Rojnameya Ronahî

Gireva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 59′an de ye

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, li hemberî zexta PDK’ê ya li xwekirina cilên bi yek tîpî û kiryarên xerab, 59 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Di 17 Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê Osman Kose yê di Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê kar dikir êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan hatibûn kuştin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 59’an de didome û rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe. Tevî gelek bangan jî heya niharayedarên herêmê li ser rewşa Dag û Er ti daxuyaniyek û helwestek nîşan nedan.

Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Dag ragihandiye ku her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe û gotiye:“Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me. Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û derman tune ne.’ Me bi mirinê re rû bi rû hiştine. Abdûrrahman 20 kîlo dane. Tenduristiya wî nebaş e.” Dag diyar kiriye ku wî jî 10 kîlo dane û nikare zêde biaxive.

Ji bo Er û Dag bang

Hêjayî gotinê ye di 7’ê Tîrmehê de Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê ji bo Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku ev nêzî 2 mehin li dijî pêkanînên dijmirovî yên li girtîgeha Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne bang li her kesî kir ku bikeve nava tevgerê.

Însiyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê derbarê rewşa Mazlum Dag û Abdurrahman Er de diyar ku li gorî xizmên Dag û Er ragihandîn vîtamîna B1 ya ku divê ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê de ne bê dayîn, nayê dayîn û dan zanîn ku her duyan jî gelek kîlo dane û dema dirabin serxwe zehmetî dikêşin. Herwiha destnîşan kir ku ew nikarin xwe bigihînin rayedarên girtîgehê û hewldanên parêzeran jî bê encam dimînin.

Her wiha di 1’ê Tîrmehê de KNK’ê derbarê Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên di greva birçîbûnê dene bi daxuyaniyekê bang li Rêveberiya Hewlêrê kir. KNK’ê di daxuyaniya xwe de got;“Bangewaziya me destpêkê bo hukumeta Hewlêrê û bo hemû partî, rêxistin, sazî û kesayetiyên di mijara parêstina mafê kesên girtî de bibin xwedî helwest ku mafê girtiyekî di zindanê de çi be pêwîste her du ciwan xwidan heman mafî be.”

Herî dawî duh KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê ji bo Dag û Er banga çalakiyan kir û xwest ku jiyana Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er bê parastin, destûr ji hevdîtina malbat û parêzerên wan re bê dayin û tavilê bêne berdan. Lewma di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku xwedî li daxwazên Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er derkevin. KCDK-E’yê diyar kir ku li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê wê roja 14’ê Tîrmehê, li ber Serkonsolosxaneyên Iraq, Başûr û nûnertiya UNO çalakiyên şermezarkirinê lidarbixin û banga tevlîbûnê li gel kir.

Hêjayî gotinê ye ku Dag û Er li dijî kiryarên xerab û êşkenceyê di 28’ê Îlona 2022’an de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn.

Her wiha herdu girtî di 13’ê Sibata 2022’an de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayin ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû.