Rojnameya Ronahî

Rêgeza bingehîn ya welatparêziyê sekna li dijî xiyaneta mala Barzanî ye

Volqan Elî

 

‘PDK’ya[1] Barzaniyan hê di destpêka xwe de cih û helwesta xwe diyar kiriye. Biryar daye ku her tim li ser xeta xiyanetê bi israr bimeşe û ev amela xwe jî piştrast kiriye. ‘KDP’ ji kuştina şoreşgerên Qazî Muhammed, Dr. Şivan Saît Elçi, Silêman Maûnî, Elî Esker, Elî Şaban, Diyar Xerîb, Mam Zekî, Qasim Engîn û hê bi sed hezaran şoreşger û welatparêzên Kurd berpirsiyar e. Ev xiyaneta mezin a Mala Barzanî-‘PDK’ê ne tenê bi Başûrê Kurdistanê sînordar e. Pirsgirêkek wisa ya neteweyî ye ku hemû parçeyan eleqadar dike, li ser pêşeroja gelê Kurd bandora wê heye. Di serî de Başûrê Kurdistanê hewce dike Kurd, rewşenbîr, hunermend, partî û rêxistinên siyasî yên li hemû parçeyan seknekê nîşanî vê rewşê bidin. Armanca hêzên xêrnexwaz ew e ku dixwazin bi Kurdîniyeke sexte û durî gelê Kurd ji holê rakin. Ji bo vê jî Kurdên Sipî (Mala Barzanî) wezîfedar kirine.

Gelek wezîfeyên Mala Barzanî hene. Yek ji wan jî; rewakirina qirêjiyên dewleta dagirker a Tirk ê. Bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî ji aliyê dewleta Tirk ve Mala Barzanî xiyaneta xwe kûrtir kiriye. Ev jî bûye sedem ku zêdetir teşhîr bibe. Li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve heta bi niha hezaran darê zeytûnê ji ra û rîçikan ve hatine rakirin. Ne tenê ew, kokê Kurdiniyê li herêmên dagir kirî diqelîne, bigir ji Filistîna dagir kirî heta ji Qatarê, li ser navên wan wargeh ava dike, miriyan ji gorê wan derdixe û diavêje ber lingan, destdirêjî li jinan dikin, li Serêkaniyê bi bombeyên fosforê zarokên Kurdan hatin şewitandin. Li Efrîn û herêmên dagir kirî yên din, cihên pîroz ên Kurdan ala dewleta Tirk hate çikandin. Lê belê Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê (2019) Nêçîrvan Barzanî heçku waliyê Tayip Erdogan be, di sala 2019’an de bêyî ku fedî bike wisa diaxifî; “Ti pirsgirêkên dewleta Tirk ligel Kurdên Rojava tine, yek pirsgirêk heye ew jî PKK ye.”

Di salvegera dagirkirina Efrînê de li ser talîmata Erdogan, 3 sîxur û xayinên ji ENKS/’PDK’ hatin derxistin li ser TRT-Kurdî. Wekî kewê gozel dixwendin: “Herêma Efrînê ev heft sal bûn di destê grûbên terorîst de bû. Li ser serê gel zilm dikirin. Tirkiyê karekî mezin kir. Ez gelekî spasiyên xwe pêşkêşî Tirkiyeyê dikim, bi taybetî jî ji bo leşkerên Tirk. Ji bo azadiya herêmê şehîd bûn. Dema ku Telebyat û Resulayn hate azadkirin jî em kêfxweş bûn.

Gelek rêveberên destekê didin dagirkeran û sîxurên ENKS’ê konên xwe li Enqereyê vedane. Yek ji van jî Îbrahîm Biro ye. Vî şexsî di nava ENKS’ê de navber bi navber gelek kar kirine. Di 21’ê Îlona 2020’an de dema endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê ENKS’ê bû, TV yekî pêre reportac dikir. Li wê derê wekî ku dagirkeriya Tirkiyeyê meşrû bike, rewa bike wisa diaxive: “Hebûna PKK’ê li Rojava ji bo gelê me xetereyek e.” anku rasterast ji Tirkiyeyê re dibêje, “li ser serê me belayek heye, were û cihên din jî bigire, me ji vê belayê rizgar bike.”.

Rêveberekî din ê ENKS’ê wexta ku çeteyekî dewleta Tirk hatibû kuştin çûbû serxweşiya wî û li wê derê wisa propaganda dikir: “Dewleta Tirk di bin bangên Allahû Ekber de Efrîn ji PYD’ê girt û ev erd rizgar û azad kir.

Mala Barzanî li Rojava bi navê ENKS’ê tevdigere. Ev malbat bi her çi navî hereket dike bila bike, di xizmeta MîT’a Tirk de ye. Wekî rêxistineke girêdayî MîT’ê li dijî însanên welatparêz û fermandarên QSD, YPG û YPJ’ê kar dike, îstihbarat kom dike û di encam de dibe sedema şehadeta bi sedan kesî/ê. ENKS, rêxistineke wisa ye, ji bo MîT û Parastinê sîxur-ajan peyda dike, perwerde û biralî dike. Yê ku îstihbarat dide MîT’ê û dibe sedema şehadeta Rêveber, kadro, welatparêz, xebatkarên Şoreşa Rojava, erdên genim lê çandî dişewitîne, sabotaj li ser saziyan dike, ENKS ye. Dibe ku hin kesên di navê de hatine xapandin û bi hestên Kurdiniyê cih digirin hebin lê di esasê xwe de ENKS, berpirsiyarê gelek şehîdên ku bi riya êrîşên firokên bê mirov, mayin û rêbazên cur be cur tên şehîd xistin e. Ne bes ev,  herweha ew tovê xiyanetê yê ji Harpagos û Enkîdo, û herî dawî Mala Barzanî, wekî mîrasekî qirêj û gemar ku ji gelê Kurd re maye. Hewce ye were neletkirin û destpêkê ji aliyê hişmendiyê ve were tinekirin.