Rojnameya Ronahî

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa rêxistinkirina civakê ye

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Bi nêzîkbûna Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, kar û xebatên TEV-DEM`ê û şêweyê sazbûyîna civakî li Rojava, bakur û  rojhilatê Sûriyê têne meşandin. Girêdayî vê mijarê endamê Qordînasiyona TEV-DEM`ê Yûsiv Kûtê û Rêvebera Nivîsgeha Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk,Zeyneb Hesen dane zanîn ku kar û xebatên TEV-DEM`ê bûne bingha Şoreşa Rojava.

Tevgera Civaka Demokratîk,TEV-DEM`ê, li Rojava, herwiha bakur û rojhilatê Sûriyê bizaveke civakî, çandî rêxistinî û hwd… e. Hebûna vê tevger li Rojavayê Kuristanê  weke mercekî bingehîn ji xwerêvebirin û pêşxistina milê xizmetguzarî, bîrwerî, xurtkirina têkiliyên civakî û çandî ye. Herwiha bilindkirina rewşa tendurstî, rêvebirina karê mafperestî, perwerdeyî ye.

TEV-DEM`ê bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya di sala 2011`an de hat damezrandin û bû destkeftiyek ji destkeftiyên şoreşa 19’Tîrmehê. Herwiha di destpêkê de tevgerê bingehê hemû komîn, partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser ên di dema niha de, weke meclis, yekîtî, deste û hwd… ava kir. Tevahiya van saziyan jî girêdayî TEV-DEM`ê bûn, lê piştî damezrandina Rêveberiya Xweser di 2014`an de, ji sala 2017`an û bi şûn de piraniya wan ketin bin sîwana Rêveberiya Xweser.

Piştî ku Rêveberiya Xweser hat damezrandin, TEV- DEM`ê xebatên ji bo pêşxistina hemû aliyên civakî, êdî bû li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê. Herwiha girêdayî xebatên civakî meşand û vê tevgerê, Saziya Civaka Sivîl li gundewarên Dêrazorê damezrand û li Tebqa, Minbic, Reqa Rêxistinên Civaka Sivîl jî  da damezrandin.

Nêzî 30 sazî, yekîtî, deste û hwd li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê di bin sîwana  Tevgera Civaka Demokratîk de cih digrin. Ev tevger bi giştî li ser karê rêxistinî, serpereştî û perwerdeya fikrî ya girêdayî xebata sazî, yekîtî û hwd… disekine.

Herwiha Yekîtiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Bazirganan, Yekîtiya Rewşenbîran û hwd girêdayî TEV-DEM`ê ne. Di heman demê de jî 8 nivîsgehên Tevgera Civaka Demokratîk yên li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê hene. Mînak li ser vê yekê; Nivîsgeha Perwerdeyê, ya Jinê, Nivîsgeha Ciwanan, ya Aboriyê û hwd.

Li gorî vê yekê hemû yekîtî, sazî û rêxistin di warê rêvebirinê de, li ser bingehê sîstema Hevserokatiyê kar û xebatê xwe dide meşandin. Meclsên sazî, yekîtî û şaxên wan jî hene. Hêjayî gotinê ye ku li bakur û rojhilatê Sûriyê jin jî cihê xwe di nava kar û xebatên TEV-DEM`ê de digre. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa jinê ye û wê bi pêşengiya jinê biserbikeve.

Girêdayî kar û xebatên TEV-DEM`ê ji aliyê sazîbûyîna civakê ve, ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê heya niha endamê Qordînasiyona TEV-DEM`ê Yûsiv Kûtê û  rêvebera Nivîsgeha Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk,Zeyneb Hesen ji Rojnameya Ronahî re axivîn.

‘ TEV-DEM`ê bingeh Şoreşa Rojava danî ’

Kûtê da zanîn ku  bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re, Tevgera Civaka Demokratîk gelek guhertin û veguhertinên bingehîn û giranbuha pêkanîn û wiha domand: “Dema alozya Sûriyê destpêkir, Rejîma Be`isê karê sazî û dezgehên bajarên Rojavayê Kurdistanê rawestandin. Me di wê demê de bi armanca sazbûyîn û rêxistinkirina civakê kar û xebatên biewle dane meşandin. Herwiha  gava destpêkê ji avakirina komînê, meclis, partiyên siyasî ên hemû bajarên Rojava bû. Di heman demê de perwerdeyên fikrî yên xwerêvebirinê, civînên rêxistinî ji yekîneyên bingehîn ên civakê re çêkirin. Piştre bi dehan sazî, yekîtî û dezgehên mîna Yekîtiya Parêzeran, Meclisa Tenduristiyê û Yekîtiya Bazirganiyê hatin damezrandin. Herwiha damezirandina Yekîtiya Kedkarên Herêma Cizîrê xebata me ya yekemîn bû. Di heman demê de Tevgera Civake Demokratîk gelek sazî û yekîtî ava kirin û bingeha wan a rêxistinî danî. Niha kesên ku girêdayî vê tevgerê ne hejmara wan bêtirî 300 hezar kesên sivîl in. Herwiha  bi 10`an karmend, endam û hevserok hene tev jî xwe bixwe ji aliyê aborî bi rêve dibin û pêdiviyên xwe temam dikin ”

‘Parastina Şoreşa 19’ê Tîrmehê erkê me yê bingehîn e’

Endamê Qordînasiyona TEV-DEM`ê Yûsiv Kûtê diyar kir ku bi ked û xebatê destkeftiyên Rojava tên parastin û wiha axivî:”TEV-DEM`ê li kêleka Rêveberiya Xweser bi hemû karmend û kesên girêdayî xwe  ji destpêka damezrandinê heya niha ji bo rêvebirin û pêşxistin û hemû karên girêdayî civaka sivîl bi awayekî rêk û pêk û da meşandin. Di heman demê de me bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re destkeftiyên giranbuha bidest xistin û bingeha Şoreşê ava kir. Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser jî bi hemû hêza xwe ji bo çakkirina rewşa civakî, xizmetguzarî, çandî, perwredeyî, ewlehî xebateke gelekî baş pêk anî. Li aliyekî din jî berdewamiya kar û xebatê ji bo civakeke rêxistinkirî û pêşketî, ked û xebat pêwîste. Ji ber ku kar û xebat bingeha parastina destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye, divê ked û xebata me raneweste. Bila erka rêvebirin û pêşxistina  civakê tenê nekeve ser Rêveberiya Xweser û TEV-DEM`ê. Lê pêwîste ku di serî de ciwan û jin, civak tev erkê ku ji wan tê xwestin bi cih bînin. Ji ber ku jin û ciwan hêza bingehî ya avakirin û guhetina civakê ne.

‘Jin pêşenga şoreşa 19’ê Tîrmehê ye’

Rêvebera Nivîsgeha Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk,Zeyneb Hesen da xuyakirin ku jinê li Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyê ji tevahiya cîhanê re bûne çavkaniya hêzê û axaftina xwe wiha qedand:”Weke ku tê zanîn Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê naskirin, jinên Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyê di pêşveçûna vê şoreşê re xwe ji aliyê leşkerî, siyasî, aborî, civakî pêş xistin e. Jin cihê xwe  di nav xebatên TEV-DEM`ê de ji destpêka şoreşê heya niha girtiye û weke pêşenga civakê di hemû kar û xebatan de cihê xwe digre. Di heman demê de jinên kedkar, endeziyar û mamoste  tevlî tevahiya sazî, komele, yekîtî û hwd…bûn û bi vîn û xebata xwe Nivîsgeha Jinê jî damezirandin. Jinê di nava xebata tevgerê de bi fikrên azad, ji bo pêşxistin û rêxistinkirina civakê, gelek dewreyên perwerdekirina jinê û civakê pêşxistin û ji bona avakirina civakek azad her tim di nava kar û xebatê de ne. Ji bona pêşxistina civakê û jinê em her tim di nava kar û xebatê de ne û bi rengekî ber bi çav bandora vê yekê li hemû jinên bakur û rojhilatê sûriyê, heremê û tevahiya cîhanê dike. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku mîna şoreşa jinê tê naskirin bandoreke mezin li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê kir. Herweha  gelek jin ji gelek welatan bi şoreşê bandor bûn û berê xwe dane Rojava û tevlî şoreşê bûn û gelek ji wan jî şehî ketin. Di dawiyê de em Şoreşa19`ê Tîrmehê li hemû jinên bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Ji ber ku jina kurd ji bona jin û  gelên cîhanê re bûn çavkaniya hêzê û sembola azadiyê.”