Rojnameya Ronahî

Mihyedîn Hesen: Şoreşa 19’Tîrmehê şoreşa şehîdan e

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Meclisa Malbatên Şehîdan,  wefedara berdêlên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, ku bi hemû jiyan û karîna xwe destekê dide malbatên şehîdan e. Girêdayî kar û xebatê Meclisa Mlbatên şehîdan Hesen got: Ku xwedîderketina li malbatên şehîdên şoreşê, erka me ye.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, saziyeke civakî ye. Armanca wê ya sereke destekdayîna manewî û madî ji bo malbatên şehîdan e. Meclis mîna malekê ye û ji bo malbatên şehîdan û meşandina kar û barê malbatên şehîdan di sala 2010`an de hat damezrandin.

Herwiha meclisa malbatên şehîdan li Rojavayê Kurdistanê û tevaya bakur û rojhilatê Sûriyê jî bû yek ji destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê. Meclisa Malbatên Şehîda ya Qamişlo jî, kar û barên malbatên nêzî 1000 şehdên şoreşê dimeşîne. Hêjayî gotinê ye ku bajarê Qamişlo ji aliyê rojhilat ve heya gundê Tenûriyê girêdayî vê meclisê ye. Di heman mijarê de ji aliyê rojava ve, heya gundê Girbawî girêdayî Meclisa Malbatên Şehîdan e. Ev meclis, bi riya berdevkên xwe yên komînan, rewşa malbatên şehîdan dişopîne.

Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo nêzî 10 qomîteyan digre nava xwe, kar û xebatê xwe yê rêxistinî jî bi riya van qumîteyan dide meşandin. Komîteyên heyî jî ev in, Komîteya Jinê, Komîteya Şopandinê û hwd… Hejmara endamên meclisê û komîteyan, nêzî 50 endaman e. Herwiha ev komîte ji bo şopandina rewşa giştî ya malbatên şehîdan û xebatên lidarxistina çalakiyên weke merasîm û bîranînên şehîdanan dide meşandin.

Di derbarê kar û xebatên Meclisa Malbatên Şehîdan de,yên di pêşveçûna Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen, ji Rojnameya me re axvî.

‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi ked û xwîna şehîdan tacîdar bû’

Hesen da zanîn ku destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi xwîna şehîdan hatiye pêkanîn û xwedîderketina malbatên wan erka me ye û wiha axaftina xwe domand:”Em di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 11’an de ne. Herwiha vê şoreşê li Rêber Apo, malbatên şehîdan, şervanên azadiyê û li hemû gelên xwe yên pîroz dikin. Ev şoreş bi saya felsefeya Rêberê Apo û şehîdan destkeftiyên bi nirx hatin avakirin. Herwiha ji destpêka şoreşê heya roja îro me berdêlên giranbuha ji bo azadiyê dan û em hazirin hên jî bidin ji bona parastina van destkeftiyan û gihiştina jiyana azad û biromet. Berdêl jî şehîdên me ne, ew şehîdên ku ji bona azadiya gel û welat canê xwe feda kirin. Ji destpêka şoreşê û heyanî îro zêdeyî 12 hezar şehîd û cangorî canê xwe ji bona  azadiyê fedakirine. Ji bona parastina şoreşê û destkeftiyan, wê têkoşîna me li dijî dagirkeriyê bê navber berdewam be. Me tevan soz daye ku li ser şopa şehîdên xwe heyanî azadiyê bimeşin. Di heman demê de em weke Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, rewşa malbatên şehîdan dişopînin û ji hemû aliyan ve destekê didin wan. Ji ber ku xwedîderketina li malbatên şehîdan xwedîderkeina li şehîdan e û ev jî erkeke dikeve ser milê me tevan.”

‘Meclisa Malbatên Şehîdan di xizmeta malbatên şehîdan de ye’

Endamê Meclsa Malbatên Şehîdan, Mihyedîn Hesen diyar kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan di xizmeta malbatên şehîdan de ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir:”Me ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve ev meclis damezrandiye û armanca meclisê jî destekdayîna malbatên şehîdan e. Li Qamişlo  gelek komîteyên saziyê hene û rewşa malbatên şehîdan dişopîne. Herwiha di komînên bajêr de jî berdevkên saziyê hene. Ger pirsgirêk bi wan malbatan re çêbibe, komîte pirsgirêkê bi riya berdevkan parve dike û bi vî rengî tê çareserkirin. Ji milê kar û xebata ku tê kirin jî, ev komîte bi çalakiyên curbecur yên girêdayî şehîdan radibin, mîna kar û barê girêdayî merasîmê şehîdan. Ev kar û xebat tev ji bo malbatên cangoriyên azadiyê ye têne meşandin.  Lehengên ku ji bo parastina me canê xwe feda kirin û gelek destkeftiyên binirx avakirin. Lehengên ku xwîna xwe di ber hebûna gel de rijandin. Ji ber vê yekê pêwîste ku Meclisa Malbatên Şehîdan û her kes xwedî li wan derkeve û şopa wan bigre.