Rojnameya Ronahî

Rûpelek ji dîroka me a tije rabûn û ketin…(2)

Bi derbasbûna sed salan ji wê peymana xwedî temenekî tije êş û elem hêjî em ferqekê di navbera kar û kiryarên Erdogan, Mistefa Kemal û Ismet Inönü de nabînin, lê dersên ku partiyên siyasî, rewşenbîrên civaka Kurdistanê û siyasetmedarên me ji wê bûyer û sed salên reş bistînin, çine?Mistefa Kemal beriya îmzakirina peymana Lozan di dema hevdîtina bi Kurdan re li peymanên Sîwas û Erzromê gelek soz û biryarên girîng bi gire-gir, şêx û axayên Kurd re parve kiribûn.

Di destpêka damezirandina Komara Tirkiyê li sala 1923an de, di 16ê Çile a wê salê de M. Kemal di hevpeyvînekê a bi rojnamevanan re vê daxûyaniyê dide: “Pirsgirêka Kurd yê qet nebe astengî li hember berjewendiyên me Tirkan. Ji ber ku wekî hûn jî pê dizanin, Kurd bi awayekî wisa bicîhbûne ku ew li hin herêman piranî ne lê ger em bixwazin pirhejmariya wan li wan dever û herêman kêm bikin û tixûbekî bikeve navbera me û wan de, wê demê em doza tirkîtiyê û dewleta Tirkiyê mehf dikin. Divê em wê demê tixûbekî di navbera xwe û wan de  bikşînin heya digehe Erzirom, Erzincan, Sêwas û Xerpûtê jî. Heta divê em eşîret-êlên Kurd yên li çolên Konya jî berbiçav bigrin. Ji ber van egeran, li şûna fikrekî Kurdîtî ji xwe li gorî zagona me ya bingehîn, hinek mafên xwebirêveberî an jî otonomî ên herêmî yê bên sazkirin. Wê demê gelê kîjan herêm, dever an jî bajarî Kurd bin, ewê xweseriya xwe bi rê ve bibin. Ji bilî vê dema qala gelê Tirkiyê bê kirin divê Kurd jî di nav de bêne hesibandin anku himwilatiyên Tikiyê bêne dîtin û hesibandin. Gava neyên an jî ev yeka neyên kirin û dîtin divê em li bendê bin ku Kurd yê pirsgirêkan derbixin. Niha Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê (TBMM), ji nûnerên Tirkan û Kurdan pêk tê û van herdu gelan tevahiya hatin û paşeroja xwe kirine yek. Yanî ew dizanin ku ev tiştekî me û yên wan yê hevpar e. Ne di cî de ye ku mirov rabe tixûbekî cuda xêz bike û em ji hev bêne veqetandin…”(1) Ev gotin di belgenameya hejmara 1089an de hatine tomarkirin.

Xala girîng li vira ewe ku ew belge ji bo çi meremê dibe bila bibe, lê gelek rastî têde hene û dide nîşandan ku sazûmankar û birêveberên dewleta Tirkiyê yên destpêka salên damezirandina Komarê, di derbarê “pirsgirêka Kurd” de xwedî nêzîkbûnek zelal bûne. Hêza Kurdan dîtine û zanîne ku “Pirsgirêka Kurd” ji serdema Osmaniyan hebûye û yê Kurd nehêlin ew jî wiha rihet li ser serê wan xwedî desthilatdarî bin. Bi serhev de mirov dikare ji axaftinên Mistefa Kemal van rastiyan derxîne:

  1. Divê ti tixûb di navbera axa Kurdistan û Tirkiyê de neyê kişandin..
  2. Kurd li bajaren ku tê de bi piranî ne, yê bi awayekî otonomî xwe bi rêve bibin.
  3. Dema ku qala gelê Tirkiyê bê kirin, Kurd jî yê têde bên bicihkirin.
  4. Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê yê ji nûnerên rêvebir yên Kurd û Tirk pêk bê.
  5. Van herdu gelan di dirêjahiya dîrokê de berjewendî û paşeroja xwe kirine yek.
  6. Dema ku Kurd weke netewe di nav gelê Tirkiyê de neyên dîtin an jî hesibandin, dibe ku nerazibûnên Kurdan herdem rû bidin.

Ev xalên ku ji aliye sazûmankarê dewletê ve hatine derbirîn ne hewqas kevn in. Lê belê ji bo jiyaneke hevpar, ji Kurdan jî hin hêvî hatine kirin, bes pishtre eshkere bû ku Kurd ji bo demeke kurt weke amaraz hatine bikar anîn. Dema peymana Lozan hatiye îmza kirin, hemû soz, biryar û axaftinên Mistefa Kemal hatine ji bîrkirin. Yanî ger demkî jî beJi Kurdan dihat xwestin ku li hemberî hêzên Rojava yên ku axa Enedol-Mezopotamya dagir kiribûn şer bikin. Kurdan jî beriya wê li kêleka wan sherê dijberên wan kirin, lê dema hisab hatine ser masê êdî wan li cihê zimanê diyalog û logîkê dest bi tevkujî û sherê li dijî hebûna Kurd û Kurdistanê kirin. Xala herî dawiyê ku li pey sed salên temenê peymana Lozan divê bê gotin û qet neyê ji bîr kirin ewe ku cudatîyek bi qasî zere-misqalekê di navbera birêveberên Osmanî, Mistefa Kemal, Ismet Inönü, Erdogan, AKP-MHP de nayê dîtin dema ku mijara Kurd û Kurdistanê dikeve rojeva Kurdan û raya gishtî a cihanê. Ew weke bav-kalên xwe hê jî li ser înkarkirina Kurd û Kurdistan, jenusid û sherê bi shoreshgerên Kurd re berdewamin, lê êdî Kurd ne Kurdên sed salên berê ne. Destkeftên Kurdan biqasî ku pêwîst bin têr nakin, lê kar û xebat berdewamin û yê rojekê Kurd bigehin serxwebûn û azadiya xwe.( 1). Arşîva Dîroka Tirkiyê, hejmara belgê: 1089