Rojnameya Ronahî

Xerîb Hiso: Sîstema hevserokatiyê vîna jinê diyar kir

Hemza Sêvo/ Qamşlo

Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji encama dayîna berdêlên binirx, gelek destkeftiyên giranbuha bi xwe re anîn û sîstema Hevserokatiyê jî yek ji van destkeftiyan e. Xerîb Hiso da tekezkirin ku jinê muhra xwe di pêşveçûna şoreşê de xist û xwe isbat kir.

Sîstema Hevserokatiyê, yek ji sîstemên rêvebirinê ye ku bingehê wê azadiya jinê û civakê digre nava xwe. Partiya Yekîtiya Demukratîk (PYD) biriyara pêkanîna vê sîstemê di Kongira xwe ya 5`emîn de bidestpêkirina Şoreşa Rojava re, di sala 2012`an de da.

Hêjayî gotinê ye ku Sîstema Hevserokatiyê bû  yek ji  berhemên dara şoreşa azadiyê ya ku bi hezaran keç û xort xwe kirin cangoriyên wê û bi xwîna  dara azadiyê av dan. Herwiha sîstema hevserokatiyê ji bo Şoreşa 19`ê Tîrmehî li rex deskeftiyên bi nirx yên din jî bû berhemeke giranbuha û bêhempa.

Di hemû sîstemên welatên cîhanê de, di nav de dewleta Sûriyê jî, sîstema serokatiyê di nav saziyên civakî, saziyên leşkerî  û partiyên siyasî de didin pêkanîn û meşandin û mafê jinê ji kar û xebata curbecur bêpar dihêlin. Lê li Rojavayê Kurdistanê bi saya fikrên demukrat û azdîxwaziyê yên Rêber Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê, Sîstema Hevserokatiyê hat avakirin.

Vê sîstemê li Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyê derî ji bo xebata jinên kurd, ereb, xiristyan û hwd… re vekirin. Li gorî vê yekê bi saya vê sîstemê baweriya jinê bi hêza wê xurtir bû û hin bi hin derbasî nav hemû saziyên Rêveberiya xweser bû, ji komîn û meclisan heya partiyên siyasî û hwd.

Niha jî jin û mêr bi hev re bi erkê rêvebirina saziyên sivîl, leşkerî, xizmetguzarî, perwerdeyî, çandî û partiyên siyasî radibin û biriyaran bi hev re didin. Ev gava pîroz ku li Rojava hat avêtin bandoreke mezin yek ser li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir, herwiha li cîhanê jî bû çavkaniya coş, kelecan û hêviyê.

Têkildarî Sîstema Hevserokatiyê, Hevserokê Tevgera Civaka Demukratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso ji Rojnameya me re axivî.

‘Şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa azadiya gelan e’

Hiso diyar kir ku Rêber Apo serdestiya hikumeta Şamê û Opozisyonê têk bir û bi hêz û vîna gelên azad şoreşa Rojava destpê kir û wiha axivî:” Şoreşa ku qaşo Opozisiyona Sûrî dest pêkir û bi navê şoreşa azadiya gelê Sûriyê bang dikir, di rastiyê de newisa bû. Tiştê ku vê şoreşê bi gelê Sûriyê kir ji kiriyarên hikumeta Şamê xirabtir bûn. Herwiha êdî ev gel çewsandinê jiyan dike. Lewma Rêber Apo dît ku pêwîstiya gelê kurd, heremê û cîhanê jî bi şoreşekê heye. Şoreşeke ku gelê Sûriyê bigiştî li dijî desthilatdariyê serî rake û êdî ji koletî, bindestî û qirkirinê re bêje na. Hêjayî gotinê ye ku ev şoreş bi saya Rêber Apo û Tevgera Rizgariya Kurdistanê hêzeke mezin da gelê Sûriyê. Ev şoreş yek ji encamên xebat û têkoşîna 40 salî ya Rêber Apo û PKK`ê ye. Êdî bi pêşengtiya jinên azdîxwaz û gelê şoreşger, şoreşa Rojava gihişte vê astê û bû şoreşeke serdemî û xwedî bingeh û felsefeyeke bêhempa. Di heman demê de jî berdêlên giranbuha ji vê şoreşê re hatin dayîn ku me di ber Şoreşa 19`ê Tîrmehê de bi hezaran şehîd dan. Ji aliyekî din ve jî gelek destkeftî hatin bidestxistin ku yek ji van destkeftiyan jî Sîstema Hevserokatiyê ye.”

‘Sîstema Hevserokatiyê qehremaniya jinê diyar kir’

Xerîb Hiso da zanîn ku jinê muhra xwe di pêşveçûna vê şoreşê de xist û qehremaniya wê derxiste pêş û wiha domand: ” Berî niha gelek şoreş li cîhanê çêbûne, lê tev jî ji rastiya civakê dûrbûn û ji daxwazên gel yên ji bona azadiyê nebûne bersiv. Sedem jî, ji ber ku jin ji van şoreşan hatinbûn dûrxistin. Herwiha ev dûrxistin bi xwe zihniyeta desthilatdariyê ye û tu wateya şoreşê venahewîne. Azadiya jinê, serkeftina welat û şoreşan bi xwe re tîne. Ango azadî mercekî bingehîn yê bidestxistina welatekî azad  e. Di Şoreşa Rojava de li ser xeta şoreşên beriya xwe nemeşiya, lê belê jin bi coş û vîneke mezin tevlî wê bû. Jinên kurd, ereb, xirstiyan bi mêran re weke hevserok di tevahiya sziyên Rêveberiya Xweser de karê rêvebirinê kir. Ev sîstem xwedî cudabûneke ji sîstemê rêvebirinê yên tevaya cîhanê. Herwiha vê sîstemê dengvedanek li ser asta cîhanê veda û bandoreke gelek mezin li gelên cîhanê kir. Ji ber ku jinê di pêşveçûna şoreşê de kar û xebateke giran buha di warê siyasî, civakî û aborî da meşandin û ew di her warê jiyanê de bû pêşenga civakê.