya navdewletî bi pêşengtîya wan dane dest pê kirin.Heger ew nebana lingê komplo dibêtîya ku hukimeta Maksîm Delama mafê rûniştandinê bida Rêber Apo pir zêde bû.

Bi kurtasî çiqas PKK`ê bi hêz bû,dewletên emperyal jî ewqasî hêz dan PDK’ê.

Divê bê zanîn ku hêzên emperyal heta niha nehiştine ku li Başûr hilberîn û aborîyeke li ser bingeha hilberînê bi pêş bikeve.Sedema vê yekê jî ewe ku gava PKK`ê hate tunekirin wê bi hêsanî dewletoka başûr ji holê rakin .

Yanê divê kesek xwe bi gotina wan ya ku dibêjin,”me têkoşîn kir û em gihan van rojan”nexape.

PKK`ê Tevgereke ku wê qet û qet neyê tunekirin, Rêber Apo gava di sala 1972’an de hatibû girtin ji xwe re gotibû ku ;”divê partîyekî ava bikim ku her tim bikaribe xwe nûh bike û tu carî neyê tunekirin”. Ev rastî,fermandarê giştî yê artêşa Tirk Îlker Başbog bi vî rengî bi lêv kiribû;”me pênc caran PKK`ê tune kir,lê her carê PKK`ê zanî xwe nûh bike”.

Rast e,îro tecrîdeke giran kirîye li ser Rêber Apo  û gelek hêz li dijî Tevgera Azadîyê ketine şer û PDK`ê jî li cem wan cihê xwe girtîye. Încax em ji dîrokê û rastîya têkoşîna gelan dizanin ku,cihê xayînan sergo ye û cihê berxwedêran jî bi tîpên zêrîn di dil û hişê gelan de tê neqiş kirin.SERKEFTIN JÎ YA YÊN DIZANIN JI BO ÇI Û ÇAWA TÊDIKOŞIN E!