Rojnameya Ronahî

Civakek nû tenê bi çandek nû gengaz e

Zekî Bedran

Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin dorpêçek mezin de ye. Taybet dewleta Tirk hebûna demokratîk a li vir, hebûna Kurdan ji bo xwe weke xeteriyek mezin û dijminiyekî dibîne. Li gel ku hinek herêm dagir kiriye û nîjada Kurd tune dike jî dijminahiya wî kêm nabe. Berovajî dagirkirina Sûriyê wî bi cesarettir dike û bê navber êriş dike. Ji bo planên nû yên dagirkeriyê di lêgerînan de ye, tifaqan çêdike û dikeve bazarê. Hikumeta Şamê jî hem demokrasiyê, hem jî xweseriya ku Kurd bi nasnameya xwe tê de dijîn ji xwe re weke dijmin dibîne. Li gor wan jî teqez divê herêm rêveberiya xweser were desteserkirin û rêveberiyên heyî ji holê bên rakirin.

Îran û Rûsya hikumeta Şamê destek dikin. Hewl didin li ser lingan bihêlin. Tirkiye, Îran, Sûriye û Rûsya di mijara derketina DYE û hêzên koalîsyonê ji Sûriyê di hevdîtinên Astanayê de bûn yek. Eger DYE ji herêmê derbikeve dê Kurd û rêveberiya xweser xwe li ser lingan negire û ji êrişan re destdayî be. Ji derveyî wê, eger herêmên petrolê û derfetên aborî ji destê wan derbikevin nikarin xwe bidebirînin û belav bibin. Ev hêz hesabên wiha dikin. Dê xizmet rawestin û eger gel ji derfetên aborî bê par bimîne dê rêveberiya xweser tesfiye bibe. Ji derveyî wê dê mirov bê kar û birçî bimînin. Di heman demê de dema jiyana wan bikeve xeteriyê dê axa xwe biterikînin. Ev hêz wiha difikirin. Jİ ber wê jî hertim êriş, sîwqastên bejahî û hewayî her diçe zêde dibin. Ji bo bêîstiqrariya herêmê û kûrbûna aloziyê bi şêweyekî li hev dikin.

DYE û welatên NATO’yê li dijî êrişên dewleta Tirk ranewestiyan û xwedî li rêveberiya xweser derneketin û piştgirî nedan ê. Di vê mijarê de gelek analîz û nêrîn hatin weşandin, tê nîqaşkirin. Pêwîst nake em bikevin hûrguliyên wê. Em nikarin bêjin ev dorpêç û êriş bê bandor in. Taybet di demên dawî de derketina ji welat zêde bûye. Hîn zêdetir ciwan derdikevin.

Li hemberî vê dorpêç û êrişan rêya herî bibandor û mayînde xwe birêxistinkirina gel e. Bi lihêvîmayîna hêzên derve nikarin bigihin tu deran. Gelê herêmê ev dît û jiya. Serguzeşt û têgihiştinek diyar jî çêbû. Lê hîn jî di rêxistinbûnê de pirsgirêk û kêmahî hene. Taybet perwerdekirin û rêxistinbûna gel neçare bibe mijara sereke. Akademiyên demokrasiyê hene ku ev bi salane perwerdeyê didin. Bi hezaran mirov di van akademiyan de perwerde dîtin. Lê encamên wê qasî tê xwestin nateyîsin pratîkê. Eger civakek demokratîk bê avakirin, divê gel di vî alî de bê perwerdekirin û rêxistinkirin. Tenê bi vê perwerde û rêxistinê komîn û meclîs dikarin bên aktîfkirin û gel fêrî xwe birêvebirinê bibe.

Armanca rêveberiya xweser ne rêxistinek bi terzê dewletê ye. Armanc pergalek demokratîk e ku civak di navendê de be. Ev jî tenê dikare bi pergala komîn û meclîsan pêk were. Di vî alî de erkê rêveberiya xweser ew e ku bi sazî û xebatên xwe civaka rêxistinkirî ava bike. Eger rêveberî kesayetek bîrokratîk qezenç bikin û ji gel qut bibin dê tesfiye bibin. Rêveberiya xweser hêza xwe ji gel digre. Eger civak rêxistinkirî be, dikare xwe biparêze, bi hêza hilberînê aboriya xwe rêxistin bike. Civakek rêxistinkirî û têgihiştî pişta xwe dide hêza xwe ya cewherî û dikare tevahî pêwîstiyên xwe peyda bike.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê niha serweriya hikumetek navendî tune ye. Gel xwe diparêze û rêxistin dike. Tevahî ol, nasnameyên cuda û çand dikarin di nava aştiyê de bi hev re bijîn. Tama jiyana hevpar girtine. Ne di wê lêgerînê de ne ku bibin serwerên hev. Ev pir girîng e û rewşek nû ye. Ev rewş bi serê xwe şoreşekî îfade dike. Li herêmek weke Rojhilata Navîn jin di civakê de bi bandor in û rolek pêşeng dilîzin, ev lingê herî bihêz ê şoreşê ye. Lê weke me diyar kirî ev şoreş û destkeftî neketine bin mîsogeriyê. Di hedefê de ye û dixwazin ji holê rakin. Ji be wê jî pêwîste di demokrasiyê de bi israr bin û ji bo vê çandê bikin malê gel bê navber bixebitin. Tevahî meclîs, ronakbîr û yên di rêveberiya xweser de cih digirin, pêwîste bê rawestan û bê ku xwe li pişt hinceta veşêrin, ji bo avakirina çandek demokratîk lezê bidin xebatên xwe. Divê kes li benda kesî nemîne. Herkes û her sazî, kesên ji xwe re dibêjin em pêşengin, bi ruhek seferberiyê bi erkê rêxistinkirin û perwerdekirina civakê re rû bi rû ne. Heta ku çandek nû neyê avakirin, şoreş û destkefiyên wê nakevin bin mîsogeriyê. Dê tevahî ked û berdêlên hatine dayîn berhewa bin.