Saturday, May 24, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ŞOREŞA 19’ê TÎRMEHÊ XETA ÇARESERIYA ALOZIYA SÛRIYÊ YE

12/07/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê gêrîla tenê nemîne
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar  Cizîrî

Çend roj mane ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê pêşwaziya salvegera 11’an a şoreşa 19’ê Tîrmehê bike. Di vê rojê de gelê Rojava ji Kobanê destpê kir û gav bi gav bajar, gund û navçeyên Rojava ji hêzên hikûmeta Baas rizgar kirin. Komên girêdayî dewleta Tirk ku li ser esasê xeta islama siyasî bi pêşengtiya tevgera Birayên Misilman xwe birêxistin dikirin xwe li wê gavê ranegirtin û bi êrişan xwestin asteng bikin.

Gelê herêmê bi serkêşiya YPG/YPJ’ê bi biryardariyeke mezin bi hêza gel parastina herêmê kirin û hemû cûreyên êrişan wan şikandin. Paşê dewleta Tirk a xwe li destkeftiyên şoreşê ranegirtin, êrişên cûdatir xistin dewrê. Êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê yek ji xelekên bingehîn ên êriş û planên dijberiya şoreşa Rojava bû. Di heman demê de navendên şerê taybet û hêza ragihandinê xistin tevgerê da herêmê ji şêniyên wê vala bikin.

Planên wan heta radeyekê meşiyan û me dîmenên koçberiya komî temaşe kirin. Wan wiha texmîn dikir, bi wan gavên xwe wê dawî li şoreşa gel bînin û tevgera azadixwazan tune bike. Gelê kurd bi serkêşiya tevgera azadiyê di çarçoveya xeta sêyemîn de zemînek bi hêz a parastinê saz kir. Rê ne da komkujî di herêmê de çêbibin û di encamê de hêza biratiya gelan a li ser esasê piradîgmaya “Netewa Demokratîk” hate pêşxistin. Îro em dibînin di encamê de çawa gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ava kirine.

Bi vê rêveberiyê zemîna bingehîn a çareseriya bingehîn a aloziya Sûriyayê ava kiriye. Ji ber wê jî di serî de dewleta Tirk, hikûmeta Şamê, Îran û Rûsiya yên li pey berjewendiyên xwe ketine û naxwazin bi tu awayî gelê Sûriyê bi aramî û ewlekariyê jiyan bike.

Ji ber wê jî plan û êrişên xwe li dijî Rêveberiya Xweser zêde dikin. Çi di aliyê leşkerî, aborî, siyasî û çandî de be, êrişên wan rojekê jî ranawestin. Her çendî di saziyên ragihandinê de behsa alozî û nakokiyan di navbera Rûsiya û Tirkiyê de tê kirin, lê tişta li ser lihev kirine, dijberiya Rêveberiya Xweser e. Ji ber wê jî bila em zêde bi nakokiyên di navber Rûsiya û Tirkiyê kêfxweş nebin.

Li aliyê din jî erêkirina Tirkiyê ya ketina Siwêd di nava NATO’yê de tê kirin. Her çendî Erdogan tevlîbûna Tirkiyê ya nava Yekîtiya Ewropa de wekî behane nîşan dabû, lê diyare Amerîka û welatên Rojava di mijara dijberiya Erodogan a bi kurdan re daye wan.

Li aliyê din jî di van deman de pêşwazîkirina salvagera sedî ya Peymana Lozanê dikin, Wê bandora naveroka peymanê û helwesta tevgera gelê kurd li rewşa tevahî Sûriyayê hebe. Ji ber wê jî di nêrîna min de wê ji niha û heta salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê dewleta Tirk, Hikûmeta Şamê û Rûsiya êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde bikin û wê hewl bidin rê li pêşiya anternatîfan bigirin û wiha jî serweriya xwe biparêze.

Ji ber wê jî baldariyek mezin di kar û xebatên şoreşê de pêwîste, divê gelê me xwe ji rewşên herî giran re amade bikin.

 

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.