Rojnameya Ronahî

Jinên kedkar

Nehîr Pale

Piştî ku şoreşa Sûriyeyê dest pê dike, 4 xwişk tev dayika xwe, di sala 2012`an ji Helebê derbasî Reqa dibin. Ji taxa Sukeriyê ya bajarê Helebê ne, piştî ku bavê wan wefat dike, bi hev re dibin alîkar û debara jiyana xwe bi xwe dikin.

Gurûpa din jî ku hejmara wan 4 kesin ji malbatekê ne, du xwiş û biraziyên xwe ne. Yek ji wan xwişkan Xalîse El-Şehade ji ber wê û hevjînê xwe li hevdû nekirine, ji hevdû veqetiyane û niha li gel malbata xwe ye. Ew ji gundê Eyaş ê Dêra Zorê ne koçberî gundê kesra yê gundewarê rojavayê Dêra Zorê bûne. Her du xwişk Aye Remedan El-Şehade û Cewahir Remedan El-Şehade ji Dêra Zorê hatine gel metikên xwe Eyşe El-Şehade û Xalîse El-Şehade li Reqayê cotkariyê dikin. Eyşe û Xalîse jî ev 5 sale derbasî Reqayê bûne û li gel dayîka xwe ne, bavê wan wefat bû ye û her fêr bûne berpirsyartiya xwe û ya malbata xwe bikin. Yek ji wan dibistana seretayî xwendiye, dudu ji wan jî heyanî dibistana navîn xwendine û yên dîtir jî qet neçûne dibistanê. Niha fêrî cotkariyê bûne û kîjan jin dixwaze fêr bibe û bixebitê bi wan re dibin alîkar.

Cotkariyê fêm dikin û xwe baş birêxistin dikin

Bexçeyê ku tê de dixebitin li gundê Kesra Cûma yê Reqayê ye, 25 donime û her 4 demsalan (Zivistan, Buharê, Havîn û Payîzê) diçînin. Her teşeyekî zebze li gorî demsala wê diçînin, êdî di çandiniyê de bûne xwedî tecrubeyekî mezin, ew xwe birêve dibin û xwe birêxistin dikin, saet 05:00 têne nava bexçe heyanî saet 12:00 dixebitin. Zebze diçînin, derman dikin û paqij dikin. Dema ku bexçe berhem dide jî ew zebze berhev dikin û rêdikin bazarê.

Cotkarên jin li gorî saetên kar, pere digirin, her saetekê 2000 L.S. digrin. Her wiha ji zebzeyên bexçe sûdwerdigrin û ji berhema destê xwe dixwin.

Têkiliya wan a civakî xurte

Jinên cotkar xebatên xwe yên bexçe birêxistin dikin. Bi hevre dixebitin, bi hevre navber didin û bihevre çaya xwe vedixwin. Cûdahiya temen bandor li ser têkiliya wan nake, Eyşe El-Şehade mezine û temenê wê 40 salî ye û biraziya wê Cewahir 12 salî ye xwikşa wê jî Aye 13 salî ye. Di gurûpe de her kes pêkve dixebite û tu pirsgirêk di navbera wan de dernakevin. Ew ne tenê aliyê aborî ve berpirsyartî radikin, karê malê jî dikin û xwe birêve dibin.

Çanda xwe ya çandiniyê diparêzin

Xebtandina jin a di çandiniyê de çandeke ku ji berî zayînê 10000 sal ji aliyê jin ve hatiye îcad kirin û niha diparêz in. Li xaka Mezepotamiya bi riya jin şoreşa çandiniyê dest pê kir û heyanî roja îro didome. Li van herêman bi giştî jin berpirsyartiya çandiniyê radike û mêr jî avdaniyê dikin û berhema çandiniyê dibin bazarê.