Rojnameya Ronahî

 Encamnameya komxebatê baweriya bi têkbirina Lozanê ye

Endama Kordînasyona Kongra Star a Rojava Şîraz Hemo destnîşan kir ku encamnameya Komxebata Jinan a Peymana Lozanê, ji bo tevahî jinan e û ji bo têkbirina encamên peymana Lozanê baweriyeke bingehîn e. Her wiha diyar kir ku ew dê xalên encamnameyê bi jinan re nîqaş bikin.

Duh komxebata jinan a têkildarî komkujiyên li Mezopotamyayê û bandorên wan li ser jinan bi dirûşma “Bi hêz û hevgirtina jinan em dê siyaseta parçekirinê û qirkirina gelan a Lozanê têk bibin” û bi beşdariya zêdetirî 60 nûnerên siyasî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dar ket û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Ji xalên sereke yên encamnameya komxebatê, avakirina lêvegereke jinan û pêkanîna konfederaliya jinan li ser asta Rojhilata Navîn, parastina destkeftiyên jinan ji bo ku li hember siyasetên li dijî jinan bisekinin, eniya hudirîn a jinan li ser tevahî astan, parastin û mekanîzmaya parastinê xurtir bikin û li hember tevahî siyasetên li dijî herêmê bisekinin.

Piştî komxebatê, endama Kordînasyona Kongra Star a Rojava Şîraz Hemo, encamnameyên komxebatê û rêbazên pêkanîna wê nirxandin.

Şîraz bal kişand ser beşdariya jinan di komxebatê de û sedemên hilbijartina mijara komxebatê ku Peymana Lozanê bû û got: “Gelek jin tev li komxebatê bûn. Gelek jî bi rêya Zoomê tev lê bûn, bi nêrîn û nirxandinên xwe komxebat dewlemend kirin. Me girîngî da rewşa jinan li gel Peymana Lozanê, qirkirinên li dijî wê pêk hatine. Ji bo wê diviyabû ku rêbazên sekna li dijî siyasetên parçekirinê yên ku hêzên hegemon li herêmên me kirine, werin nîqaşkirin. Parçekirina ku di encama peymanê de pêk hatiye, serî pêşîn li dijî civak û jinan bû. Di radeya yekemîn de jin bi van siyasetan re rû bi rû ma.”

Şîraz diyar kir ku beşdaran di nirxandinên xwe de teqezî bi sekna li hember siyasetên parçekirinê kirin ku di pergala netewa demokratîk û yekitiya pêkhateyan de nixumandî ye û got: “Her wiha di yekitiya kurdî de jî veşartî ye ji ber ku di encama Peymana Lozanê de Kurd hatin parçekirin.”

Şîraz Hemo wiha pê de çû: “Ji lew re diviyabû dîrok baş were xwendin û analîzkirin, ders jê bên girtin û têkoşîn were mezinkirin. Bi faktorên ku jinan bi dest xistine, bi xurtkirina pergala xwe ya parastinê, em dê li hember van siyasetan bisekinin û Peymana Lozanê têk bibin.”

Têkildarî rêbazên praktîkkirina encamnameyê jî Şîraz wiha axivî: “Bi zendên tevahî rêxistinên jinan ên herêmê em dê, van xalên encamnameyê bi rêya xurtkirina têkiliyan û diyalogê bi jinan re, ragihînin tevahî jinan li herêmê û derveyî wê. Armanca me, avakirina eniyeke xurt a jinan e da ku planên vê peymanê têk bibin. Tevahî xalên encamnameyê, yên jinên tevahî herêmên Rojhilata Navîn in.”