Friday, May 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li NATOyê Tiyatroya Tirkiyê

16/07/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya meha Gulanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Civîna bilind a NATOyê, li Vilniusa paytextê Litvanyayê pêkhat.

Bêgûman civînek giring e û di demek pir dijwar de hat lidarxistin. Her wiha divê li ser vê civîne axaftin û şîroveyê berfireh werin kirin. Jiber ku cîhan ketiye nava pêvajoyek gelek aloz û xeter. Bi gotinek hîn zelaltir; ketiye pêvajoya cenga cîhanî ya sisyan.

Lewma serkêşên Hevpeymana NATO Emerîka û Britanya, ji bo pêşiyê li mezinbûn û berfirehbûna hevbendiya ku Rûsaya û Çîn serkêşiya wê dike bigirin, ketina nava hewldanên lezgîn.

Jixwe, jiber vê armancê şerê Ukraynayê wan derxist. Û nuha dixwazin li ser vî şerê malxerab, hez dikin cengê berfirehtir bikin û bixin asta gelemperî ya cîhanî.

Ew pelepele û leza wan a Berfirehkirina Hevpeymana NATOyê, ji ber vê armanca wan ya mezin a di asta cîhanê de ye.

Ne bi tenê Finlandiya û Swêdê bixin NATOyê, armanc; hemû dewletên cîranê Rûsya û Çînê bixîn nava vê hevpeymanê. Jixwe, hez dikin hema yekser Ukraynayê bikin endamê NATOyê.

Bê gûman, van hewldanan mezinkirina NATOyê li dora Rûsya û Çînê giring in û xeterek mezin diafirîne li ser jiyana mirovahî-civakî, erdnîgarî û hemû xwezaya cîhanê.

Lê ya trajî-komîk helwesta diktatorê faşîst R.Erdogan û sernivîs û şîroveyên çapemeniya Tirka ye. Weke ku ew mijarên li jor hat bahs kirin; tune be, ya jî ji nedîtî tên an jî eger hebin jî, aktorê van bûyerên cîhanê R.Erdogan e!

Ji gelemperiya civînê pirtir behsa hevdîtinên dukesî yên R.Erdogan dikin; “bi serokê filan dewletê re rûnişt, gelek mijarên giring axivîn û serkeftî derbas bû” û hwd.

Bi taybetî jî hevdîtina wî bi Biden re, serkeftin û deskeftina herî mezin didin nîşandan.

Hilbet van daxwiyanî û pesindariya pûç a bêbingeh, ji bo xapandina gel û rayagiştî ye. Lê belê ne mîna tiyatroyê ye jî, dibe ku mirov bêje skeca Tirkiyeyê li nav NATO tê lîstin.

Belê yên şariza, dizanin ku li pişt van wênê, dîmen û devlikeniya derewîn, armancên dewletên serwer ên cîhanê yên stretejîk ên ji bo bikaranîna van dewletan a di şerê cîhanê de heye.

Dewleta di rêza yekemîn de jî dewleta R.Erdogan e û weke heta nuha çawa dan xebitandin, nuha dixwazin hin pirtir bidin bikaranîn, bi taybetî jî li dijî Îranê, Sûriyê û hwd.

Hilbet Îran, Rûsya û Çîn jî, van lîsk û planên li dijî xwe dibînin û ew jî di nava amadekarî û hewldanên peralel ên dijberî xwe de ne.

E ha weke mînak, Serokomarê Îranê I.Reisî, piştî yanzde salan derket gera 3 rojan a Efriqayê. Berî nuha jî, piştî Endonezyayê çûbû 3 dewletên Latin Emerîka(Kuba, Nikaragua û Venezuella)yê. Îran, berî hefteyekê jî beşdarî Hevalkariya Şengayê bûbû.

Jixwe Rûsya û Çîn, li dijî eniya dijberî xwe çi siyset û kiryaran didin meşandin tên dîtin û tên zanîn.

Erê her çendîn, hilwestên Diktatorê Tirkiyeyê mîna skecê were dîtin jî, serwerên wî, ji bo kar pê bide kirin dîsa ew li serokdewletiyê hiştin. Karê wî yek jî, dijminatiya gelê Kurdistanê ye. Divê ev yek ticar neyê jibîr kirin û li goreyê wê amadekarî werin kirin.

 

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.