Rojnameya Ronahî

‘Pênûs û helbest bûn rêhevalên jiyana min’

Helbestvana kurd a Rojavayê Kurdistanê Şama Mihemed ji zaroktiya xwe ve ji nivîsandina helbestê hez kir û helbest bû rêhvala jiyan wê, bi vîna xwe tevahiya astengiyan derbas kir û bû yek ji stêrkên helbestê li Rojavayê Kurdistanê.

Hemze Sêvo/Qamişlo

Şama Mihemed  ji jinên nivîskar û helbestvana kurd ya Rojavayê Kurdistanê ye.  Di 21’ê Tîrmeha 1970’î de, li bajarê Qamişlo hatiye dunyayê, xwendina seretayî û navîn li bajêr xwendiye. Piştî xwendina xwe ya navîn diqedîne û bi malbata xwe re diçe Şamê. Herwiha li Şamê jî ji ber hin sedemanên malbatî xwendina xwe ya amadeyî nabe serî û dev ji xwendê berdide.

Piştî destpêkirina kirîza Sûriyeyê û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Şama bi malbata xwe re vedigerin Qamişlo. Piştî 40saliya xwe , ew ji ber hezkirina  ji fêrbûna zimanê kurdî re, 3 astên zimanê Kurdî di sala 2013`an de bi dawî dike. Êdî di dibistanên Qamişlo de dibe mamosteya zimanê Kurdî.  Wê bawernameya peymangeha Cegerxwîn a Zanistên Perwerdehiyê di sala 2015`an de werdigire. Di heman demê de jî Şama tevlî xebatên Saziya Zimanê Kurdî de kar dike.

Di  2020’an de, Zanîngeha Rojava derfeta xwendina vekrî dide wê û 50 mamosteyên din ku  Beşa Wêjeya Kurdî bixwînin. Ew bi vîneke xurt dest bi xwendina xwe ya zanîngehê dike û bi pileyeke serkeftî ji Zanîngeha bi hevalên xwe re derdiçe. Piştî wê jî bi riya Zanîgeha Rojava tevlî koma xwendinê ya bi navê Kurdilojî dibe û tê de jî bi ser dikeve.  Semîner bi riya bernameya Zûmê ji aliyê Nivîskar Ibrahîm Seydo Aydogan ve dihatin dayîn, herwiha 100 nivîskar û rewşenbîr li ser asta Kurdistanê di van semîneran de amade dibûn.

Şama Mihemed di peymangeha Amadekirina mamosteyan hevseroka Beşa Wêjeya Kurdî ye û hem di peymangehê de karê mamostetiyê dike.  Hêjayî gotinê ye ku Şama Mihemed hezkera nivîsîna helbesta kurdî ku zêdetirî 50 helbestên wê hene.  Di gel vê yekê jî, çîrok û kurteçîrokan jî dinvîsîne ku heya niha encama xebatên wê, gihaye nêzî 40 çîrok û kurteçîrokan.

Şehadeta kurê wê êşeke mezin li cem ava kir û berê wê bi awayekî xurt da ber bi nivîsandina helbestê, ku ew hestên xwe û yên dayikên kezebşewitî bîne ser ziman.

Derbarê hezkirina helbestê, berhem û xabata helbestvanan jin Şama Mihemed, ew ji rojnameya me re axivî.

’Ji zaroktiya xwe ve min ji helbestê hez kir’

Şama derbarê destpêkirina nivîsandina helbestê û hezkirina wê jê re wiha got: “Min ji zarokatiya xwe ve ji nivîsandin û xwendina helbesta erebî  hez kir. Pênûs rêhevala jiyana min bû. Pirî caran nivîsîna hevokên kurt û watedar mijara pênûsa min bû. Herwiha min destpêkê tenê bi zimanê erbî dinvîsand. Ev yek heya destpêkirina Şoreşa Rojava berdewam kir. Min gelekî ji xwendin, nivîsandin û fêrbûna zimanê kurdî hez dikir. Lewma dema derfet çêbû û ez vegeriyam Rojava min jî bi destpêkirina şoreşê re xwe fêrî zimanê kurdî kir. Herwiha xwe tê de pêş xist, vê yekê hişt ku hewldanên min ji bo nivîsîna helbestê û derbirîna hestên xwe bi zimanê dayikê pirrtir bibe. Min êdî bi awayekî herkbar û xweş hestên hûnandin û kirin helbest. Mijarên helbestên min, pirî xwe li ser civak, jin, şehîd, Şoreşa Rojava, zimanê kurdî û hwd…in. Di warê nîvîsîna helbestê de jî kar û xebata min didome û di heman demê de jî dîwana min ya helbestê jî li ber çapê ye.”

’Şehadeta kurê min bandoreke mezin li min kir ’

Şama da zanîn ku piştî şehadeta kurê wê, ew zêdetir bi nivîsandina helbestên ku tê de hestên xwe derdixe, hat girêdan û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Piştî ku kurê min Şadî di ber axa welatê xwe de gihaşt asta şehadetê, êdî hestên min gur bûn. Ez gelekî xemgîn mam. Şehadeta kurê min gelekî bandor li min û hestên min kirin. Ji bo ku ez vê êşê bînim ziman, normalde min zêdetir berê xwe dida nivîsîndina helbestê. Min li ser kurê xwe helbestek bi navê Helbesta Evînê honand û malika yekê  kir ” Berxê min jiyana te hevokeke kurt bû” min helbesta xwe wiha  da destpêkirin, ji ber ku Şadiyê min hîn di destpêka ciwaniya  xwe de bû. Min gelek caran ev helbest li deverên cuda xwendiye û her kesê ku li vê helbestê guhdarî kiriye bi wê ve hatiye girêdan û bibandor bûye. Ev helbesta ne tenê ji  bo derbirîna hestên min e, lê diyarî ji bo hemû dayikên şehîdan e. Hemû dayikên şehîdan dikarin şehîdên xwe bi vê helbestê re binere û biaxive.”

’Min Bi vîna xwe tevahiya astengiyan derbas kir’

Şama balkişand ser zehmetiyên ku derketin pêşberî wê û wiha got: “Despêkê ez ji aliyê civakê ve hatim rexnekirin, yek ji sedeman ew bû, ku weke wan digot temenê Şama yê mezin ji fêrbûnê re ne guncav e, ya din jî ji ber ku ez jin im û li gor civakê xebata jinê nedihat qebûlkirin. Vê yekê gelekî nedomand. Ji ber ku min bi vîna xwe xwe fêrî ziman, çand û wêjeya xwe kir. Di heman demê de min guh neda tu kesî ti astengî rê li pêşiya xwesteka min negirt. Lê belê min di warê nivîsîna helbest û çîrok û kurteçîrokê de jî, xwe pêş xist. Ji Zanîngeha Rojava jî derçûm. Herwiha Navenda jinê Utamara li Elmanya pirtûkek bi navê “Her jin çîrokek xwe heye”  çap kir û min di vê pirtûkê de helbesta xwe ya bi navê “Lorî” beşdar kir. Herwiha di gelek şevbuhêrk û çalakiyên rewşenbîran de beşdar dibim, min di gelek kovaran de helbest û çîrok û mijarên wêjeyî weşandine, weke: Şermola, Sîwan, Kovara Avşîn, Destar, Dezgeha Welat û di hin malperên internêtê de, û di Rojnameya Ronahî de jî weşandiye.”