Rojnameya Ronahî

LOZAN, QIRKIRINA SEDSALÊ

Demhat Tolhildan

Bi Peymana Lozanê ya ku sedsal berê pêk hat, di 24’ê Tîrmeha 1923’an de gelê Kurd ji aliyê pergala cîhanê ya hegemonîk ve nehat naskirin û hate tunekirin. Ji Lozanê heta niha li ser gelê Kurd polîtîkaya îmha û qirkirinê tê meşandin. Di van sedsalên dawî de hemû hêzên navneteweyî ji bo qirkirina Kurdan her cure piştgirî dane. Îro di siyaseta navneteweyî de Kurd û mafên wan nayên naskirin, di her firsendê de îmha li ser Kurdan tê ferzkirin. Di sedsala Lozanê de dema ku Kurdan li dijî qirkirinê li ber xwe dan, sîstema navneteweyî jî xebatên xwe yên ji bo temamkirina qirkirina Kurdan didomîne.

Peymana Lozanê ku di 24’ê Tîrmeha 1923’an de pêk hat, weke peymaneke ku çarenûsa gelên li vê erdnîgariyê dijîn bi taybetî gelê Kurd diyar kir, di dîrokê de hate nivîsandin. Bi sînorên nû yên piştî Împaratoriya Osmanî hatin afirandin, ne tenê erdîngarî, civak jî parçe bûn. Di bingeha vê parçebûnê de gelê Kurd û Kurdistan hebû. Di Peymana Lozanê de gelê Kurd nehat naskirin û hate tunekirin. Dewletên heremê, bi taybetî jî dewleta Tirk, ji nezaniya Kurdan cesaret girtin, her ku ji destê wan hat, Kurdan di qirkirinê re derbaskirin. Piştî Lozanê gelê Kurd ji aliyê siyasî, çandî û fîzîkî ve di nava qirkirinê de ma. Kiryarên herî hovane yên qirkirin û komkujiyên ku dîrokê heta niha dîtiye, ji aliyê gelê Kurd ve hatiye jiyîn. Gelê Kurd li hemberî van polîtîkayên qirkirinê yên sed salî bi berxwedaneke bê eman bersiv da û li ber xwe dide.

Mirovatî bi şerê cîhanê ket sedsala 20’an. Şerê cîhanê yê yekem di navbera salên 1914 û 1918’an de pêk hat. Ev şer li herêmên ku Împaratoriya Osmanî lê serdest bû û li erdnîgariya Ewrûpayê pêk hat. Li aliyekî şerê Îngilîstan-Fransa-Îtalya- Rûsya li aliyê din Elmanya-Osmanî-Awistralya- Macarîstanê cih girt. Di encama şer de împaratoriyên Osmanî û Awûstûrya-Macaristan ji hev belav bûn û netewe-dewletên nû derketin holê. Pêvajoya guhertina sînoran demek dirêj girt. Di vê heyamê de di navbera dewletan de li ser maseyê di bin navê muzakereyên aştiyê de peyman hatin kirin. Di peymanên ku ji bo Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê hatin kirin, ji bo Kurdistanê planên cuda hatin çêkirin. Erdnîgariya Kurdan a ku di sala 1639’an de bi peymana Qesir-î Şîrîn di navbera împaratoriyên Sefewî û Osmanî de bû du parçe, di sedsala 20’an de bi peymanan bû çar parçe. Di 10’ê Tebaxa 1920’an de Sevr, 24’ê Tîrmeha 1923’an de Lozan, 5’ê Hezîrana 1926’an de bi peymana Enqereyê Kurdistan di navbera çar dewletan de hate parvekirin. Di nava van peymanan de ya ku çarenûsa Kurdan diyar dike Peymana Lozanê ye. Ji ber ku nûnerên gelê Kurd di Lozanê de cih negirtin. Nêzîkatiya siyaseta navneteweyî ya li hemberî gelê Kurd eşkere bû. Li Lozanê qet behsa Kurdan nehat kirin û paşguh kirin.

Gelê Kurd ê bi hezaran sal in li Mezopotamyayê jiyaye û xwedî çanda herî kûr e, bûye qurbaniya berjewendiyên dewletên hegemon. Hebûna Kurdan di nava pergala hegemon a nû de cih negirt. Li erdnîgariya Kurdistanê ti tişt wekî berê nabe. Ji bo Kurdan civaka herî kevn a erdnîgariyê wê pêvajoya îmha, înkar û qirkirinê destpê bike. Hêzên hegemonîk ên ku bi dewleta Tirk a nû avabûyî li hev kirin, wê misogerkirina ku ti maf ji gelê Kurd re neyê dayîn. Bi taybetî hêzên emperyalîst ên bi pêşengiya dewleta Îngilîstanê bi polîtîkaya par bike, perçe bike û hukûm bike qirkirina Kurdan îmze kiribûn. Êdî gelê Kurd di qada navneteweyî de nedihat naskirin û di warê siyasî de behsa Kurdan nedibû. Destûr dan dewletên herêmê, bi taybetî jî dewleta Tirk ku qirkirina Kurdan pêk bînin. Hemû cîhan wê Kurdan bi tenê bihêle. Di siyaseta cîhanê de kesî Kurd nedidîtin û bi Kurdan re hevaltî nedikir. Gelê Kurd weke gel bê parêzer bi xwe re ma. Ger îro jî behsa pirsgirêka Kurd a ku sedsalê berdewam dike, mîmarê vê yekê hêzên navneteweyî ne. Tu dewletekên herêmê bêyî piştgiriya navneteweyî nikarîbû qirkirina Kurdan pêk bîne.

Dewletên nû yên ku piştî peymana Lozanê li herêmê hatiye ava kirin, wê xwe li ser qirkirina Kurdan teşe bikin. Hemû pêkhateyên neteweyî yên dewletên Iraq, Îran û Sûriyeyê, bi taybetî jî dewleta Tirk, wê li ser esasê tunekirina gelê Kurd karekterê xwe bi dest bixin. Di hemû makezagonên ku hatin amadekirin de cih nadin Kurdan. Ji niha û pê ve her tişt li ser navê Kurd û Kurdistanê wê qedexe bihata dîtin. Di demokrasî û nirxên çandî yên bi giştî behsa wan tên kirin de ferzkirina yek neteweyê jî wê derkeve pêş. Di demokrasiya sedsala nû de ziman, çand û hebûna Kurdan wê bihata qedexekirin. Êdî ti kesî nikarîbû li ser navê gelê Kurd siyasetê bike. Ger Kurdan siyaset bikirana, wê weke bandî, serhildêr, cudaxwaz bihatana pênasekirin û qetlîamên wan ferz bihatana dîtin. Dewleta Tirk bi hincetan dixwest bi artêşa xwe re li dijî herêmên Kurdan seferan pêk bîne. Li dijî gelê Kurd şerekî qirkirinê dabû destpêkirin. Di navbera salên 1923-1938’an de gelê Kurd di qirkirinekê re derbas dibe. Di vê serdemê de her çiqas gelê Kurd bi 28 serhildanan hewl da xwe biparêze jî encam neguherî.

Dewleta Tirk komkujiyên mezin li ser gelê Kurd pêk anî, hemû hêza artêşê û bi piştgiriya navneteweyî bi xwe re bir. Kurdistan ji nû ve hate dagirkirin. Hemû pêşengên gelê Kurd û yên tevlî serhildanê bûne hatin darvekirin. Teroreke tam wê li ser Kurdistanê bihata kirin. Bi milyonan Kurd wê bi awayekî hovane bên qetilkirin. Yên ku ji komkujiyê sax mabûn jî wê ji xaka xwe bên derxistin û mişext kirin. Dema ku pêkanînên herî hovane yên dîrokê li ser erdnîgariya Kurdistanê dihatin kirin, hêzên navneteweyî wê bi bêdengî li vê qirkirinê temaşe bikin. Tevî bangên hemû nûnerên Kurdan, hêzên navneteweyî yên ku deng dernexistin jî wê her cure piştgiriyê bidin dewleta Tirk.

Îcar di sed salên Peymana Lozanê de ji bo Kurdan çi guherî? Bi rastî jî di warê siyaseta navneteweyî de tiştek neguheriye. Tevî hemû rêxistinbûn û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, hêzên navneteweyî hê jî statûyekê nadin Kurdan û weke gel nas nakin. Îro li Rojava pêvajoyeke şoreşgerî diqewime. Di nava hêzeke koalîsyonê de ku gelek dewletên navneteweyî jî di nav de ne, Kurd hêza herî çalak in. Di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de aktorê sereke tevgera azadiya Kurd bû. Tevî şoreşa deh salên derbasbûyî jî Kurd di warê siyasî de nehatine naskirin. Îro Kurd ji bo ti civîneke navneteweyî ya ji bo bidawîkirina şerê li Sûriyê tê lidarxistin nayên vexwendin. Weke sedsala borî, armanca hemû hevdîtinan jî tunekirina destkeftiyên Kurdan û rêgirtina li pêşketina demokratîk e. Îro dewleta Tirk li her derê êrîşî gelê Kurd dike, lê ti hêzeke navneteweyî dengê xwe dernaxe. Di dema ku bajarên weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, dewleta Tirk ji hêzên navneteweyî piştgiriyê digre. Dîsa dema li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla her cure çekên qedexekirî bi kar tînin, hêzên navneteweyî dengê xwe dernaxin. Axa Başûrê Kurdistanê tê dagirkirin, cîhan dîsa bêdeng dimîne. Li Bakurê Kurdistanê her roj Kurd rastî polîtîkayên qirkirinê tên, lê dîsa dinya sê meymûnan dilîze.

Dewleta Tirk evqas cesareta ku hemû rêgezên şer paşguh dike, ji ku tîne? Helbet ev komkujî bi desteka hêzên navneteweyî pêk tên. Di van sed salên dawî de Kurdan bi giranî Lozanê terikandine û hebûna xwe domandine. Kurdên ku li Lozanê jî navên wan hatin qedexekirin, dîsa rabûn ser piyan. Bi taybetî bi Tevgera Azadiya Kurd re ev 50 sal in Kurd ji nû ve zindî bûne. Gelê Kurd îro xwedî hişmendiyeke rêxistinbûyî, siyasî, civakî û rêxistinî ye. Li gel serkeftina Kurdan jî mirov nikare bibêje ku xeteriya ku bi Lozanê destpê kir bi dawî bûye. Ev rastiyek e ku di sedsala nû de pêvajoyeke dijwartir û çalaktir li benda Kurdan e.