Rojnameya Ronahî

Pêwîste Şoreşa Rojava bê parastin

Zekî Bedran

Salvegera 11’emîn a Şoreşa Rojava maf dike ku bi gelek aliyên wê ve bê nirxandin. Dema li Rojhilata Navîn Bihara Gelan destpêkir, kesekî hesabê Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya Kurdan nedikir. Gotin di cih de be Bihara Gelan veguherandin zivistanê. Di cewher de şoreşa gelan hat dizîn. Gel rabûn ser piyan lê ne bi rêxistinkirî bûn. Desthilatên herêmê û hêzên derve yên pişta xwe dabûnê bûn yek û şoreş vala derxistin. Dema ev serhildan li Sûriyê teyîsîn, taybet jî bi pêşengiya Tirkiyê gelê Sûriyê kişandin nava avgerekî. Hesab nekiribûn ku dê tenê Şoreşa Rojava ji vê avgerê xilas bibe. Lê tişta ku Tirkiyê jê ditirsiya pêk hat û Şoreşa Rojava weke Rokekî li Rojhilata Navîn biriqî.

Tirkiyê, ji bo Rojava tesfiye bike piştgirî da hêzên weke DAIŞ û El- Qaîdeyê. Berê wan da Kurdan. Bi awayek zelal û vekirî destek da tevahî hêzên ku Îslam kirine amûrek a siyasî. Li Rojhilata Navîn piştgiriyek mezin da Îxwaniyan û xerckirinek mezin çêkir. Bi pêşengiya wan dê Erdogan xwe weke xelîfeyê cîhana Misilmanan îlan bikiribûya. Heta niha jî di cîhanê de yê herî zêde piştgirî da Erdogan bû. Dê bi destê Îxwanî û hêzên din ên muxalîf Beşar Esad ji desthilatdariyê bixistibûna û bi kesên hatibûna ser desthilatdariya Sûriyê xistibûna destê xwe. Yek ji sedemên ku evqas bi lez xwe berda nava Sûriyê, dijminahî û tirsa li dijî Kurdan bû. Gotin, şaştiya ku me li başûrê Kurdistanê kirî, pêwîste em li Sûriyê nekin, nehêlin Kurd sûdê ji derfetan bigirin. Ji bo Kurd nebin xwedî statû bi lez ketin tevgerê. Yek ji sedemên din jî digotin, ji xwe Esad nikare zêde li ber xwe bide, dê weke Qeddafî zû bikeve û em ê jî li Sûriyê bibandor bibin. Hesabek din ên wan ev bû.

Hesabên Tirkiyê pêk nehatin. Beşar dest jê berneda û neçû, cîhana Rojava jî ji bo çûyîna Beşar israr nekir. Piştî Îran û Rûsya jî ketin dewrê, B. Esad li ser lingan ma. Li aliyê din berxwedana Kurdan û hevkariya wan a bi koalîsyonê re DAIŞ bin xist. Ev jî bû sedema herî mezin a neketina rêveberiya Esad. Eger Kurdan li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe nedabûya, DAIŞ jî bi hêzên din ên muxalîf re, bi piştgiriya Tirkiyê û hwd, dê berê xwe bidabûna Şamê. Jixwe şer gihiştibû taxên derdora Şamê.

Kurd li Sûriyê bûn hêza herî bibandor. Neketin nava hêzên muxalîf. Li kêleka rêveberiya Şamê jî cih negirtin. Vîna birêxistinkirina Şoreşê bikar anîn. Eger ev vîn derneketibûya holê, dê bûyerên li Sûriyê ber bi cihek cuda ve biçûbûna. Wê demê Kurdên ku bê pêşeng bimabûna, dê beşek wan bibûna alîgirên muxalefetê û beşek jî bibûna alîgirên rêveberiya Şamê. Ev yek jî dê bibûya sedemê encamên cuda. Di encamê de jî dîsa dê Kurdan winda bikirbûya û bibûna leşkerên hinekên din. Kurdan bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re pêvajoyek din dan destpêkirin û vê yekê hesab û hevsengiyên mezin ên li Sûriyê guherî.

Bi Şoreşa Rojava re herêm ji DAIŞ’ê hat paqijkirin. Ji ber ku hevkarî bi Koalîsyonê re hat çêkirin, tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ’ê hat paqijkirin. Dîsa bi helwesta siyasî ya xwe dispêre rêya sêyemîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin. Rêveberiyên Xweser tevahî gel, bawerî û çandên herêmê hembêz kirin. Li Rojhilata Navîn derî ji azadî û demokrasiyê re vekir. Ji derveyî xeta ku xwe dispêre cudakariya ol û nîjadî, yekîtiyeke ku xwe dispêre vîna azad û wekhev esas girt. Nîşanî gelên xwe kir ku di nava aşitiyê de bi hev re bijîn. Vê Şoreşê bala tevahî cîhanê kişand. Yek ji sedemên wê ewbû ku tevahî mirovahî ji belaya DAIŞ’ê xilas kir, a din jî pêkhatina şoreşa jinê bû.

Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yanî xweseriya demokratîk îro di bin dorpêçek giran de ye. Dema Tirkiyê nekarî bi DAIŞ‘ê û hêzên din Kurdan tesfiye bike, bi xwe dest bi dagirkeriyê kir. Li herêmên ku dagir kiriye paqijiya nîjadî kir. Sûcek nema ku li dijî mirovahiyê nekir. Dewleta Tirk bi hezaran hêzên çekdar ên ji ber DAIŞ’ê, El-Qaîde û hêzên din mane berhev kir. Van hêzan hem li dijî rêveberiya Şamê, hem jî ji bo tesfiyekirina Kurdan bikar tîne. Ev tevahî hêzên ku dijminên mirovahiyê ne, li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi dilê xwe rêxistin dibin û di nava ewlehiyê de kar dikin. Îro Tirkiyê ji bo tevahî cîhanê veguheriye xeteriyekê, bûye welatek ku terorê vediguhêze cîhanê.

Di pêvajoya Astanayê de Tirkiyê, Rûsya, Îran û Sûriyê li dijî rêveberiya xweser bûn yek û ew ne rewa îlan kirin. Yanî li ser tesfiyekirina wê lihev kirin. Bi vî awayî dagirkeriya Tirk jî rewa dibe. Ji derveyî wê hikumeta Tirk hewl da li ser bingehê dijminahiya Kurdan xwesteka tevlîbûna Îsveç û Filandiyayê ya ji bo endamtiya NATO’yê bikar bîne. Tirkiye hewl dide li aliyekî Rûsyayê, li aliyê din DYE û NATO’yê bike hevkarê qirkirina li dijî Kurdan. Heta niha jî vê hewldana xwe didomîne.

Weke tê dîtin dixwazin Şoreşa Rojava ya ku li Rojhilata Navîn bû henaseyek bifetisînin. Diyar e ku şoreş di avên hêdî de nameşin. Ev kesayeta şoreşan e. Şoreş di avên bi pêl û bahozan de dimeşin. Niha yên ku rêça şoreşê di destê xwe de digirin, hêzên pêşeng neçarin ku di dervaya bi bahoz de keşitiyê bi awayek saxlem bigihînin bendergehê, pêwîste vîn û hostetiyê nîşan bidin.