Rojnameya Ronahî

Êrişên dagerkerên tirk li ser qadên berxwedanê bi hevkariya PDK’ê

Navenda Nûçeyan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li dijî qadên Zap û Metîna yên ku zivistanî jê reviya bû êrîşeke nû ya dagirkeriyê da destpêkirin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî bi çalakiyên xurt bersivê dide êrişan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragehand ku artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriyê kir û wiha got:”Herêmên ku artêşa Tirk a dagirker di demsala zivistanê de ji ber derbên giran ên gerîla neçar mabû vekişe lê a niha dîsa dest bi êrîşên ser van qadan kir. Êrişên dagirkeriyê di 14’ê Tîrmehê de li dijî Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê çêbû, di 19’ê Tîrmehê de jî li dijî Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya ku bi piştgiriya PDK’ê dest pê kir. Di şeva 20’ê Tîrmehê de jî piştî bombardûmana zêde ya hewayî di sibeha 21’ê Tîrmehê de jî li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, êrişeke dagirker da destpêkirin.”

HPG’ê da xuyakirin ku hêzên wan li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ya ku bi teknîka şerê dijwar û piştgiriya çeteyan dike û derbên giran li dagirkeran dixin û wiha domand: “Di 19’ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê FM dema ku dagirker ketin tevgerê, carekê bi çekên giran li wan hate xistin. Di 20’ê Tîrmehê de li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sûîkastê li cîhazeke jammerê ya dagirkeran hate xistin û ev cîhaz hate îmhakirin. Di 21’ê Tîrmehê de dagirkerên ku xwestin ji Girê Şehîd Zagros a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî biçin Girê Şehîd Şîlan, bi taktîkên cihê 7 caran li dagirkeran hate xistin û pêşveçûna dagirkeran hate sekinandin.”

HPG’ê di dewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:”Di 17’ê Tîrmehê de li Qada Berxwedanê ya Tabûra Ereban bi taktîkên gerîla yên kordîneyî li dagirkeran hate xistin. Tîmên gerok bi çekên ferdî û giran li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 3 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê da zanîn ku di 19’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Ortê ya Metîna, li cihên ku hêzên PDK’ê lê bûn ji bejahî dest bi operasyonekê kirin û wiha domand: “Dagirker ji benda PDK’ê dest bi tevgerê kirin, ber bi qada Neqeba Tirvanîş û Şehîd Piling bi pêş ve çû. Di 20’ê Tîrmehê  de dagirker ji qada Girê Ortê ya PDK’ê bi rê ketin û li Girê Ortê amûrên çavdêriyê bi cih kirin. Hêzên PDK’ê ev qad kirine benda tevgerînê ya artêşa Tirk a dagirker û alîkarî da ku dagirker ji vir êrîşî hêzên me bikin. PDK bi eşkerehî piştgiriyê dide dagirkeran û ev operasyon hê jî didome.”