Rojnameya Ronahî

HESEN KOÇER: ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ WÊ SERKEFTIN Û ÇARESERIYÊ MISOGER BIKE.

Hesen Koçer da zanîn ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser bingehê tekoşîna 50 salî ava bûye û destnîşan kir ku beriya şoreşê bi 2 salan xebatên avakirina rêxistinkirina civakê û avakirina pergala parastinê hatibû destpêkirin. Koçer, diyar kir ku gelek alî êrişî şoreşa Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û dixwazin wê tune bikin, lê bi hevgirtina civakî gelê herêmê karîbûn destkeftiyên xwe biparêzin. Koçer her wiha bal kişan ser planên dijberiyê ku li dijî civakê têne bikaranîn û bang li gelê herêmê kir ku tevî hemû zehmetiyên jiyanî û aborî hevgirtina civakî hevgirtin û tekoşîna li dijî sîstema şerê Taybet biparêzin û da zanîn wê şoreşa 19’ê Tîrmehê wê serkeftin û çareseriyê misoger bike.

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bersiva pirsên Rojnameya Ronahî da.

1-We bawer dikir ku  şoreş ew ewqas dirêj bibke û  hûn encamên wê çawa dinirxînin?

Şoreşa demokratîk a di herêmê de pêşketiye encama tekoşîna 50 sal ji kar, xebat û bedelên giranbuha yên ku ji bona azadî û demukrasiyê hatine dayîne. Di destpêkê de jî nirxanina me ew bû ku wê şoreşa Rojava û ya Sûriyayê dirêj bike. Ji ber pirsgirêkên civakî, demokrasî, azadiya jin û pirsgirêka gelê kurd hene, ev jî ne mijarên wiha demkurt in.

Şoreşa Rojava ne wekî şoreşa Sûriyê û yên din bû, li ser hêmanên çareserkirina pirsgirêkên civakê yên aborî, çandî, siyasî û azadiya jin saz bû û li ser esasê azadiya civaka ekolojî û azadiya jin pêş ket.

Şoreşên din li ser esasê hilweşandina dîktatorekî û avakirina yekî din pêk dihatin, lê şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser esasê demokrasiyê saz bû û wiha hêza xwe ya leşkerî û siyasî ava kir.

Xeta sêyemîn a şoreşa 19’ê Tîremhê xeta civaka demokratîk e. Civakê esas digre, pirsgirêkên civakê asas digre. Em di wê baweriyê de ne ku heger sîstema rêxistinbûna civaka demokratîk pêş nekeve, wê ne gengaz be ku sîstema demokratîk ava were avakirin.

Destpêkê jî me pêngavek li ser navê Şehîd Rustem Cûdî û Şehîd Şîlan Kobanê destpê kir. Di çarçoveya wê de komîn û meclîs hatin avakirin. Di nava van meclîsa de xeta demokratîk pêş ket û Rêveberiya Xweser hate avakirin.

2-Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê bi 2 salan Rêveberiya Xweser hate ragihandin, we çiqasî karîbû xwedî li nirxên şoreşê derkevin?

Raste, ew rêveberî li ser esasê Meclîs  û komînan saz bû. Tevgera civaka demukratîk(TEV-DEM) jî di meha 7’an a 2011’an de hate avakirin. Di kanûna heman salê de Melcîsa Rojavayê Kurdistanê bi hilbijartinên Gel hate avakirin. Ev hemleyeke rêxistinî bû li ser wî esasî jî Şoreşa 19’ê TÎrmehê pêş ket. Di sala 2011’an de hêzên YPG’ê jî hatin avakirin. Bi vê boneyê em di serî de damezirînerê YPG’ê Şehîd Xebat Dêrik û hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin.

Piştî xebatên 2 salan ji rêxistinkirina civakî Şoreşa 19’ê Tîrmehê destpê kir. Angu şoreş li ser mîrasekî rêxistinî hate destpêkirin. Ragihandina Rêveberiya Xweser jî di 21’’ê Çileya 2014’an li Cizîrê, 27’ê heman mehê li Kobanê û di 29’ê heman mehê li Efrînê hate ragihandin. Di sala 2013’an de êrişên pir dijwar li ser Tirbespiiyê, Rimêlan û heta Qamişlo hatin.

Êriş ji aliyê Cebhet El-Nusra ve pêk hat, armanca wan dijberî û tunekirina Rêveberiya Xweser bû. Di roja ku me Rêveberiya Xweser ragihand civîna Cinêvê ya derbarê Sûriyê de hate lidarxistin. Wan jî êrişên dijwar li dijî herêmê pêş xistin. Bi rastî jî zarokên vî gelî qehremeniyek mezin nîşan dan û şer kirin, di encamê de bi dehan ciwanên vî gelî canê xwe feda kirin û şehîd bûn, heta me karî van destkeftiyên Rêveberiya Xweser biparêz in.

3-Gelek hêzên navdewletî  û herêmî destê xwe avêtine aloziya Sûriyê, ji bo rêveberiya xweser vê destwerdanê çi bi xwe re aniye û ji niha û şûn ve wê bandora wê çawa bibe?

Hêzên navdewletî piştî 2013’an plansaziyek li ser Sûriyê çêkirin û planek taybet li ser Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêkirin. Planên êrişan li Paytexta Urdin Omanê hate lidarxistin.

Plan di wir de hate amadekirin û plansaziyên êrişan destpê kirin. Di civînê de DAIŞ û PDK’ê û dewleta Tirk hebûn. Di wê civînê de plansaziyên êrişên li dijî herêmê hatin amadekirin. Êrişa li ser Şengalê jî di wê civînê de hate danîn. DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, pêşmergeyên PDK’ê xwe vekişandin û Şengalê ji wan re hiştin.

Li ser esasê wê civînê bingeha planên navdewletî hatin danîn û bingehê avakirina koalîsyonên navdewletî jî hate sazkirin. Destwerdan wê demê xurt bû, di wê demê de itîfaq hate kirin ku DAIŞ’ê êrişî PDK’ê neke û êrişî li dijî Şengal û Kobanê pêş ketin. Paşî wê DAIŞ xwe vekşîne û komên “Artêşa Azad” ji wan bigre û berê xwe bide Efrînê jî. Cerblusê jî wiha bû, DAIŞ’ê cilên xwe guhertin. Bi berxwedana şervanan plana wan neçû serî.

Di heman demê de êrişên wan li dijî Kobanê jî vala derketin, li wir jî nikarîbûn serkevin. Koalîsyona Navdewletî jî wiha destwerdan kir.

Di 2016’an de jî Rûsiya di xaka Sûriyê de destwerdan kir. Di wê demê de komên “Artêşa Azad” derbasî Şam, beşek mezin ji Helebê, Hema, Humis û Idlibê bibûn. Metirsîn li ser rêjîma Esed çêbû.

Bi destwerdana hêzên derve aloziya Sûriyê kûrtir kir. Piştgirtiya Tirkiyê ya ji itîlafa opozisyonê re alozî mezin kir. Di heman demê de mudaxeleya Koalîsyonê û Rûsiya di xaka Sûriyê de alozî girantir kirin. Sûriyê wekî 2 parçe, rojhilat û rojavayê Firatê parçe kirin.

4-Gelek alî di nava hewldanan de ne, di navbera Rêveberiya Xweser û gelê herêmê de valatiyê derbixe, ji bo vê mijarên xizmetguzariyê bikar tînin, planên we li beranberî van hewldanan çine?

Dema Rêveberiya Xweser serwer bû, DAIŞ herêmên ereban dagirkiribû. Lê piştî rizgarkirina Minbicê, Reqa û Dêrazorê li wan herêman jî Rêveberiyên Xweser hatin avakirin. Êdî gelê herêmê bi giştî di yek çeperê de li dijî DAIŞ’ê û xeteriya wê û komên din şer kir. Di heman demê de xebetên rêveberiyê jî mestir bû.

Ji bo rêveberiya xweser mirov dikare bêje pirsgirêkên heyî pirsgirêkên rêveberiyê û pêşketinê ne, ne pirsgirêkên bi zanebûn têne kirin. Ji xwe dorpêça ji aliyê hikûmeta Şamê û PDK’ê bandorek mezin li xebatên rêveberiyê dike.

Ji xwe civîna 4 alî ya di navbera Îran, Rûsiya, Tirkiyê û hikûmeta Şamê de jî di vê çarçoveyê de hate lidarxistin. Ew plan dikin çawa eşîran li dijî Rêveberiya Xweser pêk bînin, çawa wê karibin tevliheviyê derbixin û şerê taybet pêş bixin û wê çawa şerê kurd û ereb derbixin. Li ser wî easî û bi bingeha parastina rewa em têkoşînê didin meşandin. Ezmûnên me jî çêbûne, tevî kêmasiyan jî em li gorî wê xwe amede dikin û tekoşîna xwe hîn xurtir dikin.

Dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serkêkaniyê êrişa li dijî Şoreşa Rojava bû, ev êriş bi alîkariya hêzên navdewletî pêk hat. Li hember wê jî tekoşînek gelekî mezin tê meşandin û gelek şehîd û birîndar hatin dayîn.

 

5- Di nêrîna we de şoreşa 19’ê Tîrmehê dikare bibe bingeha çareserkirina aloziya Sûriyê û herêmê?

Şoreşa Rojava bingeha çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn e, ew ne wekî şeklê şoreşên din e. Di dîroka mirovahiyê de şoreş bê felsefeya siyasî nabe, li welatên herêmê şoreşên hatin destpêkirin şerê li ser iqtîdarê ye. Li Sûriyê, Misr, Iraq, Lîbiya, Îranê û Tirkiyê jî şerê wan li ser desthildariyê ye. Dixwazin werin şûna wan û xwe wekî wan diktatoran bi sîstem bikin.

Lê rengê şoreşa 19’ê Tîrmehê felsefeya netewa demorkatîk e, Ev sistem Serokatiyê pêş xistiye ku bibe anternatîfa sîstema dewletê ya heyî. Di vê derbarê de Rêber Apo dibêje: Ku rêgeza felsefî ya şoreşa me ne hilweşandina dewletekê û li şûna wê avakirina dewletkeke din e. Armanc avakirina civaka demokratîk e, li ser wî bingehî jî çareserkirina pirsgirêkane.

6-Dijberî û zehmetî zêde ne, ji bo parastina nirxên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ji gelê herêmê tê xwestin?

Piştî deh sal ji tekoşîneke bê hempa, gelê me bi zehmetiyan re rû bi rû ma, em careke din jî dibêjin ku wê tekoşîna azadiyê ne hêsan be, dê zehmetiyên aborî û jiyanê re rû bi rû bimîne. Ji ber ku em di nava Rojhilata Navîn de ne, em niha berdêla wê yekê datînin, rojane hevalên me yên QSD’ê û hevalên me yên din jî şehîd dikevin. Me şoreşek bi zehmetî ava kiriye, me bi hezaran şehîd û bi dehezaran birîndar dane. Gelek welatiyên me malên xwe winda kirin. Niha tişta ji gelê me tê xwestin li ser esasê şerê gelê şoreşgerî xwe bi rêxistin bike û destkeftiyên xwe biparêze. Gulek jî bi striyan parastina xwe dike. Gelê ku nikaribe xwe biparêze mafê wan ê jiyanê nîne. Nabe hemû xebatên parastinê tenê ji hêzên leşkerî re were hiştin.

Hêzên leşkerî bi hêza civakê xurtir dibe, em dizanin zehmetiyên jiyanî û zehmetiyên aborî hene. Lê em ê, tekoşîna xwe bimeşînin . Gerek em nekevin bin bandora şerê taybet, di demên dawî de dixwazin gel bidin koçberkirin û herêmê vala bikin. Ji bo wê pir piropoganda tê kirin. Wiha îda dikin ku pêşeroja vê şoreşê nîne, ev îda ne rastin, pêşeroja vê şoreşê heye. Tu şoreş wekî ya me ne ketiye xizmeta xeta azadiya civakê de. Em ne bê pêşeroj in, niha li meydanê pirojeya çareseriyê ya tu aliyan nîne. Tenê pirojeya çareseriya tevahî Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û bi xeta Şoreşa 19’ê Tîrmehê ancax pêkwere.

Di demên dawî de poltîkayên taybet li dijî gelê me didin meşandin, madeyên hişbiriyê, fihûş û her wekî din li dijî civakê didin meşandin. Tişta ji gelê me tê xwestin bi kurd, ereb û suryan, çerkes û her wekî din hêmanên şoreşa xwe bi hevgirtina civakî biparêzin.