Rojnameya Ronahî

Çi ji bo jinê paşeroj e?

Nehîr Pale

Di nava civaka cinsiyetparêz de heyanî kîjan astê wê paşeroja jinê hebe, divê mirov dest pê bikê lêkolîn bike. Ji Dîroka 5 hezar sal BZ. ve zîhniyeta mêr serweriya xwe li ser jinê ferz dike û çarenûsa wê diyar dike. Ji bo jinê ya baş çi ye, wê çawa bijî û çi ji jinê têxwestin hemû bi rêbazê nivîskî û devkî di zakîreya civakê de dane rûniştandin. Li gorî zîhniyeta mêr bêdengî ji bo jinê tişta herî baş e, çiqasî li gorî zagon û daxwazên zîhniyeta mêr biçe wê serkeftî bijî û heyanî kêliya dawiya ku ew saxbe ji wê têxwestin ku xizmeta hevjînê xwe bike.

Dema ku mirov li buyerên di nava civakê de diqewimin binêre, jin bêdeng jî be, li gorî civak dixwaze biçe û xizmeta mêrê xwe jî bike, dîsa paşeroja wê wendayî ye, ji ber heyanî dimre rehetî jê re nîne, wê her tim jiyana wê li gorî tişta li ser tê ferzkirin, bidome.

Jin ji roja ku jidayîk dibe mîna ku nêzî lawikan dibin nêzî wê nabin, her tim lawik ê girînge, ew ê di rojên pêşde neslê êl û malbatê berdewam bike, jin jî wê bibe ya xelkê. Hîna temenê jin nebûye 5 sal malbat di bin navê terbiye, yan hezkirin an jî parastin destpê dike zagonan ji jinê re datîne. Ev zagon gelekî tûnd in û di encama wê de bi jin re şikestinên gelekî kûr çê dibin. Rêber APO di vegotina dîroka jinê de dibêje ku jin bi 3`ê şikestinan re derbas dibe, yek dema Sumeriyan, yek di dema Olên Yek Xwedayî de û ya dîtir jî di dema Kaptalîzmê de ye. Jina ku 5 hezar sal BZ. şikestî ye gelo wê paşeroja wê çi be yan jî wê çi paşeroja wê be? Ma qey di koletiyê de paşeroj heye? Yan jî dema ku jin dibe xwedî şehade, yan agahî li cem çêdibin û dibe xwedî tecrûbe an bi mêrekî zengîn re dizewicê  yan bibe xwedî mal û mulk dikare bibêje ev paşeroja min e û ez kêfxweş im? Dibe ku jinên paşeroja xwe di vê yekê de dibînin, heyanî qirika xwe di nava koletiyê de fetisî ne û dibin sedema jin zeyîf bimîne yan bikeve helwestên wê di giyan û can de wenda bike.

Ev nebûye demeke dirêj buyereke giran qewimî, di wextê ku navbera jin û hevjînê wê de pirsgirêk çêdibe, ew di encama nîqaşeke dijwar navbera wan de agir berdide bedena xwe û giran dişewitê, ji xwe destpêke namirê, wê radikin nexweşxanê lê li gorî gotinên derdoran ew li nexweşxanê namîne û vedigere mala xwe, ji xwe qey 8 roj derbas nabin û ew jin wefat dike. Jina ku hinek zagonên civakê qebûlnake jî direve van rêbazan û dawî li jiyana xwe tîne.

Heyanî ku rêbazên lêdan, îhanet, girtin, tecawizkirin, kuştin, recimkirin û intîhara jinan hebe, paşeroja hemû jinan jî nîne û wê dawiya wan mirineke rezîl be.  Di nava cinsiyetparêziyê de lêgera li paşerojê xeletiyeke mezin e, tenê paşeroja jin têkoşîn e.