Rojnameya Ronahî

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa vejîna  jinê ye

Birûc Resûl/Qamişlo

Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo gelên herêmê û bi taybetî ji bo jinan bû destpêka vejîneke nû, berdevka Kongra Star a bakur û rojhilatê Sûriyê Rîhan Loqo diyar kir ku Şoreşa Rojava bi deng û rengê jinê li tevahiya cîhanê deng veda.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi pêşengiya jinan dest pê kir û ji tevahiya cîhanê re bû sembola azadiyê, di nava 12 salan de, gelek destkeftiyên jinan  mayinde kir û bû mîrasa dîrokî ji têkoşîna jinan re.  Herwiha gelên Rojava bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re bûne pêşengên ezmûneke girîng a guhertin û veguhertina demokratîk, lewra bûne hêzeke aktîf, di her astê de û heta niha jî têkoşîneke girîng didin meşandin. Gelên Rojava di ber tevahiya cîhanê şerê parastina mirovahiyê kir û ji bo wê armanc gelek qurbanî da. Jinên Rojava jî ji tevahiya jinên cîhanê re bûn sembola berxwedan û azadiyê.

Derbarê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê û rola jinê di şoreşê de, berdevka Kongira Star a bakûr û rojhilatê Sûriyê Rîhan loqo ji rojnemeya mera axivî.

Rîhan loqo da xuyakirin ku li kêleka jinên kurd , jinên ereb jî cihê xwe di nava Şoreşa Rojava de girtin û wiha got: “Yekemîn rêxistina jinan li ser asta Rojava hat avakirin, Yekîtiya Star bû, ku di sala 2005’an de hat damezrandin û piştê wê navê hat guhertin û bû Kongra Star, vê kongreyê yekîtiya komînal di nava jin û civakê de avakir. Di heman demê de bi pêşenegtiya jinên kurd, ereb, suryan û tevahî pêkhateyên bakûr û rojhilatê Sûriyê ku tevlîbûn, ev jî bû sedema avakirina bingeha civakeke demokratîk û wekhev. Herwiha piştê Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi dehan rêxistin û tevgerên jinana hatin avakirin. Mînak wê jî, ji bo jinên ereb li herêmên rizgarkirî wekî Dêrezorê û Reqa yê koma Zenûbiya hat avakirin, ev jî destkeftiyeke pir mezin bû ji bo şoreşê, destkeftiyên heyî bi destê jinên herêmê hatin bidestxistin.”

` Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan li tevahiya cîhanê deng veda`

Rîhan Loqo diyar kir ku di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de, jinê nasnameya xwe îsbatkir û rolela pêşengtiyê girt ser milê xwe: “Di demên berê de dihate zanîn ku rêjîma baisê li Sûriyayê pir desthiladar bû, dixwest ku civakê li gorî zhniyeta xwe ya qirêj ava bike, ji wê herdem hewil dida ku tirsê di nava gel de ava bike. Her wiha şerekî taybet li ser jinê  dida meşandin, ji ber ku dizanibû ku rola jinê di civakê de pir girîng e. Tevahiya desthiladaran piştî avabûna sîstema dewletê, jin çewisandine û xwestine jinê bê vîn bihêlin, da ku desthilatdariya xwe ya li ser civakê dewam bikin.”

Rîhan wiha berdewamî da axavtina xwe û got:”Jina Kurd a ku ji destpêka şoreşê ve, bi cewherî pêşengiya şoreşê kir, bi xebata xwe karîbû leza têkoşîna xwe ya demokratîk, rêxistinî, diplomatîk, siyasî, çandî û abûrî bilind bike, herwiha ji bo hemû jinên cîhanê bibe mînak. Jinan bi pêşengiya rêxistina Yekîtiya Star xwe li Rojava û hin bajarên Sûriyeyê bi awayekî balkêş bi rêxistin kirin, li hemû gund û bajarokan komîn û meclisên jinan hatin avakirin. Her wiha ji bo perwerdekirina jinan di hemû qadên jiyanê de gelek çalakî li darxistin. Ji bo vejandina zimanê Kurdî, pêşxistina wêjeya Kurdî li Rojava jî herî zêde keda jinan hebû. Jinên Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe ya di nava şoreşê de, li ser asta cîhanê deng veda.”

‘Jinê di hemû warê jiyanê de xwe isbat kir’

Rîhan da zanîn ku têkoşîna jinan ne tenê bi xebatên sivîl re sînordar bû, lê jinan li Rojava bi avakirina Yekîneyên Parastina Jin YPJ`ê û avakirina rêxistinê di warê ewlehî, tevlîbûna pergala parastina Rojava de, destkeftiyên girîng bi dest xistin û wiha domand:”Yekîneyên Parastina Jin ku avakirina wan di destpêka şoreşa Rojava de hate ragihandin, beşdarî hemû qonaxên şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bû û serkeftinên mezin bi dest xist. Bi sedan jin ji bo parastina nirx û destkeftiyên jinan gihiştin asta şehadetê. Şehîd Arîn Mîrkan a ku bi ruhê xwe efsaneya serdemê nivîsand, bû mînaka jina têkoşer. Yekîneyên Parastina Jin di dîroka şoreşa Rojava de roleke sereke û girîng lîst û beriya her tiştî ev şoreş veguherand şoreşa jinê.”

‘Şoreşa Rojava şoreşa jiyanê ye’

Rîha wiha axavtina xwe dewam kir û got:”Şaristaniya çandiniyê ku bi destê jinê hat afirandin, roleke sereke di avakirina şaristaniyan de lîst, lê ev destkeftiya ku xizmeta tevahiya mirovahiyê dike ji destê wan hat girtin. Li Rojava geşepêdana di vî warî bi awayekî berçav bi avakirina koperatîfan û çandiniyên taybete bi jinan, ji bo peydakirina derfetên kar ji jinan re, hat pêşxistin. Ji ber vê yekê Şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa jinê ye, şoreşek cewherê jinê ye, hemû qadan, bi hemû wateya xwe şoreşeke pîroz e. Weke ku em dibînin dewletên dagirker şerê xwe li ser me zêde dike û bi taybet li ser jinên pêşeng, ji ber ku dizanin pêşketina vê civakê jine, timî jinan hedef digrin.”

Rîhan Loqo berdevka Kongra Star wiha axavtina xwe bi dawî kir: “Di serî de em dibêjin ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Li ser vê bingihê em salvegera 19`ê Tîrmehê li jinên pêşeng yên ku canê xwe feda kirin,pîroz dikin, herwiha em soza şopandina riya doza wan dûbare dikin.”