Rojnameya Ronahî

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jin û vejînê ye

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa vejîna jinê ye, jinên azadîxwaz di nava şoreşê de bi lêgerîna azadiyê xwe îsbat kirin, Li ser bingeha felsefeya Rêber Ocalan di serî de ji bo azadiya xwe û guhartina hişmendî têkoşîneke dîrokî dan meşandin.

Esma Mistefa/ Şehba

Li ser esasê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi bedelên gelek mezin hat destpêkirin. Şoreşa 19 ê Tîrmehê hêza xwe ji berxwedaniya 14 ê Tîrmehê ya ku mîrasê berxwedanî û têkoşîna doza azadiya gelê Kurd temsîl dike ye, li ser van nirxan şoreşa Rojava hat destpêkirin û bû şoreşa tavahî pêkhateyên ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyan dikin.

Di nava têkoşîna 11 salan de jinên Kurd di nava şoreşê de şoreşa azadiya jinê dan destpêkirin, bi taybet li hember hişmendiya zilamparêz û desthilatdariya dewlet û civakê şerê îsbat kirina hebûn û nasnameya xwe dan meşandin. Li ser xeta doza azadiya jin bi bedelên giran jinên Bakur û Rojhilarê Sûriyê di milê civakî, dîplomasî, aborî, çandî û leşkerî xwe îsbat kirin. jinên Kurd bi fikirên netewa demokratîk û azadîxwaziya jin, ji bo jinên pêkhateyên ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jiyan dikin xebetên gelek mezin dan meşandin û bi hev re gavên pîroz di dîrokê de dan avêtin.

Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de yekemîn hêza leşkerî ya jin hat avakirin. Hêza Parastina Jin YPJ ji bo tavahî jinên Kurd, Ereb, Ermen, Turkmen û suryan bû hêza yekemîn ya azadiyê û xwedîderketina jinê. bi baweriya xwe ya bi hêz û îradeya jinê re karî xwe li ser hemû astan xwe bi rêxistin bike û li hember terora DAÎŞ ê şer bike û bi bin bixîne. Ev bawerî û destkeftiyên bi dest xistine bû mîras ku di roja îro de berxwedaniya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe mînaka jinên azad di cîhanê de.

Têkildarî pêşketina jin di qadên rêveberî û leşkerî de di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de her wiha destkeftiyên ku bi xwe re dane avakirin Endamê Meclîsa zagonsaz li Şehbayê Fatmê Lektu û fermandarê Hêzên Parastina Jin YPJ Roksan… ji rojnameya me re axivîn.

`Şoreşa Rojava şorerşa vejîna jinê ye`

Fatmê di destpêka axaftina xwe de Şoreşa 19 ê Tîrmehê li tavahî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê pîroz kir her wiha tavahî Şehîdê ku di oxira parastina axa welat de Şehîd ketine bi bîr anîn. Fatmê bal kişand ser şoreşa Rojava şoreşa vejîna gelê Kurd e û wiha got: “Di sedsala 21 emîn de gavên mezin û yên pîroz ji bo gelê Kurd hatin avêtin di gîştî cîhanê de Kurdan bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan di serdema nûjen de careke din muhra xwe li dîrokê xist. Ev gav bi riya hilbijartina xeta sêyemîn di aloziya Sûriyê de hatin pêşxistin. Careke din gelê Kurd xwe bi hêza xwe û bi bedelên giran di şoreşê de xwe îsbat kir û bû mînaka şoreş û şoreşgerên cîhanê. Şoreşa 19 ê Tîrmehê ji bo tavahî gelên azadîxwaz û taybet gelê Kurd weke vejîneke nû bû ku bi hêviya ev şoreş bibe bingeha rizgarkirina tavahê axa Kurdistanê”.

`Jin bi lêgerîna azadiyê derketin pêş`

Fatmê da zanîn ku Şoreşa Rojava bersîva tavahî şoreşên ku di Sûriyê û di Rojhilata Navîn de pêkhatine da û wiha domand: “Tavahî şoreşên ku di Rojhilata Navîn de hatine destpêkirin ji  wateya armancên xwe bi demê re hatin derketin û careke din bi destê hêzên hegemon hatin tepisandin û tu guhartin ji bo xizmeta gel nehatin avakirin. yek ji ne serketina van şoreşan ew jî tunebûna rol û hebûna jinê bûn, cihê ku jin lê neyê esasgirtin wê her wekî xwe bimîne û guhartinên cidî di civakê de wê neyên çêkirin. Ji lewra jî şoreşa Rojava li ser bingeha guhartina zihniyet û avakirina civakeke demokratîk hat destpêkirin lêgerîna jin ya ji bo azadiyê esas hat girtin û têkoşîneke berfireh hat kirin. Jin di biryargirtinê de weke hêzeke sereke hat esas girtin û di qadên civakê de jin bi îrade û hêza xwe ya ku bi sala hatibû tepisandin derket pêş”.

`Di Sîstema Rêveberiya Xweser jin pêşenge`

Fatmê anî ziman ku jinan di Rojava de xwe di hemû aliyên jiyan û civakê de bi rêxistin kir û wiha domand: “Di hundir şoreşa Rojava de jinên Kurd bi hemû hêza xwe ketin nava tevgerê, di qadên perwerdeyê de cih girtin û ji bo xwe bûn hêz. Jinên Kurd di hemû herêman de sîstemên xwe yên rêveberiyê dan avakirin ji komîn, mala jin, kongireya Star û desteya jin de xwe bi rêxistin kir. Di sîstema rêveberiya Xweser de û li ser fikirên netewa demokratîk ya ku sîstema hevserokatiyê esas digire ji jêr heyanî jor jin ji %50 cihê xwe tê de girt. Hêjayî bîrxistinê ye ku yekemîn car e di cîhanê desteya jin tê avakirin, ev yek jî dengvedanek da çêkirin û jinan cihê xwe di asta herî jor de girtin. Her wiha di 2014 an de jin cihê xwe di nava PYD jî girt û di asta siyasî û dîplomasî de xebat da meşandin”.

Avakirina rêxistinên xweser

Fatma derbarê avabûna saziyên xweser wiha got: “Di nava civakê de rol û hebûna jinê di seranserî dîrokê de hatibû tunekirin. Bi avakirina şoreşa ku jin esas e li hember pirsgirêkên civakî û yên jin hewceye ku ewqas destgeh, sazî û kombûn werin avakirin. di civaka demokratîk de însanê demokratîk divê bê avakirin ji ber viya jî ji bo guhartina hişmendiya civakê li ser jinê her wiha li hember pirsgirpêkan bibin cihê çareseriyê ev xebat hatin avakirin. di milê din de ji bo geşkirina aboriya jin û pêşxistina rola jinan bi hemû pêkhatieyên wa xebatên berfireh hatin destgirtin. Ji lewra jî e niha ni Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev rengê wekhevî û azadiyê dibînin. Helbet ev yek bi bedel û zehmetiyên mezin di seranserî 11 salan de hatin bidestxistin”.

Şoreşa Rojava bi hêza jinên têkoşer hat geşkirin.

Di heman çarçoveyê de Berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Roksan Mihemed derbarê avakirina hêzên jin wiha got: “Li hember pergala ku hatiye avakirin û hilweşandina fikirên ku di kesayeta jinê de hatine mehkumkirin. Di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hewce bû ku jin di aliyê têkoşîna leşkerî de were avakirin. Yekemîn care jin di qada leşkerî de bi îrade, hêz û bi lêgerîna xwe ya ji bo azadiyê cihê xwe di nava xebatên leşkerî de diigire û gihîşt astên fermandariyê. Di dîroka 4’ê Nîsana 2013’an Yekîneyên Parastina Jin hat demezrandin, YPJ di van salên dirêj de xwe bi xwesrtiya xwe û bi baweriya xwe tavahî sînorên civakî yên kevneşop dan şikandin û bû hêzeke bingehîn di şoreşa 19 ê Tîrmehê û di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de”

`YPJ bi hêz û îradeya xwe hat qebûlkirin`

Roksan balkişand sere xebatên YPJ’ê yên girîng yên ku ji destpêk de hatine kirin  û wiha got: “Di destpêka avakirina YPJ de gelek zehmetî hatin dîtin, civakê destpêkê ev yek qebûl nedikir. Ji ber bi hezar sala ye bi destê civakê rol û hêza jinê jê hatiye dizîn. Dema şoreş hatiye destpêkirin û ev yekîne hatkin avakirin bê guman di aliyê ev hêz bê qebûl kirin ji aliyê civakê de Zehmetî hatin jiyan kirin. YPJ tekoşîn û danasîna pêwîstbûna xwe parastinê da meşandin, her wiha li hember dijmin jin çawa dikare xwe biparêze û çiqas girînge ev yek ev zanebûn hatin pêşxistin. YPJ heyanî ku gihît vê astê kedeke mezin da da ku rastiya jina azad bide derxistin û civakê bi hebûn û hêza jinê bide bawer û qebûl kirin”.

`YPJ dengvedana hêza jin e`

Roksan diyar kir ku YPJ di têkoşîna xwe de şerê leşkerî û guhartina zihniyet da meşandin û wiha domand: “Di pêvajoya şoreşê û heyanê niha YPJ li hember zihniyetên ku hatine avakirin şerê guhartina zihniyet kir her wiha li hember dijmin şerê leşkerî da meşandin, di tavahî êrîşên ku di ser herêmê de hatine YPJ bi giranî tevlî wan pêngavan bû, di şengalê de YPJ bû xelasiya jinan û hêviya jiyaneke nû. Li hember terora DAÎŞ ê têkoşîna ku bi hêzên gîştî re hatiye raber kirin, dengvedana hêza jinê di cîhanê de da avakirin. YPJ ne tenê weke hêzeke leşkerî tê naskirin, YPJ di qadên siyasî, civakî û dîplomasî de xebatên mezin dide meşandin di encama têkoşîna bi salan YPJ derbasî qadên navnetewî bû û tavahî sînorên civakî derbaskirin”.

eb bû hêvî û wiha gotn dagirkirî de ji bo in, dengvedana hêza jinê di cîhanê de da avakirin n şerê leşkerî da merşandin.î hatin `YPJ bi heqîqeta tekoşîna xwe derbasî navnetewî bû`

Berpirsê Yekîneyên Parastina Jin Roksan Mihemed anî ziman ku YPJ bi hêza xwe derbasî qadên navnetewî bû û di cîhanê de xwe da îsbat kirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Hêza YPJ li ser hîmên azadiya jin û meşandina têkoşêneke rast li heber dijmin her wiha bi baweriya xwe bi hêz û vîna jina azad. Bi bedelên gelek giranbuha xwe ji cîhanê re îsbat kir ku tu kes nikare li pêşiya lêgerîna jina azad bibe bend. Tavahî pêkhateyên ku cihê xwe di nava YPJ de digirin bi îradeyeke pîroz ya azadiyê şer li hember dijmin didin meşandin. Her wiha destkeftiyên ku YPJ dane avakirin di herêmê de û derveyî herêmê tu kes nikare înkar bike. li ser van destkeftî û tekoşîna pîroz a ku daye meşandin YPJ derbasê astên navnetewî bû”.