Rojnameya Ronahî

‘Hevgirtin û yekrêziya Kurdan wê peymana  Lozanê hilweşîne’

Navenda Nûçeyan/ Qamişlo

Sedsal li ser peymana Lozanê ku di encamê deKurdistanê hat perçekirin derbas dibe, dagirkerên xaka Kurdistanê hewil didin ku Lozanê dûbare bikin û gelê kurd bi temamî qir bikin, cîgira hevseroka Kongreya Neteweyî a Kurdistanê Hêvî Mustefa da zanîn ku ji bo nedûbarkirina peymana Lozana yekîtiya kurdan pêwîste.

Piştî têkçûna desthilatdariya  Osmanî di dawiya şerê cîhanê yê yekemîn de, bi saya peymana “Sevr” a sala 1920`an ku tekezî bi mafê Kurdan ê diyarkirina çarenûsa xwe kir, gelê Kurd nêzî pêkanîna xewna xwe ya avakirina Kurdistanê bû.

Piştî têkçûna dewleta Osmanî di şerê cîhanê yê yekemîn de, dewleta Osmanî hate neçarkirin ku bi dewletên serketî re di 10`ê Tebaxa 1920`an de peymana Sevrê îmze bike.

Li gorî vê peymana ku li bajarê Sevr ê Frasnayê hate îmzekirin de, hevalbendan sînorên dewleta Osmanî teng kirin û tenên herêmên ku bi zimanê Tirkî diaxivin di bin serweriya wê de hiştin. Vê yekê û li gorî bendên 62, 64 ên beşê sêyemîn ê peymanê, rê da gelê Kurd ku çarenûsa xwe diyar bikin û Kurdistanê ava bikin.

Lê belê di destpêka sala 1920`an bi serkêşiya Mustafa Kemal Ataturk netewperestan pêşketinek di “şerê serxwebûnê” de bi dest xistin. Vê yekê Ataturk teşwîq kir ku peymana Sevrê û sozên ji bo Kurdan, bi dawî bike. Ataturk piştrast kir ku ew avakirina dewleta Kurdistanê red dike û ji bo îmhakirina nasnameya Kurdî û tunekirina wan di civaka Tirkî de dest bi siyasetên tirkkirinê li dijî Kurdan kir.

Piştî wê hêzên hevalbend “Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japon, Romaniya, Bûlgarîstan, Pirtugal, Belçîka, Yogsilaviya” neçar man ji bendên peymana Sevrê paşve vekişin û bi peymana “Lozanê 1923” guhertin. Bi îmzekirina Lozanê re gelê Kurd ket bin serweriya Tirkiyê, Îranê û hêzên Brîtanya û Fransayê ku Irqa û Sûriyê mêtînger kiribûn.

Gelek bendên peymana Lozanê hebûn, lê belê tu bendên girêdayî Kurdan nehatin bibîrxistin. Hin madeyên giştî ku tekeziyê bi parastina mafên hemû welatiyên Tirkiyê bêyî cudabûna netewî, çandî û nasnameya wan dike hatin danîn. Her wiha hat gotin mafên hemû welatiyan heye ku bi serbestî bi zimanê dayikê biaxivin. Lê belê piştre qonaxa înkarkirina nasnameya Kurdî û qirkirina çandî û fîzîkî ku heta roja me dewam dike, li dijî Kurdan dest pê kir.

Ev peyman wekî rewakirina dûrxistina Kurdan ji nexşeya siyasî û xeternaktirîn peymana ku Kurdistan parçe kiriye, tê hesibandin.

Di wê der barê de, Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya pêncemîn a bi navê Şaristaniya Demokratîk-Doza Kurdî de wiha nirxand: “Bi îmzekirina peymana Lozanê û ragihandina komarê re, qonaxeke nû dest pê dike. Bi îmzekirina peymaneke xeternak li dijî Kurdan, dixwazin nakokiyên domdar bi Brîtanyayê re yên girêdayî Mûsil û Kerkukê bi dawî bikin.”

Rêber Ocalan wiha nirxandina mijarê dewam dike: “Peymana Enqere ya bi Fransayê re tevî pêşkêşkirina tewîzan ji Mîsaqa Millî, bandorên xeternak bi xwe re neanî. Her wiha di serdema Fransayê de parçeyekî biçûk hişt.”

 

Tevî hemû zext, êrîş, komkujî û siyasetên qirkirinê yên li dijî Kurdan, lê gelê kurd dest ji têkoşîna azadiyê berneda û bi 10’an Şoreşa hatin lidarxistin.

Herî dawiyê li Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşek  bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo hat destpêkirin. Di encamê de ji bo fikrê jin û gelên bakur û rojhilatê Sûriyê re bû vejnek nû. Hêjayî gotinê ye ku Serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya di 16`ê Îlûna 2022’ de bi pêşengtiya jinan çêbû, bingeha xwe ji hêz û têkoşîna Şoreşa 19’ê Tîrmehê digire. Jinên Kurdistan û Îranê bi rihê Jîna Emînî û diruşmeya Jin, Jiyan, Azadî serhildan li dijî desthildariya dewleta Îranî gur kirin. Şorea 19’ê Tîrmehê û serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku berî sedsaliya Lozanê şoreşên herî nûjen in. Ji bo ku Lozan careke din dubare nebe, dagirkerî û desthilatdarî li ser gelên kurd û gelê din çênebe, pêwîstiya van gelan bi hevgirtinê heye. Hevgirtineke ku bibe bersiv ji dubarekirina Peymana Lozanê re. Herwiha rê li ber siyasetên qirêj yên dewletên dagirker werin gurtin, di serî de jî dewleta Tirkî.

Têkildarê sedsaliya Peymana Lozanê, cîgira hevseroka Kongira Netewî ya Kurdistanê (KNK) Hêvî Mustefa ji rojnameya me re axivî.

 

‘Hevgirtina gelan, wê hişmendiya Lozanê ya sedê salan hilweşîne’

Hêvî Mustefa diyar kir ku bi hevgirtina gelên herêmê wê Peymana Lozanê hilweşe û wiha axivî: “Em di salvegera 11’ ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ne, ku destpêkê ev şoreş li ser asta Rojava bû, herwiha bi felsefeya Rêber Apo ya li ser bingeha Netewya Demokratîk e, şaxê vê şoreşê berfirehtir bû. Şoreş bû li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê, êdî hemû pêkhateyên vê herêmê li ser fikir û felsefeya Rêbertî meşiyan. Hemû pêkhate li kêleka hev têkoşîna azadiyê dikin, karên hebeş bi hev re didin meşandin. Di heman demê de her pêkhateyek çand, ziman, bawerî û hwd… ji yên din cuda ye. Herwiha bi rengê jiyana hevbeş û wekheviyê dijîn. Ev yek nakeve bin berjewendiyên Peymana Lozanê. Peymana ku kurd û piraniya gelên Rojhilata Navîn heya roja îro jî ji ber siyaseta qirêj gelekî êş xwarin û komkujî di derheqê wan de çêbûn. Niha jî ji ber ku li gelên bakur û rojhilatê Sûriyê hevgitî ye dagirkeriya Tirkî Rêveberiya Xweser û pêkhatieyên wê dike armanc. Hevgirtina gelên herêmê me û bi gelê Rojhilata Navîn re wê Peymana Lozanê û hişmendiya desthilatdar ya sedsalî hilweşîne.”

‘Pêwîstî bi yekrêziya kurdî heye’

Cîgira hevseroka KNK’ê  Hêvî Mustefa diyar kir ku ji bo Lozan careke din dubare nebe divê kurd bibin yek û wiha domand: “Gelê kurd divê Lozanê baş bixwînin û nas bikin. Herwiha nekevin wan kêmasiyên beriya sedsalî bûyî, da ku dîrok dîsa dubare nebe û ev kêmasî nekevin xizmeta dijmin. Di vê pêngava hestiyar de pêwîstiya me bi awayekî lezgîn bi istîratîciyeke netewî kurdî heye ku gelê kurd hemû li hember dijminan bibin yek. Em dizanin ku pirsgirêk li hember nêzîkatiyên Kurdî- Kurdî derdikevin pêş. Ev pirsgirêk jî ew e ku em hev qebûl nakin, ku ev birsgirêk jî yek ji siyasetên dijminên me ye. Lê ji ber ku ger  Peymana Lozan dubare bibe wê xeteriyeke pir mezin ji bo tevaya gelê kurd li her çar paçeyan bîne. Em weke KNK`ê niha gelek hewildanê xwe dikin ku hemû partiyên siyasî yên tevaya Kurdistanê bicivînin. Herwiha pirsgirêkên dikevin pêşiya çêbûna yekrêziya kurdî çareser bikin. Di heman demê de her aliyek li dijî gelê xwe, dixizmeta dijminan de kar neke.”