Rojnameya Ronahî

Rêwiyê riya azadiyê…(2)

Fehîma Deştan

Di sala 1989’an de ji bo tekoşîna çekdarî tevlî nava refên Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê ARGK’ê dibe û derbasî qadên çiyayê Kurdistanê Botan dibe. Li herêma Elkê, Qaşûra, Metîna, Feraşîn û Herûrê xebatên leşkerî dide meşandin.Li Feraşînê xebata nav gel jî dide meşandin. Di 7’ê Nîsana 1990’î, li herêma Elkê, Komata tevî yekîneya xwe, dijmin û çeteyan oparasyoneke bê yeman bi ser wan de tînin. Oparasyona ku di encama sîxûriya çetan de, bi çend bendan li derdora wan digerînin û wan dikin çemberê de. Piştî pevçûnên dijwar û berxwedaniyeke bêhempa, li hemberî çete û leşkeran hin hevalên ku birîndar bûne dîl dikevin destê dijmin de. Huseyîn û du hevalên xwe ji bi birîndarî dîl dikevin destên çetan de. Çete îxaneta xwe kûrtir dikin û wan radestî  dijmin dikin. Dijmin wan bi awayekî hovane li Beytuşebabê pêşberî gel îşekence dike. Da ku wan li pêşberî gelê Elkê radest bigire û di bin ala Tirkan re derbas bike, ruhê wan ê azadixwaz teslîm bigre. Lê tevî işkenceyeke dijwar jî, Hevalê Huseyîn ku di destpêka tevlîbûna xwe de berxwedana milîtanên PKK’ê ji bo xwe mînaka sereke girtiye, tîne bîra xwe û wê xwesteka dijmin pêknayîne û helwesta xwe ya mîlîtantiya PKK’ê li wir nîşan dide. Dijmin wan bi birîndariyeke giran û serhişçûyî, derbasî zindana Amedê dike. Huseyîn Şawîş li hemberî îşkenceya dijmin a hov, teslîmbûn û bêmoralbûnê qet qebûl nake. Şop û rêka berxwedaniya milîtanên PKK’ê bi helwesteke zelal nîşan dide. Bi rewşa xwe ya birîndarî tê darzandin. Li hemberî zilm û bêmafiya dijmin di zindanê de bi moral tevlî jiyanê dibe. Di warê îdeolojîk de xwe kûr dike, ruhê milîtanê pêşeng, bi sekneke ku layîqî xeta rêxistinê bibe pêşkêş dike û dijî. Pênûsa xwe ya dengvedan û hizrên azadiyê bi rewşenbiriya Kurdekî azad, di meydanên rastiya dîrok û çanda Kurdî de dibezîne. Bi nivîsên wêjeyî, teorîk, lêkolîn, helbest, çîrok, werger û ramanên xwe, dîwarê dîlbûnê dirûxîne. Pênûsa xwe bi zanyarî helwesta têkoşîna gelê Kurd, xweşikbûna welat, ziman, çand, jiyan, helbest, çîrok, lêkolîn, şano, filiklor û rewşenbîriya azad xemilandiye. Xeyalên xwe bi wêjevaniya jiyanhezekî li asîmanên Kurdistanê firandiye.

Piştî 15 e sal û  6 mehan ji zindana Tirkan derketiye û derbasî Rojavayê Kurdistanê, cihê serpêhatiya xwe dibe. Lê belê rêjîma Sûriyê dijwariya li hemberî kadro dide meşandin, qet wî rehet nahêle. Her roj lêpirsîn û tengasiyên curbicur derxistiye pêşberî wî. Careke din berê xwe dide mêrg, zozan û bilindiya çiyayên Kurdistanê. Bi coş û heyecaneke bêriyê tevlî xebatên gerîla dibe. Rêka gerîlatiya xwe berdewam dike. Li nav jiyan û erkên xwe de, pêşengtî, ruhê hevaltiya PKK’ê jiyaye û daye jiyîn. Bi qedandina dewreya perwerdeya PKK’ê, di rêveberiyê de cihê xwe digre.

Bi çirsandina şoreşa Rojava re, cih di nav amadekariya şoreşê de digre. Helwestên şoreşgerî, milîtaniyeke derwêşane, bi ruhê milîtanên PKK’ê yê hemdem, bi coşa şoreşê re tevgeriyaye. Seranserî qada şoreşa Rojava kar kiriye. Bi coşa şoreşê û pêşveçûna tekoşînê re kêlî bi kêlî çalakiya pêngavê di siyaset û wêjeya xwe de nîşan daye. Pêşengtî, rewşenbîriya demê, wêjeya bedewiya Kurdistanê, çand, filiklora Kurdî hûnandiye. Kesayeteke milîtan di jiyîn û nivîsa xwe de pêkaniye. Bi vîn û berxwedanê li hemberî paşverotiyê, parastina nirxên tekoşînê li dijî kes û tevgerên dilnexwazên şoreşê nîşan daye. Xeta îxaneta PDK’ê bi helwest û sekineke zelal, bi nivîs û nêrînên xwe, eşkere kiriye. Di qada perwerdekirina gel û kadro de roleke sereke lîstiye. Ji bo mayendekirina nirxên şoreşê, avakirina kesayet û jiyana nû, erka xwe bi awayekî layiqê şoreşê bi cih aniye. Merem û xwesteka gelê kurd ê azadîxwaz, bi hestiyariyeke mezin û lez şopandiye. Bi dijwariya şoreşa Rojava re li hemberî hevkarî û kevneperestiya li Kurdistanê bi xîtabên zelal û pênûsa xwe di kovar û rojnemeyan de êrîşên li ser şoreşê eşker kiriye. Weke milîtanekî PKK’ê bi xîtabê xwe yê xurt di nav gel de tevgeriyaye. Di qada rêxistinî, leşkerî û rewşenbîriyê de bi awayekî çalak xebitiye. Da ezmûna xwe yên salan li nav PKK’ê jiyayî û şahîdiya gelek dem û cihan kiriye mayende bike, bi biryar dest bi lêhûrbûn û amadekariya nivîsandina romana Serok Apo kiriye.

Bi berfirehbûna şoreşê re fermandarî û perwerdeya fikir û ramanên Rêber Apo ji bo piradîgma nû, avakirina konfedaralîzma demokratîk mayende bibe, bi zihniyeta şerê gelê şoreşgerî, hêzên YPG’ê, û gel perwerde kiriye. Ji bo pêşengtiya bîrdozî, siyasî di destpêka pêngava Rojava de, di xebatên qada civakî û zimanê kurdî SZK’ de rola pêşengtiyê lîstiye. Her wiha di nav xebatên TV DEM, Zanist û Ronakbîrî, Komîteya perwerdeya hêzên leşkerî, berdevkiya hêzên parastinê û xebatên rêxistinî kiriye. Bi dirêjiya temenê xwe yê di nav şoreşê de hem li nav gel, çiya, zindan û ji destpêka tevlîbûnê ta avakirina şoreşa Rojava, bêrawestan xebat daye meşandin. Di fikir, zikir û çalakiyê de xwe gihandiye asta kadroyekî pispor. Di damezirandina SZK’ê de roleke şînber lîstiye. Da ku tekoşîn û çand û zimanê Kurdî mayende bibe, di pêşxistina zimanê dayîkê de pêşengtî û rêveberiyê de cih girtiye. Kedeke bêhampa ji bo parastin û pêşxistina ziman daye meşandin. Di qada rewşenbîriyê de jî bi pênûs û helwestên rewşenbîr û milîtanê PKK’ê gelek xebat daye meşandin û roleke sereke girtiye ser milê xwe. Li her cihekî ku lê bûye, bi uslub û xîtabgerekî xurt perwerde û civîn pêkanîne. Milîtantiya PKK’ê, bi pênûsa xwe ya bi leza demê re diherikî, raman û çalakiya rast diyar kiriye.  Timî weke rewşenbîrekî welathez, aşiqê doza azadiyê, bi helwestên xwe yên radîkal di her qada jiyanê de nîşan daye.

Di 19’ê Tîrmeha 2016’an de dema ku ji civînên salvegera pîrozbahiya şoreşa Rojava ji hêzên parastinê re pêktîne, bi qedandinê re ber bi bajarê Dêrika Hemko ve diçe, rûbirûyê qezayeke bêtalî tê û bi giranî birîndar dibe. Ta ku digihîje nexweşxaneya Dêrikê, jiyana xwe ji dest dide û tevlî karwanê şehîdan dibe. Ji destpêka tevlîbûnên Rojava ta avabûna şoreşê, bêsekin têkoşiyaye û bi hezaran bîranîn û merema hevalên xwe yên şehîd nivîsiye û mayende kiriye. Lewra yek ji wan rêhevalan e ku li du xwe gelek şopên nirxdar hiştiye. Li pey xwe dîrokeke bi çek, pênûs, raman û baweriyê ve dagirtî hiştiye. Kesayetên wiha şoreşa me zindî hiştine û rê nîşan dane. Lehngekî ku ji destpêka tevlîbûnê, ta avabûna şoreşê, şervanekî canbexşane bû. Bi qasî leza pêlên Dicle bê ku navber bide di nav tekoşîna azadiyê de û di her qelîştokekî tihnî bûyî de, bûye dilopên ava vejînê. Milîtantiya PKK’ê bi awayekî layiqê gel û partiyê jiyaye. Bi xatirekî xemgîn ji warê serpêhatiya xwe bar kiriye.