Rojnameya Ronahî

Çiqas nakokbin, bi hêzên demokrasiyê re li hev nakin

Idrîs Henan

Piştî “çongdanîna” bi nav û deng a 2015`an, têkiliya navbera Pûtîn û Erdogan de derbasî qonaxeke nû ya “nîvstratejîk” bû. Çendîn hate hewldan ku weke stratejîk be jî, lê dîroka têkîliyên herdu welatan berovajî wê yekê îfade dikir ku gengeşe û qerebalixa navbera herdu desthilatdariyan de qet neqediyane. Lew re; ji ber hinek hesabên taybet ên herdu aliyan, ku ewantaja kirîza li herêmê qewimiye ye, di berdêla tekûzkirina vê têkiliyê de, hinek pevguherînên cografîk û etnîkî yên qirêj li tevayî Sûriyê û bi taybet li Bakurê Sûriyê rû dan. Ev têkilî bi pêvajoya Astana re bi rêk û pêk bûn û ji radestkirina Helebê heya dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî û hewldana lihevanîna Esad û Erdogan were, hemû werzên Astana û encamên vê têkiliya bi guman bûn.

Di wextekê de ku Pûtîn bi xwe û xwarinpêjê xwe ve mijûl bibû, dema ku NATO`yê difikirî çawa li Ukranyayê dorê lê teng bike û têk bibe, mutefîqê wî Erdogan darbeyekê li wê têkiliyê dixe û di nava 72 saetan de gelek kulmên bi êş li Rûsyayê dide ku berpirsê Komisyona Parastin û Ewlehiyê yê Meclisa Yekîtiya Rûsyayê Vîktor Pondarîf ew reftara Tirkiyê weke “kêra li piştê” bi nav kir û got:”Tirkiyê piştî rêzebiryarên provakatîv vediguhere dewleteke ne dostane”.

Diyare bi encamên hilbijartinan û ji nû ve xesibkirina desthilatdariyê re, dema gloverkirina kêşe û dijayetiyan jî qediyaye. Tevî hemû hewldanên mudaxeleya lezgîn, Lîreya Tirkî devberjêriya xwe berneda û êdî dengê zengilê têkçûna desthilatadariyê bilindtir dibû. Metirsiya darbeyekê jî zêde dibû û ti rê li ber Erdoganê faşîst û pêşeroja wî ya siyasî nemabû. Lewre; ji ber şîlobûneke wisa metirsîdar ku desthilatdariya li Tirkiyê tajo lêpirsîna gelêrî û werîsê darvekirinê li dora stûyê Erdogan tengtir dike, ji nû ve xwe davêje hembêza DYA û rojavayiyan. Di serî de serokê Ukranyayê pêşwazî dike û mafê wî yê tevlîbûna NATO`yê erê dike. Tevî lihevkirina bi Rûsyayê re jî, hinek endamên togaya Azofê jî bi Zêlênskî re rê dike. Heman wextê de endamtiya Swêdê ji NATO`yê re erê dike.

Krêmlên vê gavê weke darbe dibîne lê gelek bi sebir li benda encamên pratîkî yên van gotin û helwestên dewletên NATO`yê ye û hinek gavên hatibûn plankirin paş ve avêtin. Axêverê qesra Krêmlênê Dîmîtrî Pîskov di derbarê hevdîtina Pûtîn ya meha bê bi Erdogan re ragihand ku hîna ti dem jê re nehatiye diyarkirin! li ser peymana hinardekirina heb û teneyên Ukranyayê bi rêya Tirkiyê, got ku tiştek nû nîne! Yanê gengaze ku Rûsya wê peymanê nû neke?

Diyare hemû hewlên Rûsya yên “Hesipkirina” Erdogan û “Troykirina” NATO`yê badilhewa çûne û têgihaşt ku çi bendewariyên li ser pişta Erdogan dabûn avakirin pêk nayên. Ew xeteriyên wê yekê baş dizane û difikire ku rê nede reftarên Tirkiyê ji bo NATO`yê veguherin destkeftiyên siyasî.

Çendîn di vê derbarê de hatibe gotin û çi daxuyaniya aliyan jî hebin, lê tişta balkêş ew e ku; tevî tengezariya hêzên destwerdanê û rewşa dijatiya navxweyî, lê dîsa jî ji ber xisûsa desthilatdar a dewletdariyê, ji bo çareseriyê, gotir nakin bi hêzên demokrasiyê re li hev bikin. Berovajî wê; hewl didin hesabên xwe bi çewsandina gel re safî bikin. Ev hişmendiya di dewrê de, diyar dike ku herêm ber terazûyeke nû ya hêzê ve diçe, itîfaqên parçeyî li Sûriyê êdî bi dawî dibin û çareserî li benda teqîneke şoreşwar e ku nexşeyên ceosiyasî bi xwe re biguherîne.