Rojnameya Ronahî

Li Sûrî 2 şoreş

Farûk Sakik

1-  Piştî ku di sala 1979’an de Rêber Apo derbasî Rojhilata Navîn bû, li Şamê bi avakirina Dibistana Navedî ya Partiyê, çêbû.

2-  Piştî ku di sala 2011’an de şerê Sûrî dest pê kir, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojava hat îlankirin.

Armancek darbeya 12’ê Îlonê, tunekirina Rêber Apo, tevgera azadiyê û gelê Kurd bû.

Di sala 1979’an de di operasyona Elezîzê ya li dijî PKK’ê de, dema Şahîn Donmez hat girtin û bû îtirafkar, rêbazên tunekirina PKK’ê da dewleta Tirk. Digot; heger Abdullah Ocalan neyê tasfiyekirin, ew bi keviran be jî wê, vê tevgerê biparêze. Darbeya 12’ê Îlonê ji bo vê yekê  pêk bînin çêbû.

Dîrokê ev îtirafkar mafdar derxist. Abdullah Ocalan derbasî Rojhilata Navîn bû. Li wê derê şoreşa Kurdistan pêk anî. Tevgera xwe li wê derê kom kir û ji bo azadiya Kurdistanê têkoşînek da destpêkirin.

Di sala 1982’yan de avakirina Akademiya Mahsûm Kormaz bi serê xwe şoreşek bû. Piştî demek bi Hafiz Esad re danûsandinên wî çêbûn û li Şamê bi cî bû. Li Şamê “Dibistana Navendî ya Partiyê” ava kir. Ev der cihê perwerdeya kadro, gerîlayan û gel bû. Ev avakirina vê dibistanê bi serê xwe şoreşek bû. Ji her deverên Kurdistanê ber bi vê derê ve herikandinek hebû. Kesên dihatin li vê derê perwerde dibûn û vedigeriyan tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibûn.

Bi taybetî Kurdistaniyên li Rojava zêdetir dihatin serdana vê dibistanê.  Li vê dibistanê bi fikr û ramanên Rêber Apo perwerde dibûn.

Dema ku di sala 2011’an de şerê Sûrî dest pê kir, wan kesên ji wê dibistanê derbas bûne ketin nav liv û tevgerê. Bi xeta sêyemîn, ne li kêleka rejimê û ne jî li kêleka mixalefetê cih negirtin.

Piştî amadekariyên salek di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojava îlan kirin.

Şoreşa Rojava li ser bingeha fikir, paradîgma û xebatên Rêber Apo pêş ketibû.

Li ser paradîgmaya Rêber Apo ya rêveberiya demokratîk-xweser, sîstemek nû ava kiribûn. Ev sîstema rêveberiya xweser, roj bi roj li bakur û rojhilatê Sûrî belav bû.

Ev yek ji aliyê têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê ve pêşketineke gelek girîng bû.

 

Dewleta Tirk, xwedî karaktereke dij-Kurdan bû. Ji ber vê zîhniyetê dixwest sîstema bakur û rojhilatê Sûrî ji holê rake û Şoreşa Rojava tasfiye bike.

Dewleta Tirk li her devera ku desteser kiribû, demografiyê guhert, Kurdan koçber kir û hin kesên din anîn li vê heremê bi cih kirin.

Di sedemên van êrişên xwe de, hebûna PKK’ê û şopên Rêber Apo hincet nîşan dide.

Ji rêveberiya xweser tê xwestin kadro û şervanên PKK’ê ji vê derê dûr werin xistin. Dixwazin poster û amûrên Rêber Apo îfade dikin li vê derê werin rakirin.

Hin kes û hin alî hene ew jî dibêjin ji bo aqûbeta Şoreşa Rojava van yekan pêk bînin baş bibe. Bila vê daxwazê pêk bînin da ku ewlekariya Şoreşa Rojava mîsoger bibe.

Lê, nizanin heger ev yek pêk were, wê naveroka şoreşê vala bibe. Wê şoreş bê wate bibe û wê hin daxwazin din bidin pêş rêveberiya xweser. Ew kadro û ew sembol di esasên avakirina  şoreşê de rol girtine.

Bila ew ji heremê ku dagir kirine vekişin. Bila ew wan sembolên xwe yên dagirkeriyê ji axa me rakin.

Di 100 saliya Peymana Lozanê de dixwazin bi wan lîstikên ku bapîrên me xapandin îro dubare bikin. Lê Kurdan yekîtiya xwe ava kirine. Partî, rêber, gerîla û şervanên wan hene wê destûr nedin wê yekê ku dîrok xwe dubare bike.

Divê gelê Kurdistanê yê welatparêz jî li her derê bi gelê Rojava re di nava piştevanî û têkoşîneke aktîv de bin.