Rojnameya Ronahî

Nabe ku dagirkeriya Tirk bê rewakirin

Zekî Bedran

Rûsya, ji bo Tirkiyê bi awayekî li kêleka xwe bigire û bikar bîne di nava hewldanan de ye. Tirkiyê li ser bingehê dijminahiya Kurdan serlêdana Îsveçê ya ji bo endamtiya NATO’yê kiriye mijara bazarê. Rûsyayê fikirî ku dê Tirkiye bi NATO û welatên rojavayî ve mijûl bibe û destek da Erdogan. Rûsyayê jî li dijî Ukraynaya ku ketibû nava lêgerînên endamtiya NATO’yê şer dabû destpêkirin. Rûsya dehfdan nava alozî û şerekî ku dawiya wî ne diyar e. Erdoganê ku hewl dide li dijî Kurdan tawîzê ji Îsveçê bigire, dema bi Zelensky re hevdîtin pêk anî diyar kir ku Ukrayna endamtiya NATO’yê maf dike. Rûsyayê di vê mijarê de devê xwe venekir. Tenê di mijara Îsveçê de got welatên rojavayî zorê didin Erdogan.

Rûsya dê bi têkiliyên xwe yên bi Erdogan re pêşxistiye bigehe ku ne diyar e. Lê diyare ku bi van têkiliyan zirarek mezin dan Kurdan û Sûriyê û dê hîn jî zirarê bidinê. Rêveberiya Pûtîn pêvajoya Astanayê veguheran eniyek li dijî Kurdan û Rêveberiya Xweser. Kurd û Rêveberiya Xweser ji derveyî tevahî pêvajoyan girt. Gotin, “em yekîtiya axa Sûriyê diparêzin, hebûnên weke rêveberiya xweser ne rewa ne”. Pir balkêş e, yên ku Rêveberiya Xweser ava kirine hemwelatiyên Sûriyê ne. DAIŞ ji herêmên xwe derxistin, li cihê ku azad kirin jî rêxistina xwe ava kirin û parastin. Bi hezaran kes di vî şerî de canê xwe dan, bi hezaran birîndar bûn û windahiyên mezin ê madî jiyan. Tişta ku ev rêveberiya xweser dixwaze ev e, di nava yekîtiya axa Sûriyê de pergalek demokratîk bê avakirin. Hertim anîn ziman ku amedene li ser vê bingehê bi rêveberiya Şamê re hevdîtinan bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Heman demê de li gel ku dizanin Rûsya rêveberiya Şamê destek dike û alîgire jî, pejirandin ku  Rûsyayê bibe navbeynkar.

Li şûna ku Rûsya ji bo aştiya navxweyî ya Sûriyê bixebite û rolê xwe yê navbeynkariyê bîne cih, li Astanayê dagirkeriya Tirk rewa dike. Daxwaza demokrasiyê ya welatiyên Sûriyê ne rewa ye, lê dagirkeriya Tirkiyê rewa ye! Ev ji daxuyaniyê tê fêmkirin. Ji ber ku tu tiştek li ser bidawîkirina dagirkeriya Tirk nehat bihîstin. Ji bo bidawîkirina dagirkeriyê nexşerêyek an jî wextek diyar nehat diyarkirin. Ev tê wê wateyê ku dagirkeriya Tirk nayê nîqaşkirin û rewa tê dîtin.

Dagirkeriya Tirk tenê weke dagirkeriyekî nameşe. Amedekariyên tevîkirinê tên kirin. Hêza dagirker li ser axa Sûriyê bi dilê xwe tev digere. Bi hezaran hêzên çekdarî rêxistin kiriye. Li herêmên dagirkirî pereyê Tirk bikar tîne, dibistanan vedike. Bi hezaran mirovan bi pereyê ku ji Kuweyt û Qeterê digre li van herêman bi cih dike. Li herêmê tunekirina nîjadî çêdike, şêniyê diguhere. Malê gel talan dike, mirovan direvîne, bûyerên tecawizê nasekinin. Çi sûcên li dijî mirovahiyê hene dike.

Dewleta Tirk van sûcên me jimartî bi awayek vekirî dike. Tiştên dike bes nabîne. Hertim di rewşa êrişê de ye, qetilkirin û reşkujiyên wî ranawestin. Zextê li Rûsya û DYE’yê dike, bazaran dike û hewldanên wî yên ji bo dagirkirina herêmên nû didome.

Berpirsên Rûsyayî ji bo têkiliyên Tirkiyê û Sûriyê asayî bikin di nava hewldanan de ne, daxuyaniyên bi vî awayî didin. Lê weke ku li hemberî asayîbûna têkiliyan astengek biçûk heye, ew jî rêveberiya Şamê dixwaze dagirkerî bi dawî bibe! Asayîbûnek çawa ye lê. Em heman tiştî ji bo Rûsyayê bihesibînin. Bila hêzek beşek axa Rûsyayê dagir bike. Zilmê li gelê wê bike, bi şêniya wî bilîze, li hemberî Kremlînê hêzên çekdar birêxistin bike û hwd. Gelo di vê rewşê de kesên li Kremlînê rûniştine dê têkiliyên xwe bi dagirkeran re asayî bikin? Wan bixe ji bo endamtiya Ukraynayê ya ji bo NATO’yê şerek di vê astê de girtin ber çav. Ev diyar dike ku nikarin li herêmên dagirkirî asayîbûnê bifikirin. Lê dema mijar dibe Sûriye, vê yekê li rêveberiya Şamê ferz dikin. Heman demê de vê di berdêla kişandina Sûriyê ber bi şerek din ên navxweyî de dikin.

Herkes dizane ku, dewleta Tirk dijminê Kurdan e. Armanca wî ya destpêkê jî tunekirina Kurdan û jiholêrakirina Rêveberiya Xweser e. Tiştên li Efrînê li Kurdan tên kirin li holê ne. Rûsya ji herkesî zêdetir vê dizane. Di vê rewşê de gelo dê bi kuştina Kurdan razî bin? Gelo dê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest ji destkeftiyên xwe berdin? Çima hêzên derve maf di xwe de dibînin ku biryarê li ser pêşeroj û çarenûsa gelê Sûriyê bidin? Ma ne divê Rûsya û Îran vê ji xwe bipirse? Tirkiye ne tenê li serê Sûriyê, li serê tevahî Rojhilata Navîn bûye bela. Di rastiyê de ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji tevahî cîhanê re bûye çavkaniya xirabiyê û hatiye rewşek xeternak. Di vî alî de, di serî de gelê Sûriyê û cîhana Ereb li dijî vê çavkaniya xirabiyê hişyar bibin xwedî helwest.