Rojnameya Ronahî

Peyamên nameya M.Hayrî Durmuş

Farûk Sakik

Nivîs û nameyên ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş ên ku li Zindana Amedê nivîsî bû, ji aliyê Weşanên Serxwebûnê ve weke pirtûk hat çapkirin.

Mehmet Hayrî Dûrmûş kî bû?

Ew kesê ku li hevrêyên xwe kiribû wasiyet li ser kevirê gora wî gotina ‘Ji gelê xwe re deyndar ma’ binivîsînin bû. Ew kesê ku di sala 1979’an de piştî ku li Qoserê dîl hat girtin, li dadgehan weke Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê parastina siyasî kir. Ew kesê ku ji bo dawî li zext û êşkenceya li girtîgehê bê anîn, ji bo mafê parastina siyasî bê dayin di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de tevî 9 hevalên xwe Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin birêxistin kir û şehîd bû.

Lê nameyek wî hebû 43 sal berê ya di 25’ê Mijdara 1980’î de nivîsî bû wek manîfestoyek bû. Digot: Hîn di roja destpêkê ya têkoşînê de min baş zanîbû ku rizgariya welat û gelan bi çend mehan, bi çend salan pêk nayê…

Wisa jî bû.. Şoreşa Kurdistanê bi salan e dewam dike. Bedêlên mezin hatin dayin. Rêber Apo dîl hat girtin. Li ser wî tecrîdeke girankirî heye, lê ev tevger neqediya. Îroj hin kes hejmara êşa, salan û şehîdan didin û dibêjin ka çima azadiya Kurdistanê pêk nehat. Mehmet Hayrî Dûrmûş di nameya xwe de wiha digot; bi çend mehan bi çend salan pêknayê û behsa êşan jî nekiriye. Û her wek îroj dîtiye li ser rewşa îro jî nivîsandiye: Belê me windahiyên giran dan. Hîn jî em didin. Lê belê ne artêşa Tirk, ne xayinên wan ne jî mezinên wan empeyralîst wê nikaribin PKK’ê biqedînin, wê nikaribin ruhê berxwedanê yê gelê me têk bibin, têkoşîna azadî û serxwebûnê wê bi pêşengiya PKK’ê teqez bi ser bikeve.

Her wek rewşa Başûrê Kurdistanê ya îro tarîf dike. Li aliyekê êrişên mêtingeran û li aliyekê jî xayînên ku behs dike hene. Li dijî Tevgera Azadiyê şerekî topyekûn dane destpêkirin, lê bi ser nakevin. Bingeha vê têkoşîna ku Hayrî Dûrmûş û hevalên xwe avêtine wisa bi hêsanî têk naçe.

Lê di nameya xwe de girtina xwe wek bêşansiyekî pênase dike û divê ev yek li pêşiya têkoşîna min a aktîf bû asteng: Min dixwest hîn salên dûr û dirêj bi rengekî çalak têbikoşim, lê belê hatim girtin û dîl ketim dest. Ji têkoşîna çalak bêpar hatim hiştin. Ev yek min diêşîne.

Lê 2 sal piştî vê nameyê û van gotinan di wesayeta ji hevalên xwe re digot: “Li ser kevirê gora min ‘bi deyndarî mir’ binivîsin.” Heger însanek canê xwe feda bike û hên jî xwe deyndar bibîne, êdî tu gotin nayê gotin. Bi tenê divê ku mirov bifikre li hember helwestek bi vî rengî em dikarin çiqas tevlî vê têkoşînê bibin. Ew li hember gel xwe deyndar bibîne divê ku em jî li hember wî xwe deyndar bibînin. Tevî hevrêyên xwe li Kurdistanê geriyam û min pirsgirêkên rastî yên gelê me û welatê me rast fêhm kir…Min hewl da ji gelê xwe re vebêjim ku berpirsyarê van pirsgirêkan hemûyan mêtingerên Tirk û xayînên Kurd ên xulamên wan in…

 

Ev peyva ‘xayînên Kurd’ divê baş were analîzkirin. Di her serdemî de kesên wiha li pêşiya azadiya Kurdistanê bûne asteng. Ji bo ku vî aliyên xwe yên xizmetkirina ji dijmin re veşêrin, di bin navê rexnekirinê de bi awayeke bêexlaq êrişî Tevgera Azadiyê dikin. Ji wan re qada ‘Medya Dijîtal’ jî vebûye. Ew û trolên dijmin bi hev re ji navendekê êriş dikin.