Rojnameya Ronahî

LOZAN û Hilwestên li himber

Ahmeta Aktaş

Ji bo salvegera 100’an a Peymana Lozanê, îsal li wî cihê ku ev peymana qirker û xiyanetkar lê hatibû vajokirin/îmzekirin, hilwestên gelek hêja yên bi ruhê tolhildêr hatin dîtin.

Ev cara yekê ye ku ewqas bi hijmara berbiçav, ku nêzî 20 hezar kesî li wir civiyan, meşiyan, mitîng û konferans çêkirin.

Dibe ku were gotin ‘pir caran zêdeyî 100 hezar kes jî civiyane, meşiyane û miting çêkirine’. Rast e, lê belê vê carê gelek aliyên wê yên cudatir û giringtir hene.

Hema yek; cara ewil e ku di vê astê de ji çar parçeyên Kurdistanê û ji çar aliyên cîhanê Kurdistanî, li ser mijarekê, lê ne wisa mijarek ji rêzê, belê li dijî mijarek dîrokî ya di asta navdewletî de biryara tunekirina gelên Kurdistanê hatibû standin û hatibû îmze kirin, girseya gel kom bûye.

Du; vê carê, ne hema bi tenê li ser astek hestiyarî û acizbûnê ya sererû re, belê him gelên Kurdistanî û him dostên gelên Kurdistanî, yên li wê erdê sûc li dijî gelên Kurdistanê hatibû kirin, hemûyan bi yek dengî û bi heman cewherî yên zanistî dijberiyên xwe yên hevpar qirîyan. Yek ji nîşanên vê gotinê;

Sisê; Konferansek bi beşdariya 600 delegeyan hat organizekirin û 2 rojan dewam kir. Di vê Konferansê de biryarên hêja yên zanist û hesappirs hat in standin.

Çar; ev biryarên ku bi yekdengî hatin standin, li ber deriyê wî xaniyê ku ew biryarên tunekirina gelê Kurd û hemû gelên Kurdistanê hatibûn standin, bi girseya gel re, bi dengê bilind ji raya giştî cîhanê re hat e pêşkêş kirin.

Erê, bêgûman van hilwest û çalakiyên li dijî vê Peymana Lozanê ya mirina gelên Kurdistanê, gelek bi rûmet in, tije hêvî, bawerî û curet in. Lê divê were zanîn ku vana bi tinê, têrî ew armancên pîroz ên wê Konferansê û daxwazên gelên Kurdistanê nakin.

Lewma, ji bo ku van biryaran bikeve jiyanê/pratişîkê, divê li gorî wan, organizasyon were çêkirin; komîte, komisyon, ofis were vekirin û hwd.

Pêşeng û xebatkarên van hewldanên hêja, wê hêviyê û baweriyê didin ku ew ê, vê xebata hêja bi ser bixin.

Belê di salvegera vê mijara neyînî ya dîrokî de, du hilwest gelek balê dikişîne, yek; a dewleta Tirka, du; ya Malbata Berzanî!

Bi taybetî bêdengmana Erdogan balkêş e. Ji ber ku heta nuha hema li himber her çalakiyên wisa, bi zimanê lewitî êrîş dikir, lê vê carê hêjî bêdenge.

Dibe ku Erdogan, dît wê ti berhemê bi dest nexe û îca berovajî Tevgêra Azadiyê sûd werbigre. Lewma bêdeng ma.

Ji xwe ji bo bêdengiya Malbata Berzanî, pêdivî bi şîroveyê jî nîne, ji ber ku êdî bûye parçeyek jî siyaseta Erdogan û hemû ferman û planan ji wir distîne û dide meşandin. Ma ne diyar e; gelê me li Ewrupayê, gerîlla li welat, ji bo pêşî li êrîşên dewleta tirk bigre, berxwedanek qehremane dimeşîne, lê Nêçîr û Mesrûr jî, milê xwe dane fermandarê xwe Erdogan û bi hev re dujminkariya gelê Kurdistanê dikin.

Temenê xiyanetê dirêj nakişîne!