Rojnameya Ronahî

Tirkiyê zagonên mafê mirovan binpê dike

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêveberiya komeleya Mafê Mirova Evîn Cuma diyar kir ku hedefgirtina zarokan û jinan bi taybet, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, binpêkirina hiqûqa mirovî ya, bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir. Ambargoya hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferz bike û dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bike.

Dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên berdewam, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, rasterast zarokan hedef digire, ku di encama van êrîşên hovane de gelek ji wan şehîd bûn û bi sedan zarok bi giranî birîndar bûn û hin ji wan jiyana xwe ji dest dan.

Li ser vê yekê rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan li herêma Cizîrê Avîn Cûma destnîşan kir ku dewleta Tirk binpêkirina mafên mirovan bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêmên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî yên dagirkirî û tevahiya xeta sînor dike.

Evîn Cuma rêveberiya komeleya Mafê Mirova ya suriyê diyar kir ku bi sedemên şerê li herêma bakur û rojhilatê suriyê rûdayî û bê dengiya saziyên mafên mirovan hişt ku li herêmê ji aliyê çeteyan ve tevahiya binpêkirinan pêk tên û wiha got:” di sala 2013`an de komeleya Mafê Mirovan hat avakirin. Me girîngî dît ku komeleya Mafê Mirovan were vekirin, ji ber ku şerê ku li ser bakur û rojhilatê suriyê û li ser mirovan tê meşandin, şerkî pir dijwar bû. Ev şer  hem ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve û hem ji aliyê dewleta tirik a faşîst ve tê meşandin. Herwiha bêdengiya saziyên mafên mirovan ji van êrîşan re, hîn bêtir rê û derfet didan ku ev êrîş bê navber bidomînin.

‘ Kar û xebatên ku hatina meşandin’

Evîn wiha berdewamî da axavtina xwe û got:” ji destpêka avakirina komeleya mafê mirovan, em bi erkê xwe dirabin, çi binpêkirin tê kirin em belge dikin. Di heman demê de pêk anaîna perwerdeyên li ser zagonên navnetewî mirovahî, mafên insanan, dîroka mafên mirovan û parastina jinê û zarokan, li ser vê bingehê perwerda wiha tên berdewam kirin, ji bilî wê jî di hindirê dadgihan de û di hindirê girtîgihan de, eger tecawizkirin hebin li gor giliyên ji mere tên, me belga dikir û me rêdikir cihên eleqadar ji bo lêveger bikin.”

Evîn da zanîn ku gelek binpêkirinên ku dihatin kirin, giliyên tekane tên komkirin û komek ji kesên huquqî yên li derve tên e rêkirin her wiha ew jî lêkolînên zagonî li ser van giliyan tên kirin, ku bi çi rengî ew ê nîzbibin, li gor wê jî van giliyan radikin dadgihên navnetewî, yek ji van giliyan ji, welatiyên ku hatine koçber kirin, birîndar kirin, destdayin li ser malê welatiyan û yê ku bûne qurbanên şer û kiryarên dagirkeriyê. Zagonên zarokan ku ji bo parastina mafê zarokan hatine danîn û komeleya mafê mirovan jî ev zagon sepandin. Şopandina rewşa zarokan bi giştî, ku binpêkirinên ku di mafên wan de, bi karkirina wan di sînaha de û gelek karê ku ne li gor temê wan e.

‘ Dagirkirina herêman û rasterast hedefgirtina sivîlan sûcê şer e ’

Evîn Cuma wiha pê de çû û got:” Mijara binpêkirina mafê mirovan, ji destpêka ku dewleta tirk a dagirker axa suriyê seranserî sînor ji Cerabils, Ezaz, Girê Spî, sere kaniyê û Efrînê dagirkir. Dewleta tirik a dagirker û çeteyên xwe êrişê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî kir. Armanca êrişan ji bo ku gel ne çar bimîne û koçber bibe, bi belafirên xwe, çekên qedexekirî û heta çekên kîmawî, fosforî û çekên şewtandinê, li ser gelê bakur û rojhilatê suriyê bê navber bi kar tîne. Di heman demê de ev şer li ser zarokan pir bandorê dike, ji dibistanên xwe hatin qutkirin, jin bi cilê reş di bin navê islamê li wan dikirin û gelek jin ji bo eskerê xwe bi kar anîn. Li ser vê bingihê gelek jinan ji bo ku ev yek qebûl nedikirin xwe intîhar kirin.”

Even Cuma Rêvebera komeleya Mafê Mirovan di dawiya axaftina xwe de got:”Komeleya mafên mirovan li herêma Cezîre “raporên demkî pêşkêşî rêxistinên mafên mirovan ên navdewletî dike, mîna Komîteya Lêgerîna Rastiyan a Sûriyê ku binpêkirinên li dijî sivîlan belge dike, ji bilî danûstandina bi komîteyeke taybet re, ku binpêkirinên li dijî zarokan belge dike. Ji bilî derxistina raporên salane yên ku çavdêriya hemû binpêkirinên mafên zarokan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û pêşkêşî dezgehên mafên mirovan dikin. Herwiha amadekirina dozên takekesî bo dadgehên navdewletî derbarê binpêkirinên mafên zarokan û ev hemû doz tên birêvebirin, li dijî dewleta Tirk û komên çekdar ên opozîsyonê ku binpêkirin û sûcên şer ên navborî pêk tînin.

Evîn Cuma, bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û hêzên aktîf ên herêmê kir, ku ambargoya hewayî li ser esmanê Sûriyê li ber balafirên Tirkiyê deynin û got:” Jiyana dijwar a ku ev koçber û derbider dijîn, ji ber dagirkirina herêmên wan, û armanc kirina rasterast a sivîlan tawaneke şer e, ku armanca wê ya bingehîn pêkanîna guhertina demografîk li herêmê ye.