Rojnameya Ronahî

Zanista Şoreşa Jinê Jineolojî

Zozan Sîma

Qasî ku pirsa çima jineolojî pewiste tê kirin, heya niha zanistê civakî çima mijara jinê nekirine rojeva xwe nayê pirsîn. Bi sedan salan zanistê civakî li ser ezmunên mêran civak tahlil kir. Dema qala civakê dikirin têkiliyên siyasî, aborî û civakî yên zilaman esas digirtin. Di qadên jiyanê de nebûna jinan, sînorên ku li hember tevlîbûna van hatina danîn ne dihatin dîtin û ev rewş bi xwezaya jinan ya kêm re dihat îzah kirin. Zanista civakî heman demê de hemû civakan jî tahlil nekirin. Tahlilên li ser civaka Ewrupa weke tahlilên hemû cihanê pêşkêş kirin. Hemû civaka Ewrupa jî esas nehat girtin hinek welat û hinek çîn hatin tahlil kirin. Ji ber vê sedemê jî zanistê civakî pênase û analîzên xwe de ketin gelek şaştiyan. Dema pênase û analîz şaş bin çareserî jî çênabin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn rexneyên li ser rêbazên zanistî ya Ewrupa zêde bûn. Gelên bindest, herêmên dervayî Ewrupa û jinên tekoşînvan rexneyên dijwar li hember anîn ziman.

Jineolojî jî yek ji van hewldanane ku di zanistên civakî de guherînan çêbike. Tehlîlên Rêber Apo û 40 sal tecrubeya tevgera jinên azad yên Kurdistanê bi rêbazên xwe yên analîz kirinê, tesbîtên xwe li ser pirsgirêkan û rêbazên xwe yên çareserkirinê ev şênber kirin. Jineolojî kombûna van ezmûnên ku di bin şert û mercên gelek giran yên şer û tekoşînê de ava bû. Ji ber vê sedemê jineolojî bingeha yekemîn a tekoşîna jinên Kurdistanê û fikir û nêrînên Rêber Apo li ser mijara azadiya jinê ye. Heman demê de ji ber ku herem û cihê ku şoreşa jinê ya yekemîn pêk hatiyê, civaka ku hîn van nirxan diparêze lekolîn û zanebûna xwe li ser van nirxan pêş dixe. Ev jî bingeha jineolojî ya duyemîn e. Ya sêyemîn jî ezmûnên jinên cîhanê ya tekoşîn, fikir û çalakiyêne.

Xebatên ekadamiya jineolojî ya destpêkê di çarçoveya têgihiştin û danasîna Jîneolojiyê de bûn. Di vê bingehê de bi xebatên lêkolîn-lêgerînê, dayîna dersan, amedekirina materyalên dersan re danhevek hat bidestxistin. Di asta duyemîn de xebatên avakirina komîteyên Jîneolojî, vekirina navendên lêkolînê, rêxistinkirina konferans û sempozyuman hatin pêşxistin. Danasîna Jîneolojiyê û sazîkirina vê hin jî dewam dike. Heya demekê bersiva pirsên, “Jîneolojî çiye, çi dike?” dayîn esas bû. Lê êdî jineolojî çawa bibe zanista şoreşa jinê, hevjiyana azad ava kirinê de çawa rola xwe bilîze, serxistina projeya guhertina zilam çawa pêk bîne, kirdêbuyîna jinê misogerkirinê de rêbazên çawa bikar bîne, li ser van mijaran tê sekinandin. Li hemberî êrîşên bîrdozî û fizîkî yên dijmin xwe bigihînin merheleya ku di asta têgeh, teorî û rêxistînî de bibin bersiv. Bi qasî berfirehbûnê kûrbûn, qasî danasînê pêşxistina tezên nû yê çareseriya pirsgirêkan tê rawestîn.

Bendewariyên ji xebatên Jîneolojiyê zêde ne, lê di şênberkirina ka em ê van bendewariyan çawa pêşwazî bikin de heta niha zehmetî çêbûn. Em di serdema şoreşên jinan de ne û îdîaya me ya pêşengtiya vê şoreşê heye. Ev jî pêwîstiyê çêdike ku di nav şoreşê de saziyên jin wekî biryargehên şoreşgerî kar bikin. Ji bo ku di vê astê de bi lez tevbigerin, di dem û cihê xwe de gav bavêjin, pêdivî bi mekanîzmayên çêker ên navendîbûna zêde û avasaziya burokratîk derbas dikin, heye. Ji ber vê sedemê di nav pergala me de jinên ku kardikin divê lênêrîna di çarçoveya Jîneolojiyê de qezenç bikin. Ji bo qezençkirina vê lênêrînê, gelek kar hatin meşandin. Lê em dibînin ku hîn ev kar têrê nake. Xebatên bîrdozî-fikrî ji bo komîteya Jîneolojiyê, xebatên perwerdeyê ji bo komîteyên perwerdeyê, pirsgirêkên civakî ji bo komîte û rêxistinên xebatên avakirinê dimeşînin bihêlin, ev li gorî şixulandina pergala konfederal nabe. Di rastiyê de em bi van ferasetan berpirsyariyên xwe yên pêşengtiyê hewaleyî cihên din dikin. Sîstema konfederal, sîstemek bi tûnî û girêbendî ye (organik). Pêwîste bi rengekî ku hev temam bikin birêve biçe. Erkên her saziyê cuda ne. Lê di zemîna tevgera me ya jinê de, bêyî ku cudahiya rêveberî û avadaniyê were kirin, berpirsyariya her jineke heye ku di Jîneolojiyê de kûr bibe, xebatên xwe bi vê perspektîfê bimeşîne.

Tişta herî bingehîn ku em wekî kûrbûna di Jîneolojiyê de behsa wê dikin di rastiyê de ew e, ku em naverokek zanistî ji bo hemû xebatên xwe bidin qezençkirin. Em di nirxandinên xwe de behsa wê dikin ku encamên xebatan, serkeftin û binkeftinên wan bi rêbaza zanistî binirxînin. Em bi agahiyên kêm, hinek caran jî bi agahiyên nerast şîroveyan dikin, ji ber vê yekê hinek caran em xwe dighînin jêderanînên (encam) xelet. Gelemperîkirina zêde yan jî sînordarkirin-kêmbûnparêzî (indirmecilik) dikare bibe sedema gelek analîz û pratîkên xelet. Di nirxandina me ya bûyeran, biryar û pratîkên me de serasertiya fikrî pirsgirêkên cidî di afirînin. Di cih û warên şoreşa jinê de li ser buyerên civakî ya ku jin ru bi ru diminîn  divê nêrînên kevneperest an jî lîberal serwer nebin. Dema ku gotin û nêrînên zayendperest wekî xwezayî werin dîtin. Di vê derê de êrîşên bîrdozî û şerê taybet bi bandor dibin. Zayendperestî yek ji bîrdoziya herî bi bandor û kevnar a deshilatdariyê ye. Dema ku bi bertek û zanebûnê û tekoşînê neyê asteng kirin, li her cihê tundî, piçûk dîtin, dest dirêjî û erîşên ser jinan rewa bike.   Di vê serdema ku wekî serdema enformasyon an jî zanîn-zanyariyê tên pênasekirin de, ji feqîrtiya zanînê zêdetir, di bin bombebarana zanînê de gêjbûn behsa mijarê ye. Bêqontroliyeke ku hinek caran nayê zanîn agahî  ji kê re, çima û çawa hatiye ragihandin heye. Ji ber vê sedemê jî îro zanîn nabe hişmendî, agahiya derneketiye hişmendiyê xeletiyên cidî di afirîne, dibe sedema rizandinê. Di nav agahiyan de cehaletê kûr hatiye afirandin. Rêbazên perwedeya jineolojî de, di navbera zanîn û jiyanê de girêdanbûn çêkirin, hêza şîrovekirinê dayîna qezenckirin esase. Yek alî fêrkirin zêdetir rêbazên bi hevre fêrbûn tên pêşxistin. Di navbera mijarên perwerde û pêwîstiyên kesên hatiye perwerdê hevsengî tê ava kirin.  Pêwîste di xebatên me yên perwerdeyê de zanîn veguhere hişmendiyê, rêbaz û mijarên ku dê di navbera pirsgirêkên civakî û mufredatên me yên dersan de wekheviyekê çêbike esas werin girtin. Mînak eger agahiyên me yên derbarê azadiya jinê de veneguherin hişmendî, têkoşîn û nakokiyên zayendî, ev agahî wê rolek rizîkirinê bilîze. Eger zanîna me ya têkildarî ekolojiya çanda jiyana ekolojîk ne afirîne, eger dahurandinên me yên derbarê desthilatdariyê de kesayeta me demokratîk neke, şeklê me yê bidestxistina van agahiyan û bikaranîna wan muhtacî pirsyariyê ne. Tiştên em dixwînin, li gel tiştên em fêr bûne çavkaniya herî girîng a zanînê û tecrubeya me ya jiyanê ye. Dema me ew hêz nîşan neda ku em serkeftin, binkeftin, keyfxweşî û êşên xwe veguherînin tecrubeya jiyanê, em her tim amator dimînin, ji tecrübeyê bêpar, di nava lawazî û dubarebûnan de dijîn.

Dema bav an jî birayê li malê, patronê li cihê kar, hevjîn an jî xweşewîst bi perdeyên civaka zayendîperest xwe vedişêrin, têkoşîna şoreşgerî van perdeyan hemûyan radike. Şoreşa jinê jî têkiliyên jin û mêr bê bandorkirina zayendperestî û şêweyên têkiliyên nû avakirine. Gotin, tevger û hestên me di nav têkiliyên civakî de şekil digirin. Ger ev têkiliyên civakî de tekoşîneke azadiyê nebe kesayet, gotin û refdariya me jî bi pîvanên kevneperest an jî lîberal şikil bigire. Kar û xebatên jineolojî de, perwedeyên jineolojî de em herî zêde li ser van mijaran radiwestin. Ji ber ku serdema ku em têdene civak di bin çembera qirkirinê re derbas dibe, ji ber vê divê em pirsgirêkên civakî di bingeha dahûrandina sedemên sosyolojîk de binirxînin. Lêkolînên sosyolojîk yê civakî jî yê karê esasî yê navendên jineolojiyê. Li hember vê rewşê ku rastiya civakî evqasî bi lez guhertinan dijî de, em mecbûrin dahûrandinên xwe hîn zêdetir di bingeha sosyolojîk de bikin. Lênêrîna sosyolojîk çiye? Em ê çawa sosyolojîk binêrin? Çima divê em sosyolojîk binêrin? Encamên ku em bi awayekî sosyolojîk li bûyer û diyardeyan nenêrîn çine? Ev mijarên ku divê li ser bê rawestîn in.

Nêzîkatiya Rêbertiya me ya sosyolojîk, xwe dispêre dahûrandinên ekademiya Mahsum Korkmaz a ku bîst salan têde dahûrandina şoreşgeran hate çêkirin. Rêbertiyê rastiya mêtingeriya taybet a li ser Kurdistanê li gorî rewşên hestewarî, şêweyên ramanê û teyisandinên wê yên estetîk ku di civaka Kurd de derdikevin holê nirxandiye. Rewşa mêtingeriya hîn kûrtir a di jinê de jî bi heman rêbazê dahûrandiye. Tişta ku Jîneolojiyê pêk tîne; qasî dahûrandina nasnameya jinê ya mêtingeriyê, ewqas jî dibe teoriyên têkildarî şêweyê azadkirina jinê.

Di nêzîkahiya zanistî ya girêdayî paradigmaya modernîteya demokratîk de, sedem û dîmenên bûyeran cuda dibin. Helwest û biryarên me jî cuda û çêker dibin. Tişta em jê re dibêjin paradigma di rastiyê de lênêrîn e. Dema em ji aliyekî din ve li pirsgirêka bûye koregirêk binêrin, dikarin bi amûr û rêbazên xwe, bi hêza xwe wana çareser bikin û ev gelek caran hatiye ceribandin, pêkanîn. Rastiya ku ev demek dirêj e em wekî neketina nava paradîgmayê pênase dikin jî vê rewşê îfade dike. Di nêzîkahiya me ya hemberî xweza û mirovan de, di nirxandinên me yên têkildarî bûyer û diyardeyan de, her çiqasî gotinên me têkildarî paradigmaya modernîteya demokratîk bin jî, di pratîkê de bandorên ol, nêzîkahiyên pozîtîvîst-oryantalîst hene; ev jî xitimandinê çêdikin.  Di vê noqteyê de pêwîste em di çarçoveya nûkirina nêzîkahî, pirsyarîkirin û lênêrîna xwe ya paradîgmayî de lêhûrbûna xwe kûr bikin.

Li hemberî feraseta zanînê ya qada akademîk a nava sîstemê ku ji jiyan û civakê qut bûye, me di zemînên akademîk de ferqa xwe hîn baştir dîtiye. Spartekên bîrdozî û pêwendiya ku Jîneolojiyê bi civakê re çêkiriye, baweriyê di afirîne. Potansiyela ku em dikarin lênêrîna derdikeve derveyî sînorên yekdestiyên sermayeyê bi afirînin eleqeyê çêdike. Divê em qada akademîk nekin navenda xebata xwe, lê wekî qadek têkoşînê bibînin û helwestek zelal nîşan bidin. Tenê bi rexnekirinê sînordar nemînin û li gorî tecrubeyên xwe nirxandin û vegotin bandorekê mezin çêdike û ev pêwîstiyek e. Wekî akademiya Jîneolojiyê