Rojnameya Ronahî

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa mirovahiyê ye

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed di salvegera 11’an a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de diyar kir ku civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava şert û mercên herî zehmet de gavên mezin avêtin û karîbûn di çarçoveya sazî û dezgehan de xwe bi awayekî rêk û pêk birêxistin bikin. Rûken Ehmed da zanîn ku nirxên şoreşa 19’ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sînordar nemaye û li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê bûye xwedî bandor.

Hevseroka TEV-DEM’ê Rûken Ehmed li ser rola TEV-DEM’ê û bandora wê di parastina nirxên şoreşa 19’ê Tîrmehê, bersiv da pirsên rojnameya ronahî.

1-Şoreşa 19’ê Tîrmehê bingeha xwe civakî ye, TEV-DEM’ê çiqas xeta şoreşê didomîne?

Xeta Şoreşê ya 19’ê Tîrmehê li ser esasê hevigirtin û yekîtiya civakî hatiye avakirin. Bi şoreşê re TEV-DEM jî hate avakirin. Di nava TEV-DEM’ê de hemû aliyên civakî cihê xwe girtin. Aliyên civakî, siyasî, çandî û her wekî din jî, bûn beşekî giring ê vê şoreşê. Di hemû qadên jiyanê de civakê xwe bi rêxistin kirin

Di aliyê leşkerî li ser hêmanê parastina rewa YPG/YPJ’ê xwe birêxistin kirin, partiyên siyasî tevgera xwe mezin kirin. Di hemû qadan de ev rêxistibûn roj bi roj mezinbû. Di sala 2018`an de jî TEV-DEM’ê xwe wekî civaka sivîl birêxistin kir û nûnerên hemû civakê ji bijîşkan bigre, cotkar, karker, endizyar, esnaf û siyasetmedaran jî xwe bi rêxistin kirin. Ev rêxistibûyîn li ser esasê parastina nirxên şoreşa 19`ê Tîrmehê hatiye pêşxistin û mezin bûye. Ev barê wê jî TEV-DEM’ê girtiye ser milê xwe û ji bo pêşxistina we bê navber di nava tevgerê de ye.

2-TEV-DEM’ê ji bo pênasekirina sîstema civakî ya di herêmê de çi gav avêtine û pirojeyên wê yên dema pêş çine?

Gavên ku hatine avêtin encamên wê ne, Niha 27 sazî û yekîtiyên civakî cihê xwe di nava TEV-DEM’ê de digrin. Hemû jî bi perwerde û xebatên rêxistinî ve cihê xwe digirin û pêş ve dibin. Endamên van yekîtiyan di akademiyên TEV-DEM’ê de perwerdeyê dibînin û cihê xwe di geşkirin û pêşveçûna xebatên têne kirin de digrin. Bê guman gavên gelekî mezin hatine avêtin. Him di warê pêşeyî û him jî di warê bîrdozî de çi li ser asta herêman û çi jî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî encamên wê berçav in. Di heman demê de ji bo sazî û dezgehên di nava Rêveberiya Xweser de cih digirin jî heman tişt derbasdar e.

Ev di warê perwedeyê de û di aliyên jiyanê de jî heman tişt pêkane. Perwedekirina mamosteyan, perwedekirina endizyaran, hiqûqnasan û her wekî din rolekekî wê ya mezin hebû. Rola wê jî di avakirina civakê û pêşxistina wê de hebû. Rola herî sereke pêşxistina pêşeyî û perwerdekirina endamên dezgeh û saziyan e.

 

 

3-Yek ji lingên sereke yên şoreşa 19’êTîrmehê hevgirtina pêkhateyane. Piştî 11 salan, li ser asta sûriyê û heremê çi gav hatine avêtin?

Şoreşa 19’ê Tîrmehê di Rojava de sînordar neme, bandora xwe li Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû. Gavên wê yên mezin bûn ilham û hêvî ji hemû gelên Rojhilata Navîn re. Me dît çawa piştî ku şoreşê destpêkir, sîstemên komîn, meclîs û rêveberiya xweser hatin avakirin.

Piştî encamên wê di herêmê de deng veda, bangê civakê li herêmên din jî çêbûn û ji bo parastin û avakirina rêveberiyên xweser hatin. Li ser esasê wan bangan kar û tekoşîn hate meşandin û di encamê de li herêmên din jî Rêveberiyên Xweser li ser asta herêman hatin avakirin. Hemû rêveberî jî di bin sîwana Rêveberiya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cihê xwe digrin.

4- plan û pirojeyên we yên dema pêş ji bo çareserkirina aloziyên civaka çine û di van planan de we çiqas ji ezmûnên şoreşa 19’êTîrmehê sûd werigritine?

Plan û pirojeyên me di vê demê de ew e, ku em karibin di riya Yekîtî û saziyên di bin sîwana TEV-DEM’Ê de cihê xwe digirin gavan pêşve gavan bavêjin. Ev him di warê rewşenbîrî de, him di warê tenduristî û perwedeyê jî pêwîstiyek mezin e. Di heman demê de ji bo pêşeroja civakê û bi taybet di aliyê hêza parastina cewherî de, di hemû aliyan de jî armanc parastin û pêşvebirina civakê ye.

Ji ber piraniya saziyên civakî di bin sîwana TEV-DEMê de cihê xwe digirin. Sîstema me tenê li Rojavayê Kuridstanê nîne, lê belê êdî ev sîstem li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bûye. Nûnerên hemû civakê di nav de cih digirin, komeleya Tirkmen heye, Meclîsa Ermenî û nûnerên pêkhateyên din hene.

Di herêmên me yên rizgakirî de wekî Tebqa, Reqa û Dêrizorê de jî gel xwe di bin sîwana civaka sivîl de rêxistin kirine. Di nava saziyan de xwe bi rêxistin kirine. Plan û projeya me ew e di riya sazî û yekîtiyên xwe re zemîna yekîtî û hevgirtina civakê hîn mestir bikin. Di aliyê aborî de jî projeyên me hatine çêkirin, her yekîtiyek pirojeyên wan hene. Di wan yekîtiyan de bi hezaran endam cih digirin, ji bo em karibin van hîn zêdetir rêxistin bikin, pirojeyên me yên pêşerojê jî hatine plankirin.

Ji bo pêşeroja civakê ev piroje wê xizmeteke hîn mestir bikin. Di heman demê de sîstema me ya perwerdeyê hatiye pêşxistin.Hemû jî di bin sîwana Ekademiyên me yên perwedeyê de têne birêve birin. Civaka Sivîl van piroje û planan ber bi pêş ve dibin û her dem li ser esasê zanistana civakê  mezin dikin. Ji ber bingeha hemû tiştî parstina nirxên civakê ye, xebatên me jî di wê çarçoveyê de pêk tê.

5-Gelek alî dijberiya xeta şoreşa 19’êTîrmehê dikin û pêşxistina wê naxwazin, gavên we ji bo parastina nirxên şoreşê û pêşxistina wê çine?

Esas parastina nirxên şoreşê mirov dikare bêje di milê hêza cewherî ya di pêngava şerê gel ê Şoreşerî de pêk tê. Ev di aliyê perwede û tenduristiyê de jî têne dayîn. Bi wate civak di tax, gund, bajar û komîna xwe de çawa dikare tenduristiya xwe biparêze. Nirxên hatine avakirin rastî gelek êrişan tê, ev êriş him ji derve û him jî ji hinder ve têne birêvebirin. Ji ber wê pêwîste kar were kirin, civak li warê xwe bimîne û koçber nebe.

Ji bona ku bikare li nirxê şoreşê xwedî derkeve û rê li ber şerê taybet ê li ser herêmê tê meşandin bigre û hewldanên dijberan ê li ser herêmê vala were derxistin. Dewleta Tirk niha rojane êriş dike, li hemberî van êrişan em dikarin çawa xwe biparêz in û li dijî wan êrişan derkevin. Bi taybet di çarçoveya xwedîderketina li Rêber APO, ev yek wekî aliyekî wê yê giring pêk tê. Wekî nimûne yekîtiya Parêzeran bi sedan endamên xwe yên ku xwedî li Rêber APO derdikevin û dixwazin parastina wî bikin. Çalakiyên cûrbecûr di vê derbarê de û di çarçoveya xwedîderketina li vê şoreşê derketin. Wekî parêzerên jin jî dixwazin xwedî li vî nirxî derkevin û hemû hêza xwe dixin dewrê.

6-Ji bo destkeftî werin parastin û planên we bi serkevin çi ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê tê xwestin?

BI rastî ji bo parastina nirxên şoreşê hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketin tevgerê, em dizanin yekîtiya gelan hêmanê bingehîn ê parastina nirxên şoreşane. Ji ber yekbûna gelan têkbirina desthildariyê ye. Em dizanin sîstema dewlatan her ji bo parçebûna gelan kar kirine û hîn jî dikin. Sîstema dewletan ji bo wê her di nava tevgerê de bû, çawa gelan parçe bike, planên wan jî her li ser vî esasî bûn.

Sîstema TEV-DEM’ê berûvajî sîstema dewletan e, hêmanê xwe yê bingehîn dispêre yekîtiya gelan. Em çiqas yekîtiya gelan biparêzên û pêk bînin em ê karibin hîn zêdetir nirxê şoreşê biparêzin. Li vir hemû pêkhate kurd, ereb, asûr, suryan û her wekî din jiyan dikin, hemûyan bi hev re ji bo parastina nirxê şoreşê berdelên mezin dane. Gelê me 12 hezar şehîd û 20 hezar birîndar dane, ya bingehê parastinê misoger dike rêxistibûne. Ji ber wê giringe em çawa sîstema xwe biparêzin û yekîtiya xwe pêş bixin. Sîstema civaka sivîl, sîstema parstina sivîl, jin, ciwan, perwerde û sîstema aborî giring e. ji ber parastina sîstema aborî tê wateya parstina nirxan. Di vê çarçoveyê de ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina nirxan dikeve ser milê her kesî.

7-Hêvî û pêşdîtinên we li ser xeta şoreşa 19’ê Tîrmehê çiye û baweriya we heye ku wê hîn ev rewş gelekî dirêj bike?

Hêvî û bendewariyên me ji bo şoreşa 19’ê Tîrmhê gelek in, ji ber şoreşê di 11 salan de bi derfetên herî kêm karîbû xwe li ser piyan bihêlin. Kesên dixwazin azad jiyan bikin di pêşengtiya wê de cih girtin û ew birêve birin. Niha gelek anternasyonalîst hatine dixwazin ezmûna şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê fêr bibin û wê li welatên xwe pêk bînin.

Ji ber wê jî niha erka me ye em şoreşê hîn pêş de bibin û mestir bikin. Îro hin herêmên me di bin dagirkiriya dewleta TIrk de ne, Efrîn û şehba gelê me di bin zulim û zordariya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, di heman demê de di bin dorpêça hikûmeta Şamê de ne. Li aliyê din jî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî jî di bin dagirkeriyê de ne. Ji ber wê em ê, bi rihê şoreşa 19’ê Tîrîmeê pêş bixin û biparêzin û bi wî rihî bihêlin gelê me di herêmên me de bimînin û di welatê xwe de azad jiyan bikin. Gelê me yê bala hemû duniyayê kişand ser şoreşa ku bi pêşengtiya jin û ciwanan pêşket. Niha jî, bendewariya me ji gelê me û bi taybet jin û ciwanan ew e, ku parstina nirxên şoreşê bikin.