Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kes nikare bi dîwaran Efrîn ji Rojava û Sûriyê qut bike

01/08/2023
in NÛÇE
A A
Kes nikare bi dîwaran Efrîn ji Rojava û Sûriyê qut bike
Share on FacebookShare on Twitter

Hewildanên dagirkeriya Tirkiyê yên guhartina demografîk li Efrînê bê navber berdewam in. Artêşa Tirk a dagirker dest bi avakirina dîwarê di navbera Efrîn û navçeya Şêrawa dike. Dîwar bi dirêjahiya 5 kîlometr û bilindahiya 3 metreyan, ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa heta gundê Beradê wê were danîn.

Zana Roj/ Şehba

Ji roja dagirkirina herêma Efrînê de dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê hemû siyaset û sûcên bê exlaqî li ser gelê resen dide meşandin. Armanca sereke ya dagirkeriya Tirkiyê piştî dagirkirinê, guhartina demografîk a herêmê pêkanîne. Di dîroka 18’ê Adara 2018 an de gelê Efrînê bi darê zorê koçberî herêma Şehba û deverên cuda bûn. Bi valakirina gel ji herêmê û bi cih kirina malbatên çeteyan di bajar û gundewarên Efrînê de, beşekî sereke ji vê guhertina demugrafîk a ku li Efrîn û seranserî heremên dagirkirî tê meşandin.

Herî dawî artêşa Tirk a dagirkert ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa heyanî gundê Beradê dest bi avakirina dîwar kiriye. Hêjayî gotinê ye ku pilana avakirina dîwar a bi armanca qutkirina herêma Efrînê ji kantona Şehbayê pilanekî demdirêje. Niha jî bi dirêjahiya 5 Kîlomete û bilindbûna 3 Metreyan dîwar tê avakirin. Heyanî niha bi qasî 2 Kîlometre hatiya avakirin û berdewam dike, li ser wan dîwaran jî têl tê danîn û bircên bi kemîre avadikin .

Têkildarî avakirina dîwaran a bi armanca qutkirina herêmê ji gelê resen gelê Efrînê li herêma Şehbayê nerazîbûna xwe dan raberkirin. Hemwelatiyên bi navê Şêraz Elî û Şêxo Îbrahîm ji rojnameya me re axivîn.

`Bi armanca qutkirina gel ji xaka Efrînê, dîwar tê avakirin`

Şêraz di destpêkê de anî ziman ku dagirkeriyê bi darê zorê em koçber kirin û niha jî dixwaze axa Efrînê ji me qut bike û wiha got: “Efrîn di encama berxwedaniya 58 rojan de bi pilangeriyeke navnetewî hat dagirkirin û em bi darê zorê ji gund û malên xwer koşber bûn. Di Efrînê de hemû kiryarên guhartina demografîk ji milê dewleta tirk a qirker û çeteyên wê ve tê meşandin. Gelê resen yên ku di Efrînê de me ne, rojane rastî girtin, revandin, kuştin û destdirêjiyê tên. Bi hezaran dar û daristan hatin qut kirin û axa wê hat talan kirin. Di Efrînê de welatiyên Efrînê ji hemû mafê xwe bê par e. Dagirkeriya Tirkiyê rûxmî tevahî kiryarên ku dike û rojane herêma Şehbayê û gelê sivîl armanc dike. Bi siyaseta avakirina dîwaran dixwaze Efrînê ji gelê wê qut bike û dagirkeriyê rewa bike”.

‘Kes nikare Efrîn ji Rojava û sûriyê veqetîne’

Şêraz diyar kir ku Efrîn perçeyek ji axa Rojava ye û wê nikaribin vê rastiyê biguherînin û wiha domand:”Efrîn parçeyek ji axa Kurdistanê ye û wê bi dagirkirin û avakirina dîwaran nikaribin vê rastiyê bidin guhartin. Faşîzma Tirkiyê bi guhartina demografîk û avakirina van dîwaran dixwaze Efrînê ji tavahî xaka Sûriyê û ji Rojavayê Kurdistanê qutbike. Lê hebûn û berxwedana gelê Efrînê wê tucaran derfetê nede ku plan û armancên dagirkerên Tikr û çeteyên wê bi serkeve.

`Li hember polîtîkeyên dijmin gel xwedî helwest e`

Girêdayî heman mijarê Şêxo Îbrahîm tekez kir ku siyasetên dagirkeriyê nikarin îradeya gel bişkînin û wiha got:”Dagirkeriya Tirkiyê bi êriş û van polîtîkeyan, dixwaze vîna gelê herêmê bişkîne û herêma Şehbayê valebike. Lê belê gelê Efrînê di oxira parastina herêmê û vegera Efrînê de gelek bedelên giran buha dan. Gel xwedî helweste li hember van êriş û polîtîkeyan. Ji ber vê yekê ev zêdetirî 5 salane bi îrade û berxwedaniyeke pîroz tavahî pilanên dijmin vala derdixin”.

` Rêxistinên navnetewî li hemberî guhartina demogarfî dengê xwe nakin`

“Li hember kiryarên di Efrînê de tên kirin Dewletên navetewê berpirsyarin” bi vê gotinê Şêxo wiha axaftina xwe bi dawî kir “Efrîn di encama pilangeriyeke navnetewî de hat dagirkirin. Hemû cure kiryar û guhartinên ku tên çêkirin di asta yekemîn de dewletên navnetewî berpirsyarin. Em bang li tevahî rêxistinên navnetewî dikin ku li hember guhartina demografiya ya ku li Efrînê ji milê dagirkeriya Tirk ve tê çêkirin biseknin û erkên xwe pêk bînin”.

 

 

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.