Rojnameya Ronahî

Pêşketina Zimanê Dayîkê Berhemeke Ji Şoreşa 19 ê Tîrmehê Ye

Şoreşa 19 ê Tîrmehê vedenga gelê Kurd ji cîhanê re ragihand. Di hundir vê şoreşê de gavên pîroz hatin avêtin, yek ji wan jî pêşxistina zimanê dayîkê ye. Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîre Hej Elî da zanîn ku hebûna Zimanê Kurdî bi paradîgmeya Netewa Demokratîk xwe ji cîhanê re îsbat kir.

Zana Roj/ Şehba

Bi şoreşa 19 ê Tîrmeha sala 2012 an de, gelê Kurd şoreşa vejînê ya doza azadiya gelê Kurd destpêkir. Bi hilbijartina xeta sêyemîn di kirîza Sûriyê de hêza şervanên azadiyê û gelê azadîxwaz û bi bedelên pir giran gavên pir giring hatin avêtin. Gelê Kurd bi hêz û baweriya xwe ya azadiyê, gelek destkeftiyên dîrokî bi dest xistin. Ev destkeftî roj bi roj mezintir dibin û gelê Kurd muhra xwe li dîrokê dixe. Yek ji destkeftiyên herî bi nirx yên ku rengê şoreşa Rojavayê Kurdistanê guhartiye, ew jî avakirina sîstema xwendinê û pêşxistina zimanê dayîkê ye. Zimanê Kurdî ji gavên sereke yên ku hatine avêtin bû û yekemîn dibistana Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê li gundê (Duraqliya) yê girêdayî navçeya Şera di 6 Koçêra 2011’an de hat vekirin.

Di destpêka şoreşê de saziya ziman weke Saziya Zimanê Kurdî (SZK) dihat pênasekirin, fêrkirina zimanê dayîkê û rêzimana Kurdî bi awayê astan dihat dayîn û li ser 3 astan rêzimanê Kurdî dihat xwendin. Ev yek ji bo xwendekaran dibû bingeha naskirin û fêrbûna rêziman. Di demeke kin de Zimanê Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke minhac di tavahî dibistanan de hate xwendin. Sîstema xwendinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate rêxistinkirin. Ji dibidtanan ber bi vekirina peymangeh û zanîngehan, gavên mezin hatin avêtin.

Derbarê pêşketina perwerde û zimanê dayîkê di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hevseroka Desteyas Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hej Elî ji rojnameya me re axivî.

`Bi lêgerîna azadiyê Şoreşa Rojava bi ser ket`

Semîre da xuyakirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû çirûska vejîna zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê  û wiha got: “Gelê Kurd di çar aliyê Kurdistanê di nava qirkirineke zayendî û çandî re dihat derbas kirin û ev yek jî tê berdewamkirin. Ji bo tunekirina Kurdan polîtîkeyên cur be cur yên asîmîlekirinê didin meşandin. Rêjîma Bass ku li Sûriyê desthilatdar bû,  ji van polîtîkeyan ne qut bû, çanda resen ya gelan dihate tunekirin bi taybet ji bo gelê Kurd bi hemû awayî ji nasnameya wan dihatin durxistin bi riya dibistan û erkên leşkerî her wiha di nava saziyên dewletê de kesayeta Kurd ji hebûna wî ya netewî dihate qut kirin. di aliyê ziman de yek car hatibû qedexekirin di dibistana de bi zimanê Kurdî axaftin ev ne mumkîn bû û yê ku ev zagon derbas dikir rûxmî ku zarok e dihatin ceza kirin. ji ber wiya jî şoreşa Rojavayê Kurdistanê weke çirûska azadiyê ji bo tavahî gelên Kurd hat pênasekirin û bi ser ket”.

`Zimanê Kurdî bi kedeke pîroz gihişt vê astê`

Semîre destnîşan kir ku bingeha destkeftiyên ku niha hatine avakirin Saziya Zimanê Kurdî ye û wiha domand: “Civaka ku bi sala ne di bin siya dagirkerî û pişaftinê de jiyan dikir û rojane rastî tunekirinê dihat. Bi rastî ev şoreş bi gîştî ji bo hebûna gelekî hat pênasekirin. Xeyalên ku d mejiyê gelê kurd de bû, ji nû ve hatin vejînkirin.Bi taybet ji bo girîngiya ziman di civakê de xebatên cidî hatin destpêkirin. Saziya zimanê Kurdî ji sala 2011’an heyanê 2018’an rola perwerdekirina civakê bi riya vekirina sîstema astên Kurdî, amedekirina mamosteyan û sîstema xwendinê avakirin dilîst. Di vê çarçovê de bi girîngî kar û xebatekî berfireh weke bingeh hat amedekirin û di sala 1019’an de minhaja bi Kurdî fermî di dibistanan de hat xwendin. Her wiha têgeh û pirtûk hatin çêkirin û wergerandin di heman demê de ferhengên Kurdiya resen hatin amedekirin û lêkolînên rêzimanî hatin kirin. bi gîştî bi kedeke pîroz zimanê dayîkê di şoreşê de hat pêşxistin û gihîşt roja me ya îro, her wiha li kêlek saziya zimanê Kurdî saziya zimanê Suryanî jî hat avakirin û bi wê wesîleyê pêkhateya Suryan zimanê suryanî pêşxistin.”

`Peymangehên amedekirina mamosteyan hatin pêşxistin`

Semîre diyar kir ku ji bo amedekirina mamosteyan xebatên perwerdekirinê hatin pêşxistin û wiha got: “Ji bo pêşxistina mamosteyan di aliyê xwendinê de xebatên taybet hatin pêşxistin, li ser esasê firkrên netewa demokratîk peymangehên zimanê Kurdî yên xurtkirina asta mamosteyan di seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin. Li ser minhaja Rêveberiya Xweser mamoste hatin amedekirin. Her wiha ji bo pêkhateya Suryan jî ev peymangehên biranşan hatin vekirin. Armanc ew e ku asta xwendekar di aliyê zanistî û wêjeyî bi zimanê dayîkê were pêşxistin”.

Znîngehên ku hatine vekirin di Bakur û Rojh

ilatê Sûriyê de

Semîra girêdayî zanîngehên ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine vekirin wiha anî ziman: “Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de weke ku tê zanîn yekemên zanêngeh girêdayî sîsteram Rêveberiya Xweser û li ser esasê peredîgmaya netewa demokratîk li Herêma Efrînê hat vekirin di 2015 an de . Di zanîngeha Efrînê de 6 fakolteyên zanistî û wêjeyî hebûn û fakulteyên heyî ev bûn (Bijîşkî, aborî, Ragihandin, ziman û wêjeya Kurdî, Mîkatronîîk û çandinî). Her wiha di bajarê Efrînê de 2 peymangehên bi navê Ş. Viyan Amara hatin vekirin. Lê belê bi dagirkirina Efrînê 2018 an de, gel bi dare zorê derbasî herêma Şehbayê bû, di bin şert û mercên gelek zehmet de careke din sîstema xwendinê hat avakirin û peymangeha Ş. Viyan Amara careke din hat vekirin. Her wiha xwendekarên ku refa 12 diqedînin derbasî zanînegeha Rojava û ya Kobanê li gorî xwesteka wan ya xwendinê dibin.”

Duyemîn zanîngeh piştî zanêngeha Efrînê hat vekirin zanîngeha  Rojava bû ku di sala  2016’an li Bajarê Qamişlo hat vekirin. Her wiha şaxên zanêngehê li Hesekê û Rimêlanê hatin avakirin. zanîngeha Rojava de 10 fakulteye û 3 peymangehên wêjeyî û zanistî hene, û ji destpêka demezrandina zanîngehê de 5 dewreyên derçûnê hatine derketin û hejmara xwendekarên ku hatine derketin 700 xwedekar bûn.

Li bajarê Kobanê piştî rizgarkirina Kobanê ji terora DAÎŞ ê. Di dîroka 10 ê Çileya 2017 an de hat vekirin. Di zanîngeha Kobanê de 3 Fakulte û 7 peymangehên wêjeyî û zanistî hene. Hêjayî gotinê ye ku heyanî niha 2 dewreyên derçûnê hayine derketin.

Girêdayî zanîngehên ku di herêmên Rêveberiya Xweser de hatine vekirin zanîngeha El Şerq e, di sala 2021 an de zanîngeha El Şerq ku piraniya wê bi zimanê Erebî tê xwendin li bajarê Reqayê hat vekirin. Zanîngela El Şerq ji 4 fakulte û 3 peymangehên wêjeyî û zanistî pêk tê. Zanîngeha El Şerq bû 2 sal hatiye demazrandin her wiha wê îsal yekemîn dewreya peymangehan wê derbiçin.

`Aramanca Şoreşê avakirina sîstema xwendinê ya ku xwe disipêre demokrasiyê`

Semîre diyar kir ku di seranserî salên şoreşê de gelek destkeftiyên mezin di aliyê sîstema xwendin û pêşxistina ziman de bi bedelên giran hatin bidestxistin û wiha domand: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi bedelên gelek giranbuha gihîşt vê astê, li hember tavahî cîhanê di hemû aliyên civakî, siyasî, dîplomasî, çandî û leşkerî xwe da îsbat kirin. Bi taybet di aliyê pêşxistina zimanê dayîkê û avakirina sîstema xwendinê ku xwe disipêre demokrasî û wekheviyê gelek gavên mezin hatin avêtin ku îro mafê tavahê pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû aliyên xwe tê parastin û bi ziman û çanda xwe jiyan dikin. Pêkhatieya Ereb di dibistan û zanîngehên Rêveberiya Xweser de bi zimanê Erebî yê dayîkê xwendina xwe dikin. Yek ji destkeftiyên herî girîng ev e ji bo armancên vê şoreşê werin bi cih kirin. Di heman demê de avakirina minhajekî derveyî sîstemên gilobal yên kapîtalîst avakirin gelek zehmet bû lê bi kedeke mezin hat avakirin û niha ji dibistanan heyanî zanîngehan şêwazê nirxandinê esas tê girtin.”

`Ji berhemên 19 ê Tîrmehê xwendina Mastir bi zimanê dayîkê hat vekirin`

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîre Hej Elî destnîşan kir ku bi zimanê dayîkê xwendina Mastir hat vekirin û wiha got: “Bi hêviyên gelek mezin ev şoreş hat mezin kirin û gihîşt serfiraziyê. Bi gavên biçûk hat destpêkirin û niha jî zimanê Kurdî derbasî zanîngehên cîhanê dibe. Di encama kedeke mezin de di van salên dawiyê de xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku zanîngeh qedandin derbasî asta Mastir bi zimanê Kurdî bûn. Fakulteyên ku Mastir dixwînin ev in (Wêje û zimanê Kurdî, Perwerde nasî, zanistên civakî û dîrok). Niha di sala xwe ya duyemîn de berdewam dikin. Ev yek ji serkeftinên herî mezinin ku di sedsala 21 emîn de pisporên zimanê Kurdî werin amedekirin û bigihêjin asta Mastir”.