Rojnameya Ronahî

Lozan amûreke tunekirina hêviyên gelan bû

Prof. Teysîr Ebdulcebar El Alûsî destnîşan kir ku Peymana Lozanê ji bo tunekirina hêviyên gelan, nexasim gelê Kurd û mafên wî yên diyarkirina qedera xwe, amûrek bû. El Alûsî ji bo rêgirtina li ber Lozaneke nû çareserî pêşkêş kirin.

24’ê Tîrmehê, Peymana Lozanê dikeve sala xwe ya sedî ku heta niha gelên herêmê ji ber encamên wê êşê dikişînin.

Prof. Teysîr Ebdulcebar El Alûsî yê ji Iraqê, lihevkirin û peymanên di destpêka sedsala borî de hatine îmzekirin wiha nirxandin:“Divê em vê rastiyê destnîşan bikin ku lihevkirin û peymanên navneteweyî bi bandor û encamên xwe ve temamkirî ne. Em dibînin ku bingeha aliyên qanûnî yên van lihevkirinan, bi guhertinên serdema nûjen ve girêdayî ye.”

El Alûsî bal kişand ser Peymana Sykes-Picot jî û diyar kir ku ev peyman encamên Şerê Cîhanê yê Yekemîn û parvekirina milkên dewletên herêma Ereban û Rojhilata Navîn bû û got:”Ev peyman bû sedema parçekirina Ereban, xêzkirina sînorên dewleteke cudaxwaz ku bi xwe re nakokî û şer afirandin, li şûna ku  bibûya lêvegereke herêmî ku herî kêm xemên hevbeş hilgire yan jî li gorî erkên navxweyî û derve yên herêmê, hewldan kiribana yek.”

El Alûsî wiha domand: “Li beramber peymana ku sala 1916`an derketiye, soz dan nûnerên şoreşa erebî û yên din. Peymana Sevrê hat îmzekirin. Lê em dê bibînin ku ev peymana sala 1920`an, encama teşhîrbûna Peymana Sykes-Picot bû û piştî demeke kurt dîsa bi rêya Peymana Lozanê ya duyemîn hat. Ev peyman ji bo tunekirina hêviyên gelan ên diyarkirina çarenûsa xwe û bidestxistina mafê welatekî serbixwe ya azad bi taybet Kurdan, bû amûrek. Kurd ketin xefika ku gelên herêmê jî ketinê.”

‘Tirkiyê û gelek alî dixwazin propagandaya peymanên wiha bikin’

El Alûsî wiha pê de çû: “Bi rastî hin alî hene hewl didin propagandaya bidawîbûna peymanê bikin tevî ku tu nîşaneyên vê yekê tune ne. Mebesta wan ne vegera Sevrê ye lê belê dixwazin rewşa hevsengiya tevlihev a niha, bi kar bînin, ji bo xewnên vegerandina împaratoriyê. Ev împaratoriya ku bi dîrokê re winda bû û bi belavkirina felsefeya Osmaniyê bi giyanê Îxwanî û ideolojiya cîhadê mir. Xwestin bi rêya vejandina dewleke olî yan jî dewleta xîlafetê rê li pêşiya xeyalên firehkirinê vekin. Ev dewlet dê careke din Rojhilata Navîn biçelqîne. Ji wir, mafê diyarkirina çarenûsê li ser Kurdan hat qedexekirin, hegemonyaya wan li ser Kurdan zêde bû. Dibe ku beşeke Îxwaniyan bi dest bixe ku piştgiriyê bidin projeyên wê yên xeyalî.”

El Alûsî got: “Tirkiyeya Erdogan bi rêya arîşeyan dixwaze dewletên herêmê bîne hember hev û stratejiyên wan lawaz bike, da ku bikare bi rêya sedan baregehên leşkerî, her wiha bi rêya fikrên toranî yê di nava Tirkmenan de belav kir, desthilateke demkî ferz bike û paşê jî berfireh bibe.”

Her wiha got: “Em nikarin tenê behsa planên îdeolojîk ên veşartî û siyasetên nexweş bikin, lê belê hewldanên dagirkeriyê êdî bi rêya komên milîs û alîkariya hêzên leşkerî dikin jî pêk tê, çi li Lîbyayê çi jî hewldanên dagirkirina hin giravan”.

Teysîr El Alûsî diyar kir ku pirsgirêk dê li herêma cografiya siyasî be û got: “Ev wê bi rêya kesên xwedî îdeolojiya îslama siyasî ya tundaw a cîhadîst ên ku destekê didin xeyalê Tirkiyeyê pêk were. Dixwazin dîroka dijbertiya gelê herêmê dûbare bikin û sedema ketina desthilata sext ya tarî bispêre gel. Ev jî komkujiyê xwînmêjên li Şam, Iraq û deverên din kirine, tînin bîra me.”

El Alûsî ev hişyarî dan:

1- Propagandaya bidawîbûna Lozana 1923’yan bi taybet hin xalên wê yên ku xizmeta projeya Osmanîbûnê dikin.

2- Amadekirina tawanên berfirehkirinê bi rêya bi sedan navend, nuqte û baregehên leşkerî ku em li Iraq, Sûriye û Lîbyayê dibînin.

3- Berfirehbûna ber bi Asya, Afrîka û heta Ewropayê, her çend bi şêweyên nixumandî be jî, lê di naverokê de ew xeyal û xewnên nexweş hene.

4- Gurkirina aloziyên mezin ji bo berdewamkirina lawaziya welatên Rojhilata Navîn û çêkirina nakokiyan û mijûlbûna wan da ku wan ji armanca Tirkiyeya Erdogan dûr bixin.

5- Peydakirina hêzên îdeolojîk ên ku xizmeta projeya Osmaniyan dikin, mîna Îxwanan, di nava gelên herêmê de.

6- Di encamê de, welatên herêmê ji hev bixe û wan têxe nav nakokiyan di navbera netewedewletan de yên bermahiyên Sykes-Picot û nakokiyên navxweyî û xeyalên bindestiya aliyên herêmî û navneteweyî ji bo têkbirina aramiyê.

7- Çêkirina nakokiyan di navbera neteweyên Ereb û Kurd de û pevçûnê di navbera gelên wan de pêk bîne li ser asta herêmî û navxweyî li ser nasnameya neteweyî ya her du neteweyan.

8- Nûkirina projeyên Osmanîbûnê û Îxwanan bi bîrdoziya siyasî ji bo ferzkirina rewşa heyî.

Prof. Dr. Teysîr Abdulcebar El Alûsî daxwaz kir ku ji bo rûbirûbûna vê yekê pêwîste ku çend gav werin avêtin.

1- Naskirina stratejiyên aliyên din, bi taybetî li vir Tirkiyeya Erdogan û hêzên din ên herêmê û bi taybet jî projeya olî ya îslamî û tundraw a tevahiya herêmê.

2- Pêwîst e armancên sereke werin diyarkirin da ku pêşî li wê projeyê bê girtin, eger nebe hêzên herêmê û xelkê wê dê bikevin nava xefkên mijûlbûnê ku ewên li dijî wan ji wan re vedidin.

3- Divê konferansa yekitiya nîştimanî ya Ereb û Kurd û hêzên neteweyî û gelêrî ku hay ji proje û metirsiyên wê hene, were lidarxistin.

4- Beriya ku gelên me bikeve rastiyeke nû ku dê bi tundî, hesin û agir dewam dike, bi qasî ku desthilata tarî ya Osmaniyan berdewam kir, divê em li ser bingehên zanistê li çare û alternatîfan bigerin.