Rojnameya Ronahî

Xwedîderketina li şoreşê

Cîger Efrîn

Hesab pirsîn bi derketina dewletê re derket û heta dewlet û ferasetên dewletê hebin wê bêmafî hebe. Bêguman hesab karekî ku mêjî-aqil dixwaze.Angu bi aqil derxistina tiştan ji nav hev,peydakirina kêmahî û zêdebûnan bi aqil tê kirin.

Pirs ;karê mêjî-aqil yê herî kevnar û aqilê mirov bi pirsê bûye ber bi kamîlbûnê ve diçe. Çi guhartin di kes an jî civakê de çêbûne (baş an nebaş)hema hemû di encama pirsên di hişê mirov de qewimîne rûdane. Pirs, ji meraqa zanînê derketî. Mirovên pirsên hêja û kûr dipirsin wek feylesofan derketine. Serdestan herî pir êrîşî hêza pirsînê di mirov de kirî û dike û mirov bi jiyana rojane ve girê didin.Wek e, Rêbertiyê gotî;“ yên bi jiyana rojane ve hatibin girêdan kole ne!“. Li cihê ku pirsîn tunebe li wir ne zanebûneke rast heye,ne jî azadî heye;li wir koledar û kole heye.

Pirskirin;lêgerîn e,destpêka têkoşîna ramanî ye û di heman demê de raberkirina vînê ye! Ji lewra kesê/a ku napirse û li bersiva xwe nagere ew kole ye û di kolebûnê de rik kirine!

Mirovên ku  dipirsin û têkoşîna gihandina bersiveke rast dimeşînîn,azad dibin û xwedî li keda xwe derdikevin in! Yên bi tenê dipirsin û têkoşîna beralîkirina mij û perdeyên ku bersiva rastîn nixumandî nakin,kole ne, ji xwe re axayan mezin dikin û mafê wan ê gazinan jî tune ye!.

Ji alîyekî ve hesab pirsîn rexneye, xwestina rastkirina şaştiyê, li keda xwe xwedî derketine û israra di azadbûna rihê xwe de ye.

Gava em  jiyana Rêber Apo lêkolîn bikin,em ê bi awayekî vekirî bibînin ku, hemû jiyana Rêbertî hesab pirsîn e! Herî dawî bi pêşxistina paradîgma Modernîteya Demokratîk hesab hema ji her tiştî pirsî. Ji xwe felsefa Rêbertiyê;“tişta heyî nebaş e, ya baş gengaz e(mûmkine)“.Ev,gotina Rêbertiyê,pir zelal raberkirina hesab pirsîna ji her tişta heyî ye.

Yên hesab napirsin bi tenê gazincan dikin. Gazinckirin,karê kesê/a lewaz,kesê/a di xwe de vîna têkoşînê nabîne û tirsonek e! karê kesên ku li keda xwe xwedî dernakevin.Karê kesê/a rihetiya xwe xera nake.

Gazinckirin mirov biçûk dike. Mixabin îro li Rojava hinekî gazinckirin bi pêşketi ye.

Di serî de vê bêjin;gazinckirin qet nelayîqî kesekî/ê ye û divê tu kesek layîqî xwe jî nebîne. Her wiha divê em layîqî hevûd  jî nebînin û gava em rastî yekî/e wiha hatin,bi rexneyên xwe em jê re bibin alîkar ku zûtir ew xwe ji qirêjiya dewletê xelas bike.

Niha em her tiştî ji kîsê xwe fêrbûn/fêrdibin;Di Kurdistanê de şerê gerîla nehatibû kirin.Bi tenê Sîtav Îhsan Nûrî Paşa ceribandibû,lê derbarê wê heyamê de zêde dokuman tunebûn. Lewra şerê gerîla pêşengên me ji kîsê xwe fêr bûn,niha jî li Rojava em karê rêvebirinê ji kîsê xwe fêrdibin! Tu bixwazî nexwazî şaşîtî,kêmasî çêdibin,derdikevin.

Divê em baş bizanibin ku şoreş ne malê Kadro ye,ne yê rêveberan e! Kî dibe bila bibe kî li şoreşê û nirxên hatine afirandin xwedî derkeve,şoreş ya wan e!

Rêber Apo û şehîdan şoreşek diyarî me kir! Li me maye ku em şoreşê biparêzin. Parastin,bi bilindkirin û zêdekirina nirxan mûmkîn dibe.

Nihaşoreşa me derbasî duzdeh saliya xwe bû. Ev e,heger em wek gel bi awayekî rast û li gorî rastiya Rêbertiyê li hember şaştiyan derkevin û hesab bipirsin,wê rêveberî li gorî feraseta Rêber Apo were sererastkirin. Gelek rêbazên hesab pirsînê hene. Di komîn û meclisan de, di civînên bi gel re têne lidarxistin,bi nivîsandina raporan û hwd.Her wiha bi pêşxistina daxwaznameyên gilîkirinê jî hesab pirsîn mûmkin dibe. Heta ku encam were girtin,divê em hesab pirsînê bidomînin. Lê em carekê dibêjin û dev jê berdidin. Û piştre dest bi gazincan dikin.

Divê em bizanibin ku heta em wek gel nebin hêzeke hesab pirsînê,rêveber (kî dibe bila bibe) xwe rast nake. Lê gava em wek gel timî hesab bipirsin wê kesên rêvebir mecbûr bibin ku xwe sererast bikin.

Wekî mînak;tê gotin“filan kes diziyê dike,filan kes xwe li ser nirxan dide jiyan kirin.“ Temam,em hemû gotinên têne gotin bêjin rastin,me di civînên komînê de jî anî ziman lê guhartinek çênebû. Wê demê divê em herin daxwaznameyên gilîkirinê li saziyên peywendar pêşkêş bikin. Gava bi dehan daxwaznameyên gilîkirinê bi pêşket,wê hesab were pirsîn û yên rêvebir jî wê bizanibin ku  hêzeke hesab pirsînê heye û wê li gorî rastiya şoreşê tevbigerin. Lê na,“bila partî were rast bike,bila Qandîl mûdaxele bike“Halbûkî bi van gotinan em partî û Qandîl dikin hedef ji hêzên emperyal û dagirkeran re.Me beriya 25 salan bi wê ferasetê Rêbertî kir hedef,niha jî em nekevin heman şaşitiyê.

Bi taybetî jî malbatên me yên welatparêzên kevin û malbatên şehîdan, divê em bizanibin ku şoreş ne ya partiyê ye,şoreşa gel e! Partî pêşengtî kir,berdêlên giran dane ku, gel bi hemû pêkhateyên xwe li ser axeke azad xwe bi rêve bibe.Karê partiyê nîşandina xeta rast e û zanekirina gel e .Partiyê ev kir.Bêguman rista partiyê neqediye. Lê partî îro heye sibê tune ye. Încax gel wê her hebe. Ji lewra divê em wekî xwediyên şoreşê li ked,xwîn û xwêdana xwe xwedî derkevin.Timî şopdarên xeta Rêbertiyê bin.“Şaşitî hene,dizî heye,kesên dervayî axlaqê Rêbertiyê jiyan dikin hene,kesên zordariyê dikin,wekî rêjîma dewletê nêzî gel dibin,neheqiyan dikin hene“, wê demê bi rexneyan nebû em ê herin daxwaznameyên gilîkirinê pêşkêş bikin û şopdarê daxwaznameyên xwe bin. Em her dibêjin;“bijî Rêber Apo“,bi tenê bi vê gotinê Rêbertî najî! Jiyankirina Rêbertiyê bi jiyankirina pergala Netewa Demokratîk,Xweseriya Demokratîk e! Bi rûniştandin û jiyankirina felsefa “JIN JIYAN AZADΓ gengaz dibe.Pêdiviya Rêbertiyê bi pesndayînê tune ye,pêdiviya wî bi jiyankirina ramanên wî yên bi kedeke bêhempa bi pêşxistî û hemû temenê xwe di oxira wan de daye,heye!

Gava em wekî pêkhateyên heremê bi hesab pirsîna ji kesên dervayî axlaqê civaka demokratîk dijîn û timî li şoreşê xwedî derkevin,wê demê em ê Rêbertiyê bidin jînkirin û em ê layîqî şehîdan bin! Di serî de jî wê jiyana me xweşiktir û ewlementirbe.

Îro hemû hêzên dewletparêz li dijî şoreşa Rojava ne û bi awayekî dixwazin şoreşê têk bibin. Gava me wekî gel û hemû pêkhateyên heremê ji hundir ve rê nedin ku qirêjiyên dewletê di nava me de bijîn û me her hundirê mala xwe paqij girt,wê hemû êrîşên derva bê bandor bibin. Em ê layîqî Rêbertiyê,Tevgera Azadiyê,Şehîdên nemir û rastiya gelê şoreşger bin.

Îro kî dixwaze barê gerîla,hevalên di çiyayên azad de li ber xwe didin sivik bike,dewleta dagirker têk bibe û Rêber Apo di nava gelan de bibîne,divê hesab bipirse.Dervayî feraseta Partiyê nehêlibin kesek(kî dibe bila bibe)xwe li ser xwîna şehîdan,keda Rêbertiyê,cangoriya gerîla û xwêdana gel xwe bide jiyan kirin.

Ked mirov azad dike,lê gava mirov hesab bipirse û xwedî li keda xwe derkeve,xwedî li nirxên civakî derkeve, mirov azad dibe.Wekî din hemû gilî û gazinc valane û xizmetî dijberên şoreşê dikin.

Kesê/a ku şaşitiyan dibîne û heta şaşitî ji holê ranebe tênekoşe,tenê li her derê gilî û gazincên xwe tîne ziman,ew,bi wê kiryara xwe xizmetî her tiştî dike,bi tenê xizmetî şoreşê nake.

Demokrasî riya jiyana xweseriya Demokratîk e! Hesab pirsîn jî gava herî bingehîn a demokratîkbûna kes e.Kesê/a ku hesab nepirse ne demokrat e û dev ji hemû mafên xwe berdaye. Divê em wekî kes,gel û hemû pêkhateyên heremê kêliyekê zûtir li mafên xwe xwedî derkevin,beriya ku zeman derbas bibe.