Rojnameya Ronahî

Li hemberî dorpêça hikumeta Şamê gel li ber xwe dide

Sucên dorpêça Hikumeta Şamê li ser gelên herêma şehbayê berdewam e. Di şert û mercên zehmet ên demsala havînê de tunebûna sotemenî, kehrebe û derman, rewşa welatiyan hîn zehmetir dike.

Esma Mistefa/ Şehba

 Dorpêça Hikumeta Şamê li ser Koçberên Efrînê yên li herêma Şehbayê jiyan dikin ev 5 salên ku dewamdike. Polîtîkeya dorpêçê di van salên dawiyê de bi awayekî giran tê meşandin û hikumeta şamê bi riya vê dorpêçê dixwaze careke din serweriya xwe li ser heremê pêkbîne. Lê heyanî ku gelê Efrînê û Şehbayê li ber xwe dide, ne pêkane ku ev yek pêkwere.

Hikumeta Şamê rê nade ku madeyên sotemeniyê û derman derbasî herêmê bibin, çawa ku gel zehmetiyên tunebûna sotemeniyê di zivistanê de jiyan kirin, niha jî ji germaya zêde û tûnebûna kehrebeyê gel rastî zehmetiyên cidî tê. Her wiha zarok di vê rewşa ku têde pileya germahiyê zêde bilinde, di bin çadiran de jiyan dikin û rastî  nexweşiyên giran tên.

Girêdayî mijara berdewam kirina siyaseta Dorpêçê û bandora wê li ser gel hevserokê meclisa Kampa Berxwedan Xilûsî Biso ji rojnameya me re axivî.

Xilûsî destnîşan kir, ku rêveberiya kampan di rewşa heyî de hemû erkên ku dikeve ser milê wan bi cih tîne û got:”Di rewşa heyî de bi taybet ji bo Kampan, rêveberiya Xweser û ya kampan rojane di nava kar û tevgerê de ye. Li hember gel tavahî erkên ku ji wan tê xwestin pêk tînin. Di serî de ji milê peydakirina av, nan, bûz, derfetên kar peyda kirin û alîkarî ji wan re pêşkêş kirin tê kirin. Lê rûxmî van hemûyan zehmetiyên gel hene û nayên derbas kirin. Di Koçberiyê de jiyan kirin, her wiha di binê çadirekî de û di demsala havînê de jiyan kirin, ev bi serê xwe vîn û hêza berxwedanê dixwaze”.

Hikumeta Şamê di siyaseta xwe ya dorpêçê de berdewam e

Xilûsî anî ziman ku ji ber dorpêça Hikumeta Şamê rewşa gel aloztir dibe û wiha domand: “Di demên dawiyê de hikumeta Şamê her ku dorpêça herêmê girantir dike û bi vê wesîleyê riyên herêmê li pêşiya welatiyan digre. Ji bo derbas kirina madeyên sotemeniyê astengiyan derdixe. Astengiyeke mezin di aliyê tunebûna gaz û mazotê de tê dîtin. Bi taybet di demsala havînê de û germahiya zêde divê kehrebe bê dayîn, lê ji ber ku sûtemenî nayê peydakirin derfet çênabe ku kehrebe were peydakirin. Di kampan de bi roj 2 saet û bi êvarê 3 saet tenê kehrebe tê dayîn. Ev yek jî bûye sedem ku gelek însanên temen mezin û zarok nexweş bikevin. Zarokên biçûk di bin çadiran de nikarin tehmûl bikin. Niha jî rêjeyeke mezin ji zarokan derbasî nexweşxaneyê bûne. Ev rewş ne tenê di hundir kampan de tê jiyan kirin, li Şehbayê tevahî rewş bi vî rengî ye. Di heyva bûrî de li gorî bîlancoya Heyva Sor a Kurdî 1789 zarok nexweş ketine”.

Ji ber dorpêçê derman derbasî heremê nabe

Xilûsî destnîşan kir ku ji ber dorpêça li ser heremê pirsgirêka kêmbûna dermanan heye û wiha domand: “ji destpêka derbas bûna gel ji herêma Şehbayê re, di aliyê tenduristiyê de herêm bi derfetên kêm ji gel re dibe alîkar. Lê belê di van salên dawiyê de hikumeta Şamê sûcên dijmirovî li ser gel dide meşandin. Ev yek jî rê li ber kirîzeke mezin vedike. Rêveberiya Herêmê bi baceyên gelek giran dermanên pêwîst derbas dike. Ev yek jî dihêle ku em ji piraniya pêwîstî û nexweşiyên gel re nebin alîkar”.

`Gel bi sekna xwe pilanên dijminan vala derxist`

Hevserokê meclîsa kampa berxwedan Xilûsî Biso di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku îradeya gel bi van siyasetan neyê şikandin û asta berxwdaniyê bilindtir dikin û wiha got: “Her çiqas dijmin û siyaseta dorpêçê li ser gelê Herêmê bê berdewam kirin û bixwazin îradeya gel têk bibin. Li hemberî wê gelê me yek gav jî paş de neavêtiye em vê yekê jî dibînin ku asta berxwedanî û tekoşênê bi hêrsa tolhildanê her diçe bilindtir dibe. Bi hêviya vegera Efrînê gel di sekna xwe de rûxmî hemû zehmetiyan bi îsrar e”.