Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi hunera xwe çandên cûda tîne gel hev

23/07/2023
in Uncategorized
A A
Bi hunera xwe çandên cûda tîne gel hev
Share on FacebookShare on Twitter

Nazanîn Abdullah a bi amûrên ku nayê karanîn şêweyek nû dide û çandên cûda bi hunera xwe re dike yek, dibêje: “Hinek caran ez ew amûrên ku tên avêtin bikartînim, ji ber wê ez daxwazê ji hemwelatiyan dikim ku ew amûrên bi karneynin ne avêjin.”

Hunermend Nazanin Abdullah ku li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê jiyan dike bi berhemên xwe ên hunera cûda bala kesên ku ji hunerê hez dikin dikêşe. Nazenîn Abdullah diyar kir ku ji 12 saliya wê ve ev kêrhatiya wê derketiye holê, bi berhemên ji seramîk, kevir, kulîk û amûrên din bi kartîne berhemên xwe di galariya xwe de pêşan dide.

‘Hemû berhemên min fikir û dizayna min e’

Nazanîn Abdullah da zanîn ku cihana hunerê gelek befireh û kûr e, û  got: “Hunera ku ez pêre mijûl dibim jêre xebatên bi hurgulî pêwîste, ji ber wê jî dema em biryar didin ku berhemekê çêkin kedek mezin jêre pêwîste û divê em xwe pêre bikin yek. Hemû berhemên min ji fikir û şêweyên min pêktê. Gelek caran li gora daxwazên kesên ku ji hunerê hes dikin berheman çêdikim. Ji karê ku ez dikim re gelek hurgulî lazime û ji ber wê jî ez gelek ji karê xwe hez dikim.”

‘Hinek amûrên ez bikartînim li Kurdistanê peydanabin’

Nazanîn Abdullah destnîşan kir ku hewl dide çandên cûda bîne ba hev û wiha got: “Dema ez berhemên xwe çêdikim ez kedek mezin didim û xebatek ku dem pêve derbaz dibeye. Hinek caran şert zehmet dibin, ji ber ew amûrên ku ez di berhemên xwe de bi kartinîm li Kurdistanê peyda nabin û ez neçar dibin ji derveyî welat bixwazim. Lê rûxmê hemû zoriyan jî ez berhemên xwe ên hunerê çêdikim.”

‘Eleqeya jinan zêdetir e’

Nazenîn Abdullah bi bîrxist ku hemû kesên civakê serdana galariya wê dike, lê belê eleqeya jinan zêdetire û got:“Hinek caran dema ku ez berhemên xwe çêdikim ez amûrên ku tên avêtin bi kartînim. Ji ber vê jî ez daxwazê ji hemwelatiyan dikim ku ew amûrên xwe ên ku bi karneynîn ne avêjin.” NÛ JINHA

 

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.