Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rejîmên Tirk Û Rûs Şiklê Têkîliya Kirêt In

23/07/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dizên mirîşkên Efrînê û wantirên Zap û Avaşîn, yek in
Share on FacebookShare on Twitter

Fener…

Idrîs Henan

Fena avdahatin û avrabûna deryayê li têkîliyên Rûsya – Tirkiyê van deh salên dawî hatiye. Beriya aloziya li herêmê û taybet li Sûriyê rû daye, di pêvajoyeke normal de diherikîn. Lê piştî salên 2011`an û vir de, têkîliyên siyasî yên herdu dewletan rastî hinek skendalan hatin. Piştî destwerdana Rûsya ya nava aloziya li Sûriyê, dawiya salên 2015`an, taybet piştî ku Tirkiyê balefira şer a Rûsyayê tîne xwarê, têkîliya herdu dewletan diqerise û nêzî salekê wisan dimîne. Lê ji ber ku rejîma Tirk xwedî berjewendiyên netewperest e û hewl dide bi lez û bez sûdê ji realîteya ku aloziyê afirandiye, werbigire û dagirkeriya xwe li herêmê berfirehtir bike, xwe davêje bextê sîzerê Rûsyayê û li ber rûyê cîhanê lîborîna xwe dixwaze. Lew re; ev têkîlî carek din di salên 2016`an de geş dibin û bi mudexeleya istixbaratî ya Rûsyayê nava hewldana darbeya 2016`an de, ev têkîlî şêweyê stratejîkbûnê li xwe bar dike û li ser hesabê têkîliyên bloka Tirkiyê ya NATO`yê, şiklî be jî, xwe berfireh dike.

Navbera herdu dewletan de peywendiyên hevkariyên gelek fireh hene ku digihêjin asta hevkariya stiratejîk; peywendîyên bazirganîyên mezin hene ji ber ku Tirkiyê xwarinê ji Rûsya re hinarde dike û bi hezaran şîrketên Tirk ên avakirinê û girêbestê di bazara Rûsya de kar dikin ku salane zêdeyî 5 mîlyar dolarî dixin xezîneya wê. Ji xwe Tirkiyê berê jî sîstema S-400 ji Rûsyayê kirîbû. Rûsya santrala nukleerî li bajarê Kyoto yê Tirkiyê ava dike û ji bo veguhestina gaza Rûsya ber bi Tirkiyê ve du xet dirêj kir. Ya yekemîn bi taybetî ji bo bazara Tirkiyê û ya duyemîn jî veguhestina gazê ber bi Ewropa ve ye. Her wiha li hev kirin ku daboyên berhevkirina gazê li Tirkiyê ava bikin ku bibe navenda veguhestina gaza Rûsî ya ber bi cîhanê ve. Dîsa di derbarê herêma Nagornî Karabax de, li ser hesabê hevalbendê xwe Ermînya bi Tirkiyê û hevalbendê wê Azerbîcanê re li hev kiriye. Li Sûriyê jî bi rêya platforma Astana pê re li hev dike. Li Lîbyayê jî hinek nakokiyên wan hene ku Tirkiyê piştgiriya hikûmeta li Terablûsê dike û pê re itîfaqa Deryayê Spî îmze kiriye, lê ji aliyê xwe ve Rûsya jî piştgiriya aliyê dijber ê general Hefter kir.

Tevî ku Tirkiyê beşdarî sizayên rojavayî û DYA yên li dijî Rûsyayê nebûye, lê li Ukranyayê li dijî Rûsyayê balefirên bê mirov ên Beyreqdar dan şixulandin û dagirkirina Rûsya ji herêma Alqirim re jî nas nekir û li rex Teterên wê herêmê li dijî Rûsyayê radiweste. Radestkirina fermandarên togaya Azofê, erêkirina tevlîbûna Siwêdê ji NATO`yê re, skendalên nû avêtin çerxa têkîliya herdu dewletan.

Weke encam; ji daxuyaniya rayedarên payebilind ên herdu aliyan diyar dibe ku têkîliya navbera herdu rejîman de, pêşeroja nêz de, ji ber kûrbûna berjewendiyên demê, tevî ku lerizîneke dîrokî jiyan dikin lê ne gengaz bi yek derbê hilweşin. Lê di heman demê cewherê têkîliyên dewletdar rave dikin ku çendîn berjewendî hevbeş be, ewqas têkîlî li ser hesabê razberiyê şênbertir dibe.

Lew re; ji ber vê zanîna bi naveroka avakirin û afirandina têkîliyên berjewendîperest ên dewletdar, pêwîste hesabên gelan ên azadiyê li dûrî van aliyan werin hûnandin ku li ber avdahatin û avrabûna têkîliyên qirêj ên aliyan neçe û cazîbiyeta xwe ya tenê serkeftinê ji dest nede.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.