Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘PDK hevkarê rawakirina Dagirkeriyê ye’

29/07/2023
in NÛÇE
A A
‘PDK hevkarê rawakirina Dagirkeriyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

PDK’ê di xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker de ti sînoran nas nake û di dijminatiya li dijî Kurdan de jî bûye hevkarê dijminê gelê xwe. Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Eseed Menan diyar kir ku careke din bi temsîlkirina xeta xiyanetê, PDK û dûvikê wê ENKS’ê  di bin navê alîkariyên mirovî de saziyên xwe li Efrînê vedikin û armanca wan ya sereke jî rewakirin dagirkeriyê ye.

Zana Roj/ Şehba

Ji roja dagirkirina Efrînê de dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan tavahî sûcên dijmirovî û derveyî exlaq li ser gel didin meşandin. Kiryarên dagirkeriyê; ji guhartina demografîk, kuştin, revandin, tecawîzkirin, talankirin, qutkirina dar û daristanan bê navber dewam dikin. Bi guhartina nasname, bikaranîna pereyên Tirkiyê û vekirina saziyên xwe, herwiha ferzkirina  zimanê Tirkî di perwerdeyê li dibistan û zanîngehan de, dewleta Tirk dagirker hewil dide ku guhertina demografîk bi lez pêk bîne. Da van demêm dawiyê de di bi navê alîkariyên mirovî, PDK’ê û ENKS’ê navendên saziyên xwe didin vekirin. Ew bi vekirina saziyên xwe di hundir Efrênê de  hewil didin ku dagirkeriyê rewa bikin.

Derbarê vekirina navendên saziyên ENKS û PDK’ê di Efrînê de, her wiha berdewamkirina xeta xiyanetê ya ku bi 10’ê salan ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin, endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Eseed Menan ji rojnameya me re axivî.

‘Xeta xiyanetê berdewame’

Eseed bal kişand ser plan û êrîşên li dijî kurdan tên meşandin û wiha got: “Beriya peymana Lozanê bi 3 salan  peymana SÎVR hatibû organize kirin, di wir de hin mefên Kurdan hatin diyarkirin ku Kurd dikarin statûya xwe bistînin û bibin xwedê dewlet. Di sala 1923’an de peymana Lozanê hat îmzekirin. Di nava vê peymanê de biryarên SÎVR ya ji bo Kurdan bi pilaneke di navbera hêzên navnetewî û Tirkiyê de hat guhartin. Di dîrokê de divê em ji bîr nekin vê yekê ku yî nûnertiya Tirkiyê di Lozanê de kir Kurd bû ; Asmat Enûnû bû. Di Lozanê de got “Em dewletê naxwazin û em û Tirkan birane, em dikarin bi hev re jiyan bikin”. Di vir de tê diyarkirin ku Kurdên xiyanet temsîl kirine û hêştin ku mafê gelekî bê tunekirin û Kurdistaneke ser bixwe neyê avakirin, her hebûn. Ji bo berjewendiyên kesayetî a niha em bedel didin. Û ev yek heyanî vê rojê jî her berdewam e. Di roja îro de li dijî gelê Kurd PDK’ê hevkarê yekemîn yê dagirkeriya tirkiyê  ye “.

`Dîrok û pilanên sedsalî guhartin`

Eseed anî ziman ku gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê di qirkirineke etnîkî û çandî re derbas bûn û wiha domand: “Di nava van pilanan de Kurdistan hat perçekirin û siyaseta qirkirinê hat destpêkirin. Gelê kurd bû qurbanê van peymanan. Di bin navê netewdewlet de kurd di fermanan re derbas bû, gundên kurdan hatin şewtandin, kurd bê biryar hiştin û di çar perçeyan de di nava qirkirineke etnîkî û çandî re derbas bûn. Ev hemû jêdara xwe ji planên navnetewî, pêşketina xeta xiyanetê û berjewendiyên kesayetî werdigre. Dema niha jî gelê kurd di sedsala 21 mîn de bi îdeolojî û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan dîrokê diguherîne û planên sedsalî hildiweşîne”.

`Di Efrînê de rengê Kurdan tune dike`

Eseed diyar kir ku dewleta Tirk û komên çeteyan bi dagirkirina Efrînê re xwestin armancên xwe yên dîrokî pêk bînê û wiha domand: “Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girydayî wê ,di Efrînê de tavahî rê û rêbazên helandinê pêk tînin. Ji bo guhartina demografiya Efrînê, gelên Ereb li wir bi cih dike, malên mêtîngeriyê ava dike, her wiha bi navê Turkmenan partiyan ava dike. Bi kiryarên xwe yên li ser gelê resen êdî rengê Kurdan tune dike, kuştin, revandin, dizî, destavêtin û talankirina mal û milkên gel bênavber didomîne . Bi van polîtîkeyan Tirkiyê dixwaze bighêje  armancên xwe yên dîrokî; ku wekî Lîwaa Iskenderona li Efrîn jî bikin”.

`PDK bi vekirina navendên xwe dagirkeriyê rawa dike`

Eseed anî ziman ku ENKS’ê dagirkirina Efrînê weke rizgarkirinê pênase dike û saziyên xwe ava dike û wiha got: “Dagirkirina Efrînê ji bo partiyên Kurd yên xayîn weke ENKS ê, tê wateya rizgarkirinê. ENKS’e yê ku bi destê PDK’ê tê birêvebirin, dagirkeriya Efrînê rawa dibîne. Tevî ku hemû kiryarên dijmirovî jî  li pêşiya çavên wan dihatin kirin. Di van demên dawiyê de, di bin navê saziyên xêrxwaziyê yên Berezanî de, navendên xwe di hundir Efrênê de vedikin. Her wiha banga gelên Efrînê yên Koçber bûne dikin ku vegerin Efrînê. Careke din di xeta xiyanetê de dimeşin û bi dijmnê Kurdan re dibin yek. Vekirina van navendan wekî ku dagirkirina Efrînê rewa dibînin.”

`Ji bo têkbirina dagirkeriyê hevgirtin pêwîste`

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat Eseed Menan di dawiya axaftina xwe diyar kir ku ger em li hember dijmin nebin yek emê nikaribin Kurdistaneke azad avabikin û wiha got: “Planên ku di dîrokê de ji bo tunekirina Kurdan hatine pilankirin, divê werin hilweşandin. Her wiha xiyaneta ku dihate kirin, divê were derbaskirin. Pêwîste hevgirtinek di mijara rizgarkirina axa Kurdistanê ji dijmin bê avakirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.