Rojnameya Ronahî

Şoreş bi ciwanan destpêkir wê bi ciwanan serbikeve

Ciwanên Şoreşger diyar kirin ku êrîşên dewleta tirk a dagirker, bi hemû şêwazan li ser gel û bi taybet jî li ser ciwanan têne meşandin. Herwiha dan zanîn ku mîna Rêber Apo gotiye, me bi ciwanan destpêkir û em ê bi ciwanan serbikevin.

Ronaz Silêman/Qamişlo

Dewleta tirk a dagirker Ji destpêka şoreşa Rojava û heta niha, ji bo têkbirina vîna gel, li hemberî gelên herêmê êrîşan pêk tîn e, herwiha bi tevahiya rêbazan hewil dide ku li ser ciwanan jî şerê taybet bide meşandin, ji bo ku ciwanan ji rastiya Şoreşa Rojava dûr bixe.

Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tê meşandin û armanc je hedefgirtina ciwanane, berdevka ciwanên şoreşger ya bajarê Dirbêsiyê Elîza Hiso û ciwanê bi navê Zîr Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

Elîza Hiso di derbarê êrîşên li ser bakur û rojhilatê sûriyê wiha got: “Ev demeke dewleta tirk a faşîst êrîşên xwe li ser Rojava zêde kiriye û niha jî pêvajoyek şerekî taybet li ser jin û ciwanan pêk tîne, her wiha dewleta tirk a dagirker bi hemû amûrên di destê wê de êrîş dike. Ji ber ku hêviya dewleta tirk a beriya sedên sala ewe ku tunekirina gelê kurd, gelê ku doza demokratîkiyê dike tune bike.Ji ber vê yekê her tim bi riya êrîşên xwe dide xuyakirin, eger bi şerekî taybet be an bi şerekî giştî be jin û ciwanan dike armanca êrîşê xwe.”

‘Dewleta tirk Şerê taybet li ser ciwanan dimeşîne’

Elîza Hiso diyar kir ku armanca dewleta tirk a dagirker ji êrîşên li ser ciwan û jinan, ewe ku bingeh û avakerên civakê ji holê rake û got: “Êrîşên ku li ser ciwana tên kirin, ji pilanên qirêji yên dewleta tirk a dagirker re, her wiha di medyayên civakî de jî gendeliya xwe belavî nava ciwana dike. Ji ber nas dike wê azadiya gelê Kurdistanê bi destê ciwanan pêk were. Ji ber vê sedemê dewleta tirk a dagirker, hewldanê xwe ku ciwanan ji rastiya Şoreşa Rojava dûr bixe, vê yekê bi riya êrîşên ku tê de ciwan tê hedefgirtin, tê kirin.”

‘Şoreşa Rojava bi destê ciwanan wê biserkeve’

Elîza Hiso di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me Şoreşa Azadiyê li dar xist, em weke tevgera ciwanan roleke mezin ji me tê xwestin, ji ber ku pêşeroja civakê ciwanin û yên ku Şoreşê jî biserbixin ciwanin. Her wiha Şoreş wê bi destê ciwanan bê xêzkirin ku bibin bersivek ji dewleta tirk a dagirker re.”

‘Wê bi hêza ciwanan êrşên dagirkeran têk biçin’

Ciwanê bi navê Zîr Qamişlo jî da zanîn ku armanca sereke ya dewleta tirk a dagirker ji êrîşên li ser ciwanan, astengkirina belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo ye û got: “Ji ber ku tevgera Ciwanên Şoreşger li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin,her wiha felsefeya Rêber Apo netewa demokratîke ji ber vê sedemê dewleta tirk hewil dide sînorekî li pêş vê felsefeyê deyne da ku belav nebe, ji ber wê ciwanan dike hedef. Lê bi hêza ciwanan wê tevahiya êrşên dagirkeran têk biçin.”

‘Ciwan pêşeroja civakê ne’

Zîr Qamişlo axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta tirk a dagirker ji bilî êrîşên rojane şerekî taybet jî li ser ciwanan dimeşîne. Êrîşên dagirkeriyê bi awayekî hovane li dijî herêmên me dimeşîne. Herwiha armanca dewleta tirk a dagirker bi êrîşên li ser ciwanan, ewe ku ciwan pêkhateyên girîn û pêşerojên civakê ne. Bi hevgirtina tevahî ciwanan emê êrîşên faşîzmê têk bibin.”