Rojnameya Ronahî

‏Bedran Çiya kurd: Şoerşa 19’ê Tîrmehê şoreşa heqîqetê ye

Dilyar Cizîrî

Hevserokê Desteya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bi boneya salvegera 11’an a Şoreşa 19’ê Tîmehê di hevpeyvînekî bi rojnameya ronahî re got: Ku şoreşa civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê li ser bingeha şoreşeke rast û dirist hatiye afirandin û li sere vî esasî karîbû gavên mezin ber bi guhertina demokratîk û azadiya civakî de guhertin û veguhertinan pêkbîne.

Çiya Kurd bal kişand ser dijerbî û êrişên li dijî sîstema civakî ya gelê herêmê û destnîşan kir ku gelê herêmê ku di hemû qadan de gavên mezin avêtine, wê bi hevgirtin û rêxistinbûyîna xwe karibin hemû planên li dijî herêmê têne rêzkirin vala derbixin.

Hevpeyvîn wiha ye:

1-Em pêşwaziya Salvegera 11`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê dikin, piştî 11 salan mirov dikare bêje ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çiqas encamên hêvî dikir bi dest xistine?

Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Sûriyê û tevahî herêmê guhertinên bingehîn ên nû û piratîkî di aliyên siyasî, leşkerî, çandî û civakî de ava kiriye. 19’ê Tîrmehê li ser bingehên şoreşeke rast û dirust hatiye afirandin. Di encamê de nêrîn û rêgezên kilasîkî di aliyê rêveberiyê de şikandin û rêgezên birêkûpêk ên rêveberiya civaka xwe bi xwe saz kiriye.

Tevî hemû hewldanên hilweşandina bingehên şoreşê, êrişên tunekirinê û dagirkirinên pêk hatin nîşaneya herî ber bi çav a van rastiyan bû, şoreşa 19’ê Tîrmehê hîn bi hemû hêza xwe dewam dike. Mayîn û berdewama şoreşê ya bi hêz nîşan dide çawa dikare hemû pêdiviyên civaka me û ya tevahî Sûriyayê pêşwazî bike. Hîn jî ev şoreş nûnertiya hêvî û daxwazên rast ên pêkanîna çareseriya demokratîk li Sûriyayê dike. Çi dibe bile bibe gelê me wê hevgirtin û xwedîderketina li hev bidomîne û wê ber bi pêşketinên giring ve biçe. Şoreşa 19’ê Tîrmehê deriyê rast ê çareseriya demokratîk a li Sûriyê ye û di heman demê de zemîna avakirina îradeya gelan e.

2-Dijmin rê û rêbazên cûda û bi hêzeke mezin li dijî herêmê didin meşandin, li gorî we xeteriyên li ser destkeftiyên şoreşê çi ne?

Bê guman hewldanê tesfiyekirinê bê navber berdewam dikin, hîn jî armanca wan ew e çawa şoreşa gelê me û ezmûna wê ya demokrasiya rast di herêmê de tune bikin. Ji destpêkê ve zehmetî û astengiyên li pêşiya şoreşê gelek in û hîn jî didomin. Tevî wê jî şoreş berû qonaxên giring ve xwe pêş xist. Di heman demê de nirx û destekftiyên heyî li beranberî gef û zehmetiyên mezin ku ji her çar aliyan ve dihatin, hatin parastin.

Hêz û sîstemên dijber her dem guman dikirin, dê ev şoreş nikaribe dewam bike û destkeftiyên xwe biparêze. Wan wiha texmîn dike, wê tenê çend mehan ber xwe bide û wê paşê têk biçe. Hîn jî bi hemû hêza xwe armanc dikin, îradeya gelê me ya ji bo azadiya demokratîk têk bibin.

Niha jî bi hemû hêza xwe dixebitin ji bo hevgirtina civakî û yakîtiya di herêmê de saz bûye, asteng bikin. Dijmin bi hemû hêza xwe hewl dide projeya Netewa Demokratîk asteng bike. Xeteriyên rast hene û pêwîste em li hember wan derkevin. Rêgeza berxwedanê jî mayîna bi berdewam û parastian destkeftiyên gelê me û civaka me ye. Di heman demê de avakirina îradeya azad e.

3-Di serî de dewleta Tirk û hikûmeta Şamê gelek dixwazin sîstema rêveberiya herêmê ya heyî hilweşînin, di nêrîna we de gelê Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi encam kir wê çawa karibe destkeftiyên xwe biparêze?

Min di bersiva pirsên din de jî bal kişand ser van xalan, hêz di pêşxistina şêwazên rawestandina hewldanên astengiyên pêşxistina îradeya civakê diyar dibe. Di pêşxistina hewldana rawestandina binpêkirina nirxên şoreşa demokratîk kom dibin.  Di heman demê de di xebatên berdewam ên rawestandina pêşketina terorê û hêza tekoşîna li dijî wê nîşan dibe. Li aliyê din jî di yekîtiya pêkhateyan bi hemû reng û cûreyên xwe ve. Her dem armanca dijberan astengkirin û belavkirina yekîtiya gelê me û pirojeya netewa demokratîk e. Tekane pirojeya nûnera bingehîn a serxistina şoerşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şoreşa 19’ê Tîrmehê ye.

Ji lewma tê xwestin bi şêwazyekî mezin hemû hêz di xizmeta civakî, siyasî û parastinê de be. Di heman demê de di sîstema rêxistinkirina civaka azad a rêxistinkirî de be, bingeha wê jî rêgezên Şerê Gel ê Şoreşger e.

 

4– Bi pêşengtiya gelê kurd şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve xeta sêyemîn esas girt û gavên mezin bi dest xistin, ev xet ji bo çareseriya aloziya tevahî Sûriyê çiqas giringe?

Di nava şerê li ser desthildariyê xeta sêyemîn isbat kir ku dikare nûnertiya hemû pêwistiyên netewî yên gelê Sûriyayê bike. Mixbatin hemû projeyên li ser Sûriyê û planên hatin kirin ber bi xetimîn û neçareseriyê ve çûn. Hemû veghezîn parastina xetên siyasî û ketin berjewendiya pirojeyên kesê ji derveyî Sûriyayê. Ji ber wê jî aloziyên heyî kûrtir kir û girêka pirsgirêka Sûriyê asê kir. Di rewşeke wiha de xeta me (xeta sêyemîn) hîn jî nûnertiya hêviyên rast ên gelê Sûriyê bi hemû beşê wê ve dike.

Ji ber wê û di demekê de ji ber destwerdanên derve di aloziya Sûriyê de guhertinên mezin di aliyê meydanî û siyasî de çêbûne, bi taybet ji ber dûrketina hêza bi navê opozisyona Sûriyê li xwe dike ji berjewendiyên gelê Sûriyayê. Herweha em ji bo çareseriya niştîmanî ya alzoiya Sûriyê  hîn jî bi rêgezên xwe yên esasî ve girêdayî ne.

Careke din jî em dibînin di nava têkçûnên hemû plan û pirojên din ên di bin navê çareseriyê de, xeta sêyemîn isbat kir ew bijarteya serkeftî ya misogeriya hêvî û daxazên gelê Sûriyayê ye. Xeta nûnertiya çaerserî û aramiyê kir. Bi vê xetê re li pêşiya pêşketina pirojeyên xebata mezhebî û etnîkî hate girtin. JI ber xeta sêyemîn tam li gorî rewşa pirengî û dewlemeniya çandî ya civaka Sûriyayê ye.

5– Piştî 11 salan em dikarin bêjin di qada dîplomasî de çiqas gav hatine avêtin û gelo ev dikare ji bo naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qadên navdewletî de bibe zemîn?

Herêmên me îro bûne navenda serdana gelek aliyên fermî, saziyên civaka sivîl, perlemanter, xwediyên biryarê û saziêyn civakî yên cîhanê. Di sala 2022’an de pêşketinek mezin di çarçoveya pênasekirina Rêveberiya Xweser a demokratîk de çêbû. Hate destnîşankirin ku di nava hemû porjeyên Sûriyê yên bûn zemîna belavbûn, tevlihevî û kûrkirina aloziyê de pirojeya herî guncaw a çaerseriya aloziya Sûriyê ye.

Di riya xebatên dîplomasî yên Rêveberiya Xweser de cîhanê rastî û wateya berxwedana gelê me û hewldanên me yên ber bi pêşxistina çareseriya demorkatîk a di Sûriyayê de nas kirin. Di encamê de îro nûnertiyên me li zêdeyî 8 welatên Ewropî û 5 li welatên ereban hatine vekirin. Ked û xebata hemû nûnertiyan jî dikevin xeta avakirina nêrîneke rast a derdora pirojeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê de. Di vê çarçoveyê de heta niha gelek pêngav hatine avêtin; mebesta min di vir de xetên piştgiriya nêrîna Rêveberiya Xweser wekî pirojeyeke demokratîk di Sûriyê de ku aramî û hevgirtina civakî misoger dike ye.

6– Di dema gelê me pêşwaziya salvegera 11`an a şoreşa xwe dike, rêveberiya xweser mijara darizandina çeteyên DAIŞ`ê nîqaş dike, gelo bi darizandina çeteyên girtî wê rê li ber tu guhertinan veke?

Dadgehkirin beşek giring ji pêkanîna mafan e, di heman demê de pêwîstiyeke ji bo civaka navdewletî jî bikeve nava vê pirsgirêka mezin ku ne girêdayî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Dosya DAIŞ’ê giring û xetere jî, ji ber wê pêwîste civaka navdewletî di vê çarçoveyê de bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê re alîkar be.

Dadgehkirin pêwîstiyeke û giring e. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî gelek caran bang li tavahî cîhanê kir ku girtiyên DAIŞ’ê di dagehên navdewletî de werin darizandin, lê ew pêk nehat. Niha jî ji ber sedemên qanûnî ji bo lidarxistina dadgehê hene, pêwîstiyeke giringe. Bi taybet bi hebûna belge û daneyên guman di wan de nînin, ev hîn bi hêztir dike.

7-Neteweyên Yekbûyî jî di nav de heyanî niha hemû hewldanên çareseriyê xetimîne, li vê herêmê 11 sal in projeyên çareseriyê pêş dikevin, Rêveberiya Xweser nexşeriya çareseriya aloziya Sûriyê pêşkêş kir, di nêrîna we de gavên li vir di dawiyê de wê her kesî neçarî qebûlkirina vê xetê bike yan na?

Me berê behsa giringî û pêwsîtiya xeta sêyemîn kiriye û me gotiye ew tekane riya çareseriya demokratîk a aloziya Sûriyayê ye. Gelek piroje hebûn û hemû binketin û niha ji bilî pirojeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xeta çareseriya demokratîk û aramiya herêmê misoger dike li holê nînin. Pirojeyên heyî hemû têk çûn û nikarîbûn aramiyê pêk bînin. Em bi domdarî hewl didin vê nêrînê şîrove bikin. Em naxwazin nêrîn û baweriyên xwe li ser kesî feriz bikin, baweriya me ew e em her kesî bighînin baweriya xeta çareseriya aloziya Sûriyayê.

 

Di demekî de qaşo xwediyên pirojeyên çareseriyê tenê li pey desthiltdarî û bercewendiyên xwe diketin û hêza xwe nîşan didan û dûrî hêvî û pêwstiyên gelê Sûriyayê ketin.

Em ji bona pêşxistina pirojeya çareseriya rast di Sûriyê de kar û xebatê dikin û pirojeya me li ser erdê nûnertiya rastîn a pêkanîna çareseriya demokratîk a li ser xeta niştimanî dike. Gavên ku di salên derbasbûyî de pêk hatine jî van xalan nîşan didin. Me isbat kir ku di demekê de tu kesî nikarîbû pirojeyan pêşbixin, me pirojeya çareseriya demokratîk pêş xist.