Tuesday, June 9, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê vegot

23/07/2018
in Uncategorized
A A
Hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê vegot
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta Tirk û komên xwe yên çete li Efrînê bi her awayî kiryarên der mirovahî li dijî welatiyên Efrînê didomînin. Ciwanekî Efrînî ku xwe ji dagirkerên Tirk rizgar kir, qala hovîtiya dewleta Tirk kir û got, “Leşkerên dewleta Tirk, çete û ENKS bi hev re tevdigerin. Li nava gundan digerin û êşkenceyê li welatiyan dikin.”

Ciwanekî Efrînî ku xwe ji dagirkerên Tirk rizgar kir, qala hovîtiya dewleta Tirk kir. M.Q. da zanin ku êşkence li zarokên 12 salî jî dikirin û diyar kir ku ji bo karibin li Tirkiyê di hilbijartinê de dengê xwe bidin, nasname ji kesên li Efrînê re çêkirine.
Dewleta Tirk a dagirker ku tevî komên xwe yên çete roja 20’ê Çileyê dest bi dagirkirina Efrînê kir, ji revandin û kuştina mirovan heta talankirinê, bi her awayî sûcên şer dike.
Ciwanê bi navê M.Q. ku di dema dagirkeriyê de nekarî ji gundê xwe derkeve û piştî çend mehan xwe rizgar kir, qala sûcên li dijî mirovahiyê yê dewleta Tirk kir.
KURÊ META MIN HÎN JÎ WINDA YE
M.Q. diyar kir ku dema çete ketin gundê Keferşînê ew li wir bûn û got, “Em nikarîbûn derkevin. Piştre hatim Efrînê. 40 rojan li wir mam. Dûre nekarî vegerim. Ji ber ku gotin, ku li min digerin. Wêneyê min li ser Facebookê belav kiribûn. Êşkence li xizmekî min kirin. Ji bo cihê min bêje. Ji ber ku cihê min ji wan re negot, ew revandin. Em nizanin bê niha li ku ye. Li Efrînê timî êşkenceyê li mirovan dikin. Dikevin nava malan û li mirovan didin. Diçin kîjan malê, ji mirovên li wê malê re dibêjin ‘te bi rêxistin kir’ û êşkenceyê dikin. Ji bo wan ferq nake bê nêzî rêxistinê ye yan na. Hemûyan bi heman sedemê dibin. Êşkenceyê li zarokên 12 salî jî dikin. Ne xema wan e bê zarok e ya jî extiyar e. Êşkenceyê li hemûyan dikin. Zêdeyî 20 kes li taxa me girtin. Hevalê min girtin. Hevsera wî mamoste bû. Hevsera wî reviya, lê hevalê min di destê wan de ye. Gelek çete ketibûn nava gundê me. Min nema dikarî îrade bikim. Mi got, ‘çi dibe bila bibe, em bimirim jî ez ê derkevim.”
JI BO HILBIJARTINÊ NASNAME ÇÊKIRIN
M.Q. anî ziman ku dewleta Tirk û çeteyên wê dest datînin ser erd û zeviyên gel û bi kirê didn xwediyê wan.
M.Q. got, “Dewleta Tirk ji gelê li wir re got, ‘em ê nasnameyê bidin we, hem ji bo li nava Efrînê bi rehetî bigerin, hem jî li welatên din’. Ji hemû mirovên li wir re nasname çêkirin. Lê belê piştre di dema hilbijartinên Tirkiyeyê de bi wan nasnameyan deng dan bikaranîn. Derkete holê ku armanc ji çêkirina nasnameyan dayina dengan bû. Hin malbatên li Efrînê niha bê mal in. Hin malbatên li gundê me hene, tevî ku malên wan hebûn jî niha bê mal in. Wekî din erd û zeviyên welatiyan bi kirê didin welatiyan.”
ÇETE Û ENKS BI HEV RE TEVDIGERIN
M.Q. destnîşan kir ku çete û ENKS bi hev re tevdigerin, sûc dikin û got, “Li hin gundan mirovan ji bo xwe didin xebitandin. Dema mirov naxwazin bixebitin êşkenceyê li wan dikin. Leşkerên dewleta Tirk, çete û ENKS bi hev re tevdigerin. Li nava gundan digerin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.