Monday, July 27, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Partiya rast a muxalif HDP ye

23/07/2018
in Uncategorized
A A
Partiya rast a muxalif HDP ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir HDP wê hemû mûxalifeta xwe nexe parlamentoyê û got: “Berevajî, emê li tevahiya Tirkiyê mafê xwe biparêzin, têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê mezin bikin û em ê muxalifetê li hemû qadan bihûn in.”
Kampa HDP’ê ya Wanê ku ji bo diyarkirina polîtîka û têkoşîna HDP’ê ya dema nû, bi beşdariya hevserok û hemû parlamenteran tê lidarxistin, di roja 3’yemîn de berdewam dike. Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî ku beşdarî kampê bû têkilarî mijarên di rojevê de nirxandinên girîng kir. Temellî diyar kir ku nav û penasekirina pergala ku piştî Hilbijartina 24’ê Hezîranê ketiye meriyetê ne diyar e û wiha got: “Ji ber vê ne diyarbûnê rewşeke ku welatê nikare bi rê ve biçe, li holê heye. Navê vê rewşê jî krîza rêveberiya welat e.”
Temelî da zanîn ku pergala hatiye avakirin eleqeya xwe bi siyaseta Tirkiyê re tune ye got: “Pergala hatiye avakirin berhema zihneyeteke tekparêz e. Ji ber vê yekê niha Tirkiye di krîza rêveberî, siyasî, civakî de ye.
Temellî, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Desthildarî ji Meclîsê reviya. Yanî rêveberî ji derveyî Meclîsê avakirin. Hemû derdê wan ewbû ji Meclîsê birevin û Meclîsê bêwate û bênirx bihêlin. Bêguman HDP wê hemû mûxalifeta xwe neke parlamentoyê. Berevajî, wê li tevahiya Tirkiyê mafê xwe biparêze, têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê mezin bike û em ê muxalifetê di vir de bihûnin.
Temellî, da zanîn ku tekane hêza muxalîf a li dijî desthilatdariyê HDP ye û got: “Partiya muxalîf a rast emin. Ji ber ku li Tirkiyê du alternafît hene. Yek feraseta tekparêz û rejîma yekzilamiye û ya duyan jî feraseta demokrasiya radîkal a HDP’ê ye. Siyaseta Tirkiyeyê dinavbera van her duyan de teşe digire. Ji ber vê yekê desthilatdar evqasî êrîşî HDP’ê dike, û hewl didin wekîlên HDP’ê terorîze bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
ROJEV

Ji Lîbyayê Heta Sûriyê.. Stratejiya Tirkiyê Ya Kontrolkirina Korîdorên Enerjiyê

26/07/2026
DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN
HAJMARA PDF

DIVÊ QANÛN DERENG NEMÎNIN

26/07/2026
Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê
ÇAND Û HUNER

Hozan Comerd: Werin vê axa pîroz û dengê şoreşê bighînin her derê

26/07/2026
Li Îranê kirîza avê  
CîHAN

Li Îranê kirîza avê  

26/07/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Serbest

Serê hişk û req heta ku li dîwaran neqelibe…

26/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Zagona Çarçoveyî: Rêber Abdullah Ocalan çawa qonaxa nû dixwîne?

26/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.