Rojnameya Ronahî

‘Jin jiyan azadî’ û şoreşa jinê

Buhar Ewrîn

Di Rojhilata navîn de çandeke berxwedana jinê ya hezarê salan heye ku xwe dispêre rastiya civakî û dîrokî ya vê heremê. Di nava vê rastiyê de em her tim rola jinê û tekoşîna wan dibînin û di her welat û her herêmê de şopên wê tê dîtin. Raste gelek caran ew cografya bi şerên germ, desthilatdarî û dagirkerî tê nasîn lê di kêleka wê jî şahidiya dîrokî ji bo civakbûnê jî dike. Di nav wan hemû nakokiyan de, çanda jin-dayîkê her tim zîndî bûye û bi ruxmê hemû êrîşên îdeolojîk û leşkerî jî hîna vê çandê xwe parastiyê û di rehên civakê de tê jiyîn.

Kurdistan jî welatekî ku di sed saliya dawiyê de bûye navenda şerê desthilatdariya dewletên cîhanî û heremî. Ger em serhildanên kurdan li dijî wan êrîşan bi kurtî ber çavan re derbas bikin em ê bibînin di wan serhildanan de jin heyanî astekî cihê xwe di nave de girtiye. Dibe ku ne ligorî ku tê xwestinbe lê di Rojhilatê kurdistanê de jinên weke Xatûn Zadîne di berxwedana Kela Dimdimê, Qedem xêr û Mîna qazî di dîroka serdem de rolên pêşeng îfade dikin. Ev xeta berxwedanê hîna jî bi şêwazên cûda berdewam dike.

tevgera azadiya jinên kurd xwe dispêre wan nirxan û ji bo pêşdecûna wan divê em ji wan tekoşîn û nirxan cuda nenirxînin. Jinên Îran û Rojhilatê kurdistanê di warê tekoşînê de xwedî paşxanek dîrokî a kevne û tevgera ku niha li Îran û Rojihilatê kurdistanê ev saleke destpê kiriye encamê wan danehevên tekoşînê ne.  Ji ber hikûmeta  Îranê li ser koletiya jinê û binpê kirina mafê jinê hatiye  avakirin. Ev rejîm bi rêka qanûn, sîstema malbat û navendên dînî li ser beden, ruh û mêjiyê jinê zext çêkirî. Lê jinên Îran û Rojhilatê kurdistanê tu car li hemberê wan zextan serî netewandine û her tim liberxwedane. Mînak di mijara Hicaba zorê tu car li gor xwestekê hikûmetê tevnegeryane û ev bûye hêrs û dijminahiyek hovane li hemberê jinê. Piştî qetilkirina Jîna Emînî keça kurd a ku li Tehranê ji aliyê ‘’polîsê exlaq’’ serhildanek girseyî li sernaserê Îranê bi dirûşma jin jiyan azadî destpê kir. Ev serhildan weke pêlek mezin li hemû welat û Rojhilata navîn û cîhanê belavbû û dengveda. Ji ber ev dirûşme weke felsefeya jiyanê hemû hêvî û daxwazên jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û cîhanê tev digre nava xwe. Ji ber jiyan bi jinê re watedar dibe û ger pêywendiyê  jin û jiyanê careke din ava bibe, azadî jî wî were bidest xistin.  Ji bo vê yekê ev serhildan salek li pey xwe hişt û diyare ku jin û gelên Îranê dev ji doza azadî û demokrasiyê bernadin.

Piştî serhildanê pir kesan li ser kok û nasnama vê dirûşma ‘’jin jiyan azadî’’ nîqaş kirin û hinek bi zane bûn hewl dan koka wê berovajî bikin û bênasname bikin. Lê ji ber jin jiyan azadî xwe dispêre dîrok û çandeke bexwedanê, nekarîn bighîjin armanca xwe û efsûnî bûna wê careke derket holê. Her wiha di serhildanên dora vê dirûşmê û yekîtiyek xurt di navbera hemû nifşên civakê ji her netewe û bawerî ava bû û gihişt qonaxeke ku êdî rewş ne weke berê dibe. Niha rejîma Îranê bi hemû îmkanê xwe hewl dide wê serhildanê serkut bike û bi zîndan, îdam, îşkence û qedexeyan vê potansiyelê bifetişîne. Lê her çiqas şîddetê bikar tîne ewqas hêrsa gel ji bo berxwedan û tekoşîne zêdetir dibe. Ji xwe ev serhildan û rêbazê tekoşînê, hikûmeta Îranê jî di şokê de hişt û bawer nedikir serhildanek bi wî awayî ewqas berdewam bike û li ber xwe bide. Di bingehê xwe de ev qêrîna jinan tol û hêrsa hezaran salane û weke koza bin agir her carê bi cirûskek geş dibe lê dîyare wê tu car sar nebe. Jîna bû vejînek di heremê de û biskê wê weke ku Leyla Qasim jî gotiye wê bibe ala azadiyê.

Dirûşma “jin jiyan azadî” di dîroka tevgera azadiya jinên kurd de her tim bûye silogana kombûn, tekoşîn û berdewamî û herî zêde jî piştî şoreşa rojava, ev yek weke şoreşa jinê tê pênase kirin. Êdî jinên kurd di merasîmê şehîdên xwe de jî wê dirûşmê bikar tînin û ev dirûşme çandek di welat de ava kiriye ku her  diçe kurtir dibe. Şoreşa jinê ya Rojava ne tenê li kurdistanê, belkî li hemû dunyayê deng veda û bû çavkaniya îlhamê ji bo hemû jinan û her kes qala wêrekî û berxwedana jinan li hemberê paşverûtiya çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya tirkiyê dikin. Ji ber vê ev şoreş tenê di sînorên kurdistan û Rojhilata Navîn de sînordar nebû û bû fikir û felsefeyeke gerdûnî. Ji ber vê yekê di kurdistanê de ruxmê avakirina sînoran di navbera hemû beşên kurdistanê de, lê dîsa hestê welatparêzî di hemû beşên welat de zindiye. Bi şoreşa rojava re bi sedan jin û xortên Rojhilat  tevlî şoreşa Rojava bûn û bi dehan jî şehîd bûne. Ji ber vê di pêvajoya şoreşa Rojhilat de jî gelê Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jinan piştgiriya xwe ji bo jinên Îran û Rojhilatê kurdistanê re nîşan dan û careke din îsbat bû ku her çiqasî dijmin hewl dide  bi rêbazên cûda kurdan ji hev qut bike, lê hîna jî ew rihê netewî û yekîtî bihêz berdewame.

Çawa ku bi şoreşa Rojava re her kes berê xwe da Rojava û seferber bû. Di serhildanên Rojhilatê Kurdistanê de jî, li her çar perçên kurdistanê û Kurdên diyaspora piştgiriya xwe dan şoreşa jinê. Diyare ne tenê li Kurdistanê belkî li Rojhilata Navîn  jî şoreşa civakî bi pêşengiya jinan û taybet jinên kurd pêk were. Ji ber jinên kurd di ezmûna xwe ya nêzî nîv sedsalî de xwedî danehev û tecrubeyên siyasî, civakî, bîrdozî û leşkerîne ku bingehek xurt ji bo şoreşa jinê pêk were û bighêje serkeftinê. Şoreşa jinê, şoreşek etîk û estetîke, ango xemilandina jiyanê û pêşeroja civakek demokratîk  wê bi azadiya jinê pêkanbe.

Îro drûşmeya “jin jiyan azadî” bûye manîfesto û nexşe rêya şoreşa jinê û di destpêka sedsala nû de weke hêzeke rizgariyê bûye sembola jiyaneke nû û weke rûbareke rêya xwe dîtî û ber bi pêş ve diherike û em ê destkeftiyên wê di pêşerojê de bijîn . Weke ku Abdullah Ocalan jî dibêje ‘’dîroka koletiya jinê di çanda Rojhilata Navîn de veşartiye. Divê derketina wê jî li ser vê axê be’’ bêguman felsefa “jin jiyan azadî” qetandina hemû qeyd û bendên koletiyê li der dor jinê ye û mizgîniya azadî û demokrasiyê ji bo Rojhilata Navîn e.